Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Newroza serhildanê

Newroza îsal xwedî taybetmendiyên cuda ye. Ji bo tevgera azadiyê ya Kurdistanê Newrozeke 50 salî ye. Ew jî Newroza 1973’an a li Enqerê ye. Di 21’ê Adara 1973’an de li Enqerê civîna ku 6 kes beşdar bûn pêk hat. Ew civîn jî bû mîladek di dîroka Kurdistanê de. Di wê civînê de navê kurd û Kurdistanê tê gotin û şoreşgeriya ji bo welatekî azad dest pê dike. Pêşengê vê civîn û pêngavê jî Rêber Apo ye. Piştî wê civînê jî wan şoreşgeran berê xwe dan Kurdistanê. Endamên koma bi pêşengiya Rêber Apo de li Kurdistanê belav bûn.

Di wê serdemê de ku nasname, ziman û hebûna kurdan qedexe bû, bi pêşengiya Rêber Apo şoreşek hat destpêkirin, ev jî dihat wateya ku gelê kurd ji xweliya xwe, xwe ava dike. Pêngava ku di Newroza 1973’an de dest pê kir, qonax bi qonax mezin bû. Avabûna PKK’ê, berxwedana li zindana Amedê û destpêka têkoşîna çekdarî. PKK’ê bi fîşeka pêşî jî ji dinyayê re ragihand ku wan dest bi têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê kiriye. Bi vî rengî romana bêdawî ya Kurdistanê dest pê kir.

Bingeha têkoşîna çekdarî ya PKK’ê û pêvajoya piştre xwe digihîne Newroza 1973’an. Ew Newroza ku bû destpêka şoreşa li Kurdistanê. Rêber Apo jî dibêje şoreşgeriya me di Newroza 1973’an de dest pê kir. Vê Newrozê hişt ku her roja li Kurdistanê bi serhildan û têkoşînê derbas bibe. Êdî ew koletiya bi salan dawî dibû û riya berxwedanê vedibû. Çanda vejîn û berxwedanê bi tevgera azadiya gelê kurd re her ku çû geştir bû.

Di sala 1982’an de li girtîgeha Amedê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan agirê Newroza azadiyê pêxist. Zekiye Alkan, Bêrîvan-Ronahî, Rahşan û bi dehan lehengên din ala Newrozê rakirin. Di salên 1990’î de li Nisêbîn û Cizîra Botan gel rabûn serhildanê. Serhildanên ji bo Newrozê veguherîn şoreşa li Kurdistanê. Lewma jî Newroz bû nasnameya kurdan a serhildanê. Navê kurd û Kurdistanê derket pêş û şoreşgeriya ji bo azadiya welat dest pê kir. Ji wê demê ve Newroz wek roja serhildan û bilindkirina têkoşîna azadiyê heta roja îro tê pîrozkirin.

Bêguman em nabêjin PKK’ê Newroz afirand. Lê ji ber ku Newroz qedexe bû û kesî cesaret nedikir xwedî li Newrozê derkeve em behsa PKK’ê dikin. PKK’ê bi Newrozê re dest bi têkoşînê kir û Newroz gihand wateya xwe. Rêber Apo girîngiyek taybet dide Newrozê û wê rojê wekî nûbûneke domdar bi nav dike. Rêber Apo dibêje Newroz hem jiyaneke nû, hem jî roja hesab pirsînê ye. Rêber Apo tîne ziman ku PKK wekî Newrozê ye û her roja têkoşînê ya PKK’ê wekî Newrozê pênase dike.

Dewleta tirk ji bo tunekirina vê roja pîroz her tişt kir. Îca ne tenê Newroz, ziman, çand, nasname û çi tiştê li ser kurdayetiyê hebe di hedefa dewletê de ye. Piştî peymana Lozanê pilana islahkirina şerqê xistin meriyetê. Li ser kurdan tirkbûn û tirkîtî ferz kirin. Yek al, ziman, yek netew dan pêşiya xwe û dest bi qirkirina kurdan kirin. Ev yek jî polîtîkaya fermî ya dewletê ye. Navê kurdan, navê gund û bajarê wan guhertin û polîtîkayên asîmîlasyonê xistin meriyetê. Avabûna komara tirkan di heman demê de dihat wateya tinekirina kurdan. Ji bo vê yekê jî navendên şerê taybet li Kurdistanê ava kirin. Dibistan, mizgeft û avahiyên dewletê bûn cihê qirkirinê. Li dijî van polîtîkayên înkar û tunekirinê, di sala 1925’an de Şêx Seîd, sala 1930’î Agirî-Zîlan û sala 1938’an jî raperîna Dersimê çêbûn. Hema bêje nîv sed sal bi vî rengî derbas bû.

Pêvajoya înkar, îmha û tunekirinê heta demekê bû. Rêber Apo di Newroza 1973’an de navê kurd û Kurdistanê got. Ji wê demê û şûnde jî têkoşîneke bênavber dest pê kir. Lewma jî Newroza îsal wekî Newroza serfiraziyê ya 50 salî tê pênasekirin. Ev Newroza Rêber Apo ye ku navê Newrozê gihand heta roja îro.

Nûçeyên Têkildar