Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Nexşeya Kurdistanê û parastina sosret

Gengeşî û nîqaşa bû mijara vê nivîsarê li pey serlêdana Papayê rûhanî lîderê xiristiyanên katolîk ê Vatîkanê pêk hat. Serlêdan dîrokî bû. Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo ku wateya wê serlêdanê bi awayekî mohr bike pûleke, li paş wê nexşeya Kurdistanê li pêş jî xêzwêneyê Papa lê ye çap kir û weke xelat diyarî Papa kir. Derveyî vê nîqaşê ku ev yek rast e yan ne di cih de ye, tiştekî xwezayî ye ku takekesekî rûmeta welatê we bigire hûn bi xelatekî pêşwazî bikin û bi awayekî sembolîk bi wate bikin. Mafê her hikumet û saziyeke fermî û rewa heye vê yekê bike.

Heta vê derê her tişt asayî û normal ber pê bû.

Wezareta Ragihandinê ya Herêma Kurdistanê pûl dane çapkirin, pêşengên Barzaniyan jî danasîna wê kir, diyarî da Papa.

Pirsgirêka nîqaş û gengeşiyan ji vir şûnde dest pê kir. Wezareta Karênderve ya Tirkiyeyê bi hed û hesaban dest pê kir û bertekên xwe yên tund û tûj ên guhpênas vereşiya.

Kingê ku berteka dewleta tirk belav bû berpirsiyar û rayedarên Rêvebiriya Herêma Kurdistanê yek bi yek paşde gav avêtin li helwesta xwedî derneketin. Berdevkê hikumeta Başûr Cotyar Adil diyar kir ku hinek hunermendan pêşniyaza çapkirina pûlan ji wezaretê re kiriye lê hê hikumetê erê nekiriye. Berpirsiyarê Daîreya Têkiliyên Derve yê hikumetê Sefîn Dizayî jî ji çapemeniyê re wiha axivî, Weke ku min got, dixwazim dubare ser bisekinim. Ev nexşe sêwirandinek e, pêşnûma ye, tiştekî hikumetê bixwe çêkiribe nîn e. Tenê çend hunermendan, çend sêwirandêrên garafîkê ev xelat dane. …Hikumeta Kurdistana Irqaqê, ji bo Herêma Kurdistana Iraqê berpirsiyar e. Di bin banê Makeqanûna Iraqê de, di çarçoveya sînorekî de rayeke wê, parlemeneke wê, hikumeteke wê heye”.

Wê nebejin, ew çi şîr bû we dot, ew çi bişkul bû we berda navê. Tirkan gefên xwe sor kirin, wan paşde gav avêt. Çiqas dişibe helwesta piştî referandûmê ne wisa? Di siyaset û dîplomasiya navdewletî de nezaket heye û awayê bersivdayînê hene. Tirkiyê çiqas van rê û rêbazan bê hiqûq binpê dike, hikumet û rayedarên Başûr jî ew qas serî diçemînin, didine navê. Di dîplomasiye de heysiyet û liserxwesekin jî heye. Hûn dikarin nekin, heta dawiyê ew mafê we heye lê eger we kir bi wêrekî li pişt kirina xwe bisekinin. Qey hûn dibêjin em ê bikin wê pê nehesin û derbas be here. Ne wisa  ye, hûn baş dizanin wisa nabe. Lê hînbûyî ne, serî çemandinê asayî dibînin.

Divê gelek daholbazên helwestên wiha sembolîk bi çepikan pêşwazî dikin bibînin ku encama rastiyên li qadê ne weke çepikan dilxweşker e. Nexşe hestan baş dijene, bi çavan, dilan û guhan re pir xweş tê lê yên ku pişt wê nexşeyê bisekinin, biparêzin hebin. Al, nexşe û hêmayên wiha nirxên neteweyî ne. Divê di dil û mêjî de, roja wê hat di her qadê de bên parastin. Eger al û nexşe, tenê li ser lêvan bên parastin hingê çi dibe hûn dizanin; dibe berzeqî û karê bêşolan.

Bi vê helwestê dil û hestên her kurdekî dildar şikestine, mafê we tune ye ku vê encamê layiqî kurdan bibinîn. A di destê we de serad e, yanî nêrîna we ya neteweyî weke seradê ye, nirxên neteweyî pê nasekinin. Serad qul e, wê avê negire. Ku hûn nexşeya çar parçeyê Kurdistanê çêkin lê fermî bêjin,“Hikumeta Kurdistana Irqaqê, ji bo Herêma Kurdistana Iraqê berpirsiyar e. Di bin banê Makeqanûna Iraqê de, di çarçoveya sînorekî de rayeke wê, parlemeneke wê, hikumeteke wê heye.helbet xema we nabe. Hingê we çima çêkir? Hestên kurdên çar parçe Kurdistanê ji bo we newaya bilûrê ne. Kêrî we bên pê bibin sermest, ku kêrî we neyên bişkênin bavêjin an jî li serê bilûrvan bixin. Ev ne siyaset e, ne dîplomasî ye; rasterast durûtî û bêxîretî ye.

Aliyekî din ê van gotinên bêsiûd jî heye. Dibêje,Hikumeta Kurdistana Irqaqê, ji bo Herêma Kurdistana Iraqê berpirsiyar e.Gotineke tirkan heye, dibêjin,hadî ordan ya’. Eynî wisa, de here lo derewan neke. Tu ji ku dera Kurdistanê berpirsiyar î? Her dever; çiya, deşt û bazar, sûk û kolan, aborî, îstîxbarî, leşkerî hwd di bin şekalên dewleta tirk de ne. Te tirk xistine navenda dil û mêjiyê xwe. Barê ser jî ji we re dibêjin û gef dixwin, ‘hûn baş dizanin em ê çi bînin serê we’. Çawa ku piştî referandûmê gotin, ‘hêrsa me neynin em ê di bîst û çar saetan de nefesa we qut bikin.’ Lê we her paşde gav avêt. Hingê ev çi berpirsiyarî ye?

Eger axa we dagirkirî be al bêxwedî ye, eger pûlên we nehatin parastin nexşeya we bê xwedî ye/bêxwedî dimîne. Hingê hûn li wî welatî kî ne, çi ne, çima hene, berpirsiyarê ku derê ne?

Ji kerema xwe re êdî bes e bêheysiyetî.

Ev nivîs ji ber Helebce û Newrozê germahiya xwe de nehat. Lê… heta ku dewleta tirk ew qas bêperwa be, heta ku serwerên Başûr ji riya vê helwesta kambax dernekevin mijar wê her germ be û germ e, îro nexşe sibê Şengal wê her sar nebe.

Nûçeyên Têkildar