Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Nêzî 17 hezar kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan |

Malpera înternetê ya bi navê ‘Worldometers’ daneyên dawîn ên vîrûsa koronayê (Covîd-19) bi raya giştî re parve kirin. Malperê ragihand ku ji 24’ê adarê ve 16 hezar û 538 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane û 382 û 126 kes jî bi vîrûsê ketine.

Hin geşdanên 24 saetên dawîn ên vîrûsa koronayê ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku wê weke şoba global îlan kiriye, li seranserê cîhanê wiha ne:

TIRKIYE

Wezîrê tenduristiyê yê dewleta tirk Fahrettîn Koca da zanîn ku 7 kesên din ji ber vîrûsa koronayê mirin û bi vê yekê re hejmara miriyan bû 37. Koca got ku 293 kesên din jî bi vîrûsê ketine û hejmara kesên bi vîrûsê ketine jî derketiye hezar û 529 kesan.

ÎTALYA

Yek ji welatên herî zêde bi vîrûsa koronayê bi bandor bûye jî Îtalya ye. Li Îtalyayê di 24 saetên dawîn de 601 kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Bi vê yekê re hejmara kesên ku ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane li welat derket 6 hezar û 77 kesan. Her wiha 63 hezar û 927 kes jî bi vîrûsa koronayê ketine.

ÎRAN

Li Îranê 127 kesên din ji ber vîrûsa koronayê mirin. Bi vê yekê re hejmara miriyan derket hezar û 812 kesan. Testa 19 nûçegîhanên Saziya Radyo û Televîzyonan a Îranê (IRIB) jî pozîtîf derket. Li paytexta Îranê Tehranê jî vekirina kargehan hate qedexekirin.

ÇÎN

Li welatê Çînê ku vîrûsa koronayê li wir hatibû dîtin, hejmara bûyeran gihişt 81 hezar û 171 kesan. 7 kesên din jî li welat ji ber vîrûsê mirin û bi vê yekê re hejmara kesên bi vîrûsê mirin derket 3 hezar û 277 kesan.

DYA

Li Amerîkayê jî roj bi roj encamên vîrûsê girantir dibin. Li welat 46 hezar û 145 bûyerên vîrûsê hene û heta niha 582 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye. Li Serwîsa Nepen a ji ewlehiya serok Donald Trump û malbata wî berpirsyar jî bûyereke din a vîrûsê hate tespîtkirin.

ALMANYA

Li Almanyayê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketin 29 hezar derbas kir. Her wiha heta niha 123 welatiyan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. Testa serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî negatîf derket. Lijneya wezîran, pakêta kemkirina bandora vîrûsê ya li ser kesan û şîrketan a 750 milyar euroyî erê kir.

SPANYA

Vîrûsa koronayê li Spanyayê jî roj bi roj belavtir dibe. Li gorî daneyên fermî, di rojekê de li Spanyayê 462 kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan û bi vê yekê re jî hejmara miriyan derket 2 hezar û 311 kesan. Li Madrîdê ji ber ku definkirina miriyan sekînî, biryar hat dayîn ku cenaze li pîstên bûzê bên rawestandin.

MISIR

Hat zanîn ku li welatê Misirê ji ber vîrûsa koronayê fermandarekî paye bilind ê Artêşa Misirê jiyana xwe ji dest daye.

AWUSTRALYA

Li Awustralyayê jî biryar hat dayîn ku ji bilî cihên ku pêwîstiyên jiyanî lê tên bersivandin, hemû kargeh bên girtin. Li welat heta niha 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û hejmara bûyerên vîrûsê jî derketiye hezar û 609 kesan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar