Li Rojhilata Navîn kaos û qeyraneke mezin tê jiyîn. Di nava vê kaos û qeyranê de têkoşîna gelan jî bi awayekî biryardar didome. Li aliyekî hêzên emperyal û modernîteya kapîtalîst, li aliyekî hêzên statûkoparêz ên ku dixwazin hebûna xwe biparêzin û li aliyekî jî Hêza Azadiya Gelan ku bi pêşengiya Tevgera Kurdistanî tê meşandin, di nava têkoşîneke bêhempa de ne.
Di vê têkoşînê de, ji bo serkeftina gelên bindest ên Rojhilata Navîn, dê yekitî û hevgirtina hêzên Kurdistanî ku alîgirên demokrasiyê ne, diyarker be. Ji ber ku gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî gelên kurdistanî bi tovên jehrî yên netewe-dewletan û qirkirinên hovane re rû bi rû ne, pergala netew-dewletiyê ku sed sal berê ji aliyê hêzên emperyalîst ve li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê hat avakirin, îro êdî nikare hebûna xwe bidomîne.
Ew kincê ku Modernîteya Kapîtalist bi darê zorê li gelê herêmê kiribû, ne li gorî rastiya gelan e. Ew kincê ku bi feraseta netewe-dewletî bi nîjadperestî hatiye neqişandin, ne li gorî dîrok, çand û baweriyên gelên kurdistanî ne.
Mezopotamya, ya ku bexçeyê gel û baweriyan e, ji destpêka dîrokê heta vê demê dayiktî û malovanî ji gel û civakan re kiriye, bi feraseta yek netewe, yek al, yek ol û yek ziman hatiye jehrîkirin û dixwazin hemû kulîlkên rengîn ên vê erdnîgariyê bi jehra netewe-dewletî û nîjadperestiyê ji holê rakin û tune bikin.
Îro, êşên ku tên kişandin, şer û pevçûnên ku bi feraseta yek, yek, yek’ê bi pêş dikevin tovên vê dagirkeriya kapîtalîst in.Tevgera Azadiyê li hember hemû cureyên nîjadperestiyê têkoşîna neteweya demokratîk dimeşîne. 40 sal in li hemberî modernîteya kapîtalîst û paşverûtiyê şerekî dijwar didomîne.
Îro jî ev têkoşîn, bi taybetî li rojava, şerê li hemberî hovîtiya DAÎŞ’ê û hevalbendên wê, li çar aliyê welat bi awayekî biryardar hat meşandin û didome. Serkeftinên ku li Kobanê û Şengalê hatin bidestxistin, di encama ked, berdêl û lehengiyên mezin de hatine bidestxistin.
Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî axa Sûriyeyê di rastiya xwe de êrîşên li hemberî destkeftiyên gelê kurdên Rojava ne. Çawa ku ji avabûna komarê heta vê demê çi bi qirkirina spî çi jî bi qirkirina sor, li ser gelê kurd bi dehan caran bi hovîtî, siyaseta înkar û tunekirinê hatiye meşandin, îro jî di kesayetiya Efrîn, girê spî û axa başûr de dixwazin li ser gelê kurd û kurdistanî qirkirinên sor pêk bînin, xwîna gelan birêjin û gelan tune bikin.
Hem li ser gelan van hovîtiya pêk tînin hem jî bêşerm û fedî dibêjin em xweşk û birayên hev in. Hem jî 99 sal in di serî de gelê kurd, zimanê gelan qedexe dikin, dîrok û baweriyên gelan tune dikin, hem jî dibêjin em xweşk û birayên hev in. Heke em xweşk û birayên hev in, çima li her bajarekî Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran dibistanên ku perwerdehiya bi zimanê tirkî tê dayîn hene û yek dibistaneke ku ji aliyê dewletê ve hatiye vekirin û bi zimanê kurdî perwerdehî tê dayin tune ye. Ev tenê mînakek e.
Di herikîna dîrokê de tim û tim ji bo ku gelê tirk bixapînin û qeyranên ku dijîn bincil bikin û veşêrin, êrîşê gelê kurd dikin û van êrîşên xwe yên nîjadperest, weke neteweperweriya tirkîtiyê pêşkêşî gelê tirk ê xapandî dikin.
Ev nêzîkatiya înkar û tunekirina gelê kurd hîn jî berdewam e. Niha jî ji bo ku ev qeyrana aborî ya ku li Tirkiyeyê tê jiyîn û gelên Tirkiyeyê bi birçîbûnê re rû bi rû ye veşêrin, dîsa êrîşê başûrê Kurdistanê dikin û van êrîşên ku li ser axa gelê kurd pêk tînin, weke welatperwerî pêşkêşî civaka Tirkiyeyê dikin.
Lê êdî ji bo desthilata AKP-MHP’ê kum ketiyê gurî derketiye. Ango rastiya niyet û mexsedên wan ên qirêj ji aliyê gel û civakê ve hatiye dîtin û durûtî û xapînokiya wan li ber çavan e. Gel baş dizane ku ev êrîşên savsor û çavtarîbûna wan ji tirs û xofa wan a hatina dawî ya desthilata wan e.
Gel li benda hilbijartinê ye ku AKP-MHP’ê jî weke desthilatên beriya wan bişînin sergoyê dîrokê ku careke din qet venegerin ku yek bejê hebû, hezar bêjin tunebûn…