PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Newroza serkeftinê

Ji hêla gele kurd ên azadîxwaz ve Newroza îsal wekî Newroza serketinê hatibû binavkirin. Bi rastî jî Newroza îsal bi heybet û coşa xwe, bi diruşme û peyamên xwe, bi vîn û rawestana xwe, nişanda ku bibe bingeha serketin, azadî, wekhevî û aştiyê.

Mirov bi rehetî dikare bêje di têkoşîna gelê kurdê bakur a 50 salî de Newrozeke ewqas bi heybet, ewqas bi coş û girseyî nehatiye pîrozkirin. Îsal Newroz gihişt lûtkeya herî bilind a hemû salan.

Bêguman gelê me yê Newroza îsal ne tenê bi coş û heybet bû. Bi peyam û dirûşmeyên xwe yên girîng armancên pêşerojê û nexşereya wê jî diyar kir. Di heman demê de jî, di vê xetê de biryardariya xwe jî bi dengeke bilind û zelal gihand dost û dijminan…

Bêşik û guman gelê kurd ne tenê li Bakur li seranserê Kurdistanê û Cîhanê daket qadan û Newroz pîroz kir. Jiyaneke çawan dixwaze bi diruşmeyên xwe gihand gelên Cîhanê.

Eger mirov bixwaze çend daxwazên sereke û encamên derketine holê diyar bike ev in;

1.Gelê kurd bi zelalî got; divê birêz Ocalan û hemû zindaniyên azadî û demokrasiyê bên azadkirin.

2.Divê serî de pirsgirêka kurd û ya gelên din, pirsgirêka ol û mezheban, pirsgirêka jinan û hemû pirsgirêkên civakê û xwezayê bi awayeke demokratik bêne çareserkirin.

3.Gel daxwaz kir ku hemû partiyên siyasî dest ji berjewendiyên teng û biçûk berdin, yekitiya gelê kurd pêkbînin. Siyaseteke stratejik ji bo gelê kurd pêşbixin û saziyên wê avabikin.

  1. Gelê kurd bi zelalî got, ez neteweyekim, nasnameya min, welatê min, çand û zimanê min heye û ez dê tim parêzvanê vê heqîqetê bim. Ez dê tucarî siyaseta bişaftinê û qirkirinê qebûl nekim.

5.Wekî din li hemberê faşîzmê, rejîma yek zilamî û polîtîkayên mêtîngerî ez dê demokrasiya radîkal, hiqûq, exlaq, azadî, aştî, wekhevî û dadê biparêzim û bibime têkoşerê van nirxan.

6.Gel got ku ez dê şûna netewdewletê, netewa demokratîk û pergala wî biparêzim û avabikim. Şuna yek rengiyê pir rengiya civakê bidime jiyandin û civaka demokratik avabikim.

7.Xaleke din a herî girîn, durişmeya jin jiyan azadî bû. Ev jî tê xuyakirin ku gelê kurd azadiya civakê di azadbûyîna jinan de dibîne.

8.Tişta herî cihê şanaziyê yek jî ev bû jin û ciwanan bi reng û coşa xwe mora xwe li Newroza îsal dan.

9.Xaleke ya herî girîng jî, Newroza îsal bu Newroza yekitiya gelan û hevkariya gelek partî û saziyên demokratik.

10.Encama herî dilgeşker ew bu ku plana heft salan wekî modela Srîlanka li ser gele kurd û hêzên demokrasiye tê meşandin di vê Newrozê de hat dîtin ku vale hatiye derxistin. Gele kurd bi qêrînên zelal diyar dikir ku ez çok danaynim. Lê bele vîna min dê hemû cureyên faşîzmî têkbibe û çok pê bide danîn…

Bêguman Newroza îsal gelek peyam û encamên girîn derxist holê. Biryardariya di têkoşînê de israr û vîna daxwaza encam girtinê bi hemû awayan xwe nîşanî dost û dijminan dida.

Peyvîra dikeve ser milê partiyên siyasî, siyasetmedar, ronakbîr, saziyên demokratik yên kurd û dostên wan ewe ku ew dîmenên di Newrozê de derketin holê rast bixwînin.  Gorî daxwaz û armancên gelê Newrozê tevbigerin.

Gelê kurd bûye gelê Newrozê, bûye bi milyonan Kawayên hemdem. Bûye Dîcle û Firat. Tu hêz dê ne kare, bi tundî û tujiyê, bi kuştin û girtinê vê lêhiyê rawestîne û vê vînê bişkîne.

Dem dema azadiyê ye. Dem dema serketinê ye.

Nûçeyên Têkildar