Bernameya Veguherîna Tenduristiyê û Pergala Randewûyê bi xwe re gelek pirsgirêkan anî û Rêvebera Odeya Tabîban a Amedê Evîn Bahar Dundar diyar kir ku nexweşxanê bûne cihê bazirganiyê
‘Bernameya Veguherîna Tenduristiyê’ di sala 2003’yan de ket meriyetê û li nexweşxaneyan hat pratîzekirin. Lê ew pergal bi xwe re pirsgirêkan jî anî. Her wiha di sala 2011’an de jî ji hêla Wezareta Tenduristiyê ve pergala rendewûyê (MHRS) hat pratîzekirin. Pergala performansê ya bijîşkan û Pergala Randewû ya Bijîşkên Navendî (MHRS) bûn pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê. Pergala randewûyê bû sedema rawestandina nexweşan û gelek caran nexweş nikarin randewûyê bigirin. Pergala randewûyê hem ji bo nexweşan û hem jî ji bo bijîşkan bû pirsgirêk.
Rêvebera Odeya Tabîban a Amedê Evîn Bahar Dundar derbarê ‘Bernameya Veguherîna Tenduristiyê’ de nêrînên xwe anî ziman.
‘Êdî tişta girîng ne nexweş, hejmara nexweşa ne’
Dundar di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser pergala randewû û ‘Bernameya Veguherîna Tenduristiyê’ û wiha got: “Li ser pratîzekirina pergalê re 15 sal derbas bû û bi navê guherîn û veguherînê ket meriyetê. Di serî de pergaleke baş dihat xuyakirin, lê di esasê xwe de diyar bû ku pergaleke bi pirsgirêk e. Di rastiya naveroka pergalê de nexweşxane, bijîşk, perestar, xebatkarên nexweşxaneyê û nexweş dibin amûrên bazirganiyê. Bi pergalê kedxwariyeke mezin li hemberî bijîşkan û xebatkarên tenduristiyê pêk tê. Her wiha xebatkarên tenduristiyê wekî taşeron li qadên tenduristiyê hatin bicihkirin û pişt re jî kadro hat dayîn. Lê belê kadrobûyîn şert û mercên xebatê neguherand. Her tişt li gorî berjewendiyên hikûmetê hatin sazkirin. Bazîrganî êdî li qada tenduristiyê li pêş ket û bijîşk jî li gorî hejmara nexweşan pere digirtin. Li gorî vê jî divê bijîşk di demeke kurt de gelek nexweşan muayenê bike. Êdî tişta girîng ne nexweş in, hejmara nexweşa ne.”
‘Bijîşk di nav 10 deqîqeyan de nexweşan muayene dikin’
Dundar qala Pergala Performansê jî bi van hevokan anî ziman: “Piştî ku Pergala Performansê ket meriyetê pergala randewûyê jî ket meriyetê. Ji bo xizmeteke wekhev û adilane pergala randewuyê girîng bû. Lê belê pergal hîn pirsgirêkan jî bi xwe anî. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê divê bijîşkek herî kêm 20 deqîqeyan nexweşên xwe muayene bike. Lê bi pergala randewûyê bijîşk tenê di nav 10 deqîqeyan de nexweşan muayene dike. Li cihek nehatiye dîtin ku psîkologek di nav 10 deqîqeyan de teşhîsek deyne, ji ber ku bijîşk dê li gorî hejmara nexweşan pere bigire di nav 10 deqîqeyan de nexweşên xwe muayene dike. Her wiha ji ber vê pergalê û ji ber tehlîlan gelek nexweş berê xwe didin nexweşxaneyên taybet. Nexweş ji bo ultrason, tomografî û MR’ê diçîn nexweşxaneyên taybet. Ev tişt jî dibe sedema nexweş pereyek zedê xerç bike.”
