Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Nêzî 100 hezar kes bi vîrûsa koronayê mirin

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) niha li seranserî cîhanê belav bûye. Ji ber şewba koronayê rojane bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin. Li gorî nexşeya demkî ya rast a Zanîngeha John Hopkîns a amade kirî, ji saet 14:30’an ve milyonek û 613 hezar kes bi vîrûsê ketin û ji van 97 hezar kes jê mirine.

Li gorî daneyên AFP’ê roja înê saet ji 13:00’an ve li Ewropayê bi kêmanî 67 hezar û 247 hezar kes bi şewba koronayê mirin. Li parzemîna Ewropayê heta niha herî kêm 826 hezar û 389 kes bi şewbê ketine.

* Li DYA û Kanadayê 486 hezar û 992 kes bi vîrûsê ketine û 17 hezar û 212 hezar kes jî mirine.

* Li Asyayê 130 hezar û 415 kes bi vîrûsê ketine û ji van heta niha 4 hezar û 603 kes jê mirine.

* Li Rojhilata Navîn 91 hezar û 327 hezar kes bi vîrûsê ketine û 4 hezar û 493 kes jî mirine.

* Li Amerîkaya Latîn û Karayîpan jî 50 hezar û 589 kes bi vîrûsê ketine û 2 hezar û 90 kes jî mirine.

* Li Efrîqayê 12 hezar û 260 kes bi vîrûsê ketine û ji van 640 kes jê mirine.

* Li Okyanûsyayê jî 7 hezar û 282 kes bi vîrûsê ketine û 59 kes heta niha mirine.

Li gorî çend welatan jî hejmara kesên bi vîrûsê ketin û yên pê mirin wiha ne;

* Li welatê Îtalyayê 134 hezar û 600 kes bi vîrûsê ketin û 18 hezar û 279 kes mirin.

* Li Spanyayê 157 hezar kes bi vîrûsê ketine û 15 hezar û 843 kes jê mirine.

* Li Fransayê 119 hezar kes bi vîrûsê ketine û bi kêmanî 12 hezar û 210 kes jê mirine.

* Li Belçîkayê 26 hezar û 700 kes bi vîrûsê ketine û ji van nêzî 3 hezar jê mirine.

* Li DYA’yê 466 hezar kes heta niha bi vîrûsê ketine û ji van 16 hezar û 500 kes jê mirine.

* Li Ingilistanê 66 hezar kes bi vîrûsê ketine û herî kêm 7 hezar kes mirine.

* Li Îranê herî kêm 68 hezar û 192 kes bi vîrûsê ketine û 4 hezar û 232 kes jî mirine. Li gorî muxalîfan bi kêmanî 35 hezar kes mirine.

* Li Rûsyayê 11 hezar û 917 kes bi vîrûsê ketine û ji van heta niha 94 kes jê mirine.

* Li Tirkiyeyê ji 10’ê adarê ve 42 hezar û 282 kes bi vîrûsê ketine û 908 kes jî mirine.

Herêmên di bin karantînayê de

Li taxa Rûnexwir a navçeya Seravê û taxa Şeytanava ya Ebex ên Wanê ji ber vîrûsa koronayê xistine karantînayê. Kesê ji Umrê vegeriya û li Ispartayê demekê xistin karantînayê, di 3’yê nîsanê de hat taxa Rûnexwir û di 9’ê nîsanê de mir. Piştî vê yekê tax xistin karantînayê. Li 2 taxan ketin û derketin xistin bin kontrolê. Piştî xatên Rûnexwir û Şeytanava xistin karantînayê heta niha li Wanê 14 war xistin karantînayê. Gundên berê xistibûn karantinayê wina ne: “Xaşkan û 7 mezrikên wê, Hozî û mezrika Belliyurt, Xirabe, Xan, Çemik û Tellîkaya.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar