Nexweşxaneya Ferman a bajarê Qamişlo banga lezgîn a daxwaza xwînê ya cureya AB Rh (+) kir
Heyva Sor a Kurd û Xaça Sor a Navneteweyî îro xwe gihandin Serêkaniyê û tevî cenazeyên 4 şehîdan, 30 kesên birîndar jî ji Serêkaniyê derxistin. Welatiyên birîndar ên ku rewşa wan giran, li nexweşxaneyên Qamişlo hatin belavkirin.
Têkildarî mijarê Nexweşxaneya Ferman a Qamişloyê daxuyaniyek da û banga lezgîn a cureya xwînê ya AB Rh (+) kir. QAMIŞLO