‘Ji ber pergalê bêtir serî li beşa lezgîniyê didin’
Di berdewamê de Dundar daneyên Wezareta Tenduristiyê ya sala 2018’an parve kir û wiha domand: “Bi giştî 782 milyon 515 hezar kes di sala 2018’an de serî li nexweşxaneyan da ne. Lê li Tirkiyeyê 80 milyon kes dijî û ev tê wê wateyê ku di mehekê de bi qasî hejmara welat serî li nexweşxaneyê hatiye kirin. Ji sedî 25 kes serî li beşa lezgîniyê da ne. Herî kêm kesek di nav salê de 4 an jî 5 caran serî li beşa lezgîniyê dide. Ez bijîşka beşa lezgîniyê me û ez dikarim bêjim ku tenê ji sedî 10 nexweş rewşa wan lezgînê lê ji sedî 90 kes ji ber pergala randewûyê serî li beşa lezgîniyê didin. Nexweş bi mehan li benda dora xwe dimînin biçin tedawî bibînin. Di vî aliye de herî zedê kesên ku ji dûrê nexweşxaneyan dijîn bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Bi taybetî nexweşên ku li gund tên, ji neçariyê berê xwe didin beşa lezginî.”
Xebatkarên tenduristiyê rastî tundiyê tên
Dundar da zanîn ku xebatkarên tenduristiyê her tim bi êrîşan re rûbirû dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo xizmeteke baş a tenduristiyê divê navbera bijîşk û nexweşan de têkiliyeke baş hebin. Lê pergala ku heyî vî tiştî ji holê rakiriye. Ji ber vê sedemê jî gelek bijîşk bi tundiya nexweş an jî xizmên nexweşan re rûbirû dimînin. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya sala 2017’an de herî kêm 31 xebatkarên tenduristiyê rastî tundiyê hatine. Her wiha li gorî pergala ‘Kodê Spî’ di sala 2018’an de heta niha ji sedî 70 hezar xebatkarên tenduristiyê bi tundiya devkî, fîzîkî û derûniyê re rûbirû hatine. Piştî ku Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê (SABÎM) bû cihê gilî kirinê vê demê di navbera nexweş û xebatkarên tenduristiyê de cudakarî dest pê kir.”
‘Xizmeta tenduristiyê bûha bû…’
Dundar diyar kir ku her ku diçe pereyên ku ji bo tenduristiyê tên dayîn zêdetir dibe û wiha daneyan parve kir: “Ji bo xizmeteke baş divê derûniya bijîşkan baş bibe, her wiha divê hejmara xebatkarên qada tenduristiyê jî bê zêdekirin û divê mirov qala mesrefa tenduristiyê jî bike. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), li gorî sala 2018’an îsal ji sedî 17.5 di qada tenduristiyê de bûhabûn çêbûye. Nexweşên ku ji bo muayeneyê diçin nexweşxaneyên dewletê di ketina nexweşxanê yê yan jî li dermanxaneyê neçar dimînin ku pere bidin. Pereyê ku em xerç dikin heke 100 lîre be em ji sedî 69’î vê em didin. Herî zêde jî pere ji berîka me derdikeve. Ên ku dibêjin xizmeta tenduristiyê bêpereyê bila bên berika welatiyan binêrin.”
‘Divê polîtîkayên tenduristiyê biguher in’
Dundar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên tenduristiyê û wiha bi dawî kir: “Divê Wezareta Tenduristiyê polîtîkayên xwe yên nêzikatiya nexweşan, pergala nexweşxaneyan û şert û mercên xebatên yên xebatkarên tenduristiyê li ber çavan derbas bike. Her wiha ji ber ku di qada tenduristiyê de gelek xebatkar û kedkar hatin îxraçkirin pirsgirêk mezin derketin holê û divê dev jî wan polîtîkayên îxracê bên berdan. Her wiha divê pirsgirêkên çûyîn û hatina nexweşan a li nexweşxaneyan jî bê çareserkirin. Ji ber ku gelek nexweşxane li dûrê bajêr tên avakirin û ev tişt ji bo nexweş û ji bo xebatkarên tenduristiyê bi pirsgirêk in. Nexweşxane bûne cihê bazirganiyê û divê ev tişt ji holê rabin.” AMED