Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Newroza serfiraziyê ya 50 salî

Pêşiyan ji xwe ne gotiye ‘Şeva tarî hê ji êvarî diyar e’, derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê ya bi komeke biçûk ji çend kesî ya li Enqerê diyar bû ku wê ne mîna tevgerê heta niha be, dê mohra xwe li dîrokê bide, tola hemû serhildan û pêşengên kurdan rabike.

Ji bo wê ye ku têkoşîneke zêdetirî ya 40 salî, tevî hemû astengiyan têkoşîneke bêhempa, kir û hê jî dike. Pêşengên û kadroyên xwe yên herî hêja ji bo qehîmkirina bingeha vê têkoşînê kirin qûrban û pêşengên nû xuliqand.

Ji bo wê ev tevger her ku çû zêde bû û li xwe zêde kir. Yek ji taybetmendiyên PKK’ê ew e ku li cihekê sînordar nema, ji her reng û rêgezê, ol û bawerî li xwe zêde kir û wisa meşa xwe ya azadiyê da destpêkirin.

Taybet di nava çîna karker û kedkar de, bû îdol û qibleyeke ya jin û ciwanên kurdan ên têkoşer, bi demê re her çû, ji aliyê gelên din ve bal kişand û tevlibûnên nav wê çêbû.

PKK ji bo kurdan û gelên Rojhilata Navîn mîna Newrozekê nû bû, vejîn û hilatinek bû. Ji nû ve xuliqîn û têkoşîn, raperîn bû. Ji bo wê Newroz bi PKK’ê re wateyek nûjen û saxlem hat girt.

Çawa Newroz ji bo kurdan dawîbûna stemkarî û raperînê be, PKK jî ji bo kurdan serfirazî û azadî ye. Newroz û PKK heman wate ne. Serîrakirin, azadî û serfirazî ne.

Newroza îsal a bi salnameya kurdî 2722’yan ango 2022’yan ji salên din xwedî taybetmendî û hestekî cuda ya serfiraziyê ye. Çima? Ji ber ku Newroza îsal Newroza 50 saliya PKK’ê û Serok Apo ye.

Ji bo wê li her derê bi dirûşma ‘50 Saliya Serfiraziyê, Newroza Rêbertiyê’ û ‘Dem Dema Azadiyê ye’ bi ruhê şoreşgerî û serhildanê gelê kurd herikîn qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê kirin.

Tevî hemû zext û pêkutiyên dagirkeriyê û krîzên aborî, civakî û dîsa tengijîna jiyanê, di serî de li bakurê Kurdistanê li parçeyên din û derveyî welat bi ruheke mezin daketin qadan.

Peyamên esasî yên derketin holê bi taybet mohra xwe li Newroza îsal da, têkoşîna 50 saliya PKK’ê ya li dijî her cure çekên qedexe û giran ên dagirkeriyê di serî de li Garê, Metîna, Avaşîn, Zap, Botan, Behdînan û her derê, têkoşîna Rêber Apo ya li îşkencexaneya Îmralî, berxwedan û serhildanên gel ên li dijî dagirkeriyê li qadan olan dida.

Her wiha li qadên Newrozê ruhê berxwedan û têkoşîna gerîlayên li Garê, Mam Reşo, Girê Sor, Girê Kartal, Zap, Metîna, Avaşîn û Herêmên Parastinê yên Medya li tunelan bi mehan li dijî çekên kîmyewî, topbaran, kîmyebaran, bangên teslimiyetê li ber xwe dan, hebûn. Jin û ciwan bi cilûbergên ku bi gerîla bûne sembola azadî û têkoşînê li xwe kirin herikîn qadan, serî li ber dagirkeriyê netewandin, rengek cuda dan Newrozê.

Newroz bû Newroza Serfiraziya 50 saliya Tevgera Azadiya Kurdistanê. Qadên Newrozê bi milyonan kes li hev kom kir. Îsal jî dijmin û dagirkerên kurdan nikaribûn pêşiya Newrozê bigirin. Ji Bakur bigire heta Başûr, ji wir heta Rojava û Rojhilat û derveyî welat li her derê kurd û dostên kurdan lê Newroz bi coş û ruhê serfirazî û azadiyê ya PKK’ê hat pîroz kirin.

Bi taybet li bakurê Kurdistan û qadên gerîla ku ewqas êrîşên dijwar hebûn jî mohra xwe li Newroza îsal da. Ji Botanê bigire heta Serhed, ji Colemêrgê bigire heta Amed, Wan, Êlih, Sêrt, Agirî û hwd. her der agirê Newrozê geş û gur bû.

Peyamên azadî û yekitiyê mohra xwe li van şahiyan da. A ji hemûyê girîngtir jî peyama ji bo dijmin hat dayîn ku wê tu demê kurd li ber êrîş, qirkirin û jenosîdên we serî netewîne, têkoşîna xwe ya azadiyê bidomîne. Peyama esasî divê gel bi ruhê têkoşer ên gerîla û girtiyên azadiyê li ber zilamê têbikoşe, yekitiya xwe ava bike û çi dibe bila bibe serî li ber dijmin û dagirkeran netewîne.

Peyamên li Newroza Amedê ku bûye sembola kurdan, dide nîşandan ku dijmin çi bike wê nikare pêşiya ciwan, jin û gelê kurd bigire. Dagirkerên bi çekan ketîn qada Newrozê nekarî pêşiya jin û ciwanan bigire. Ew dîmen, salên 90’î anî bîra mirov. Tevî vê jî Newroz bi ruheke yê serhildanê hat pîrozkirin.

Ji xwe li qadên gerîla ji Zapê bigire hata Metîna, Heftanîn, Avaşîn, Botan û giştî çiyayên Kurdistanê bi dadana agirê Newrozê ji bo dijmin da nîşandan ku gerîla hêza berxwedanê ye, çi dibe bila bibe, şert û merc çi dibe bila bibe, wê Newroza 50 saliya serfiraziya Rêbertiyê pîroz bike. Bi dîmen û şahiyên li çiyayên azad hat kirin, careke din gerîla îsbat kir ku tekane hêza çalak û qehîm a li dijî dagirkeriyê û zilmê li ber xwe dide û hêzeke têk naçe ye.

Dijmin ê hêvî ne dikir ku 50 saliya Newroza Rêbertiyê wiha bê pîrozkirin, bi dîmenên derketin dîn û har bûye. Ji xwe di erîfeya Newrozê de bi ketober qadên gerîla bi dijwarî bombe kirin. Tevî vê jî gerîla bi rêbazê û taktîkên nûjen, karibû li her qadên berxwedan lê geş bûne, agirê Newrozê dadin û 50 saliya PKK’ê pîroz bikin.

Ev jî kir ku îsal ji her warî ve bi têkoşîn û berxwedan, dîsa êrîş û çalakiyan wê mohra xwe li 50 salên Têkoşîna Azadiyê bide. Ji bo wê ye, hemû civaka me û taybet jinên ciwan û ciwan ji her cûre çalakî û aktivîteyan re amade be.

’50 Saliya Serifraziyê Newroza Rêbertiyê’ bikin sala azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar