PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Nêzî du meh in ciwan di çalakiyê de ne

Li dijî êrîş û dagirkeriya artêşa tirk 42 roj in li Binarê Qendîlê û 32 roj in jî li herêma Biradostê ciwanên başûrê Kurdistanê dest bi çalakiya mertalên zindî kirine û ciwanan her roj bang dikin û dibêjin ‘Roj roja yekitiyê ye.’

Piştî ku dewleta tirk a dagirker di 27’ê Gulanê de li dijî herêma Xakûrkê dest bi operasyonê kir, Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparên Kurdistanê li dijî van êrîşan bi dirûşam ‘Em ê Kerkûk, Xakûrk bikin biheşt, û welatê xwe ji bo dagirkeran bikin dojeh’ dest bi çalakiyên mertalên zindî kirin û ev çalakiya ciwanan nêzî du meh e didome.

Ev çalaki berdewamiya çalakiyên sala 2018’an e. Dema ku dewleta tirk a dagirker di sala 2018’an de êrîşî başûrê Kurdistanê kir, Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparên Kurdistanê wê demê jî li Binarê Qendîlê sê mehan çalakiya mertalên zindî berdewam kiribûn.

Li Qendîl û Biradostê çalakiya mertalên zindî

Piştî ku dewleta tirk dest bi êrîşan kir, carek din ciwanên welatparêz û têkoşer ên Başûr dest bi çalakiyê kirin, lê vê carê çalakiya xwe li du deveran berdewam dikin. Çalakiya yekem a ciwanan di 14’ê hezîranê de li Binarê Qendîlê, çalakiya duyemîn jî di 24’ê hezîranê de li Biradostê dest pê kir.

Ciwan bi armanca ku pêşî li van êrîşan bigirin, ji Kerkûk, Silêmanî, Çemçemal û hinek deverên din ên Başûr kombûn û bere xwe dan Binarê Qendîl û Herêmên Parastina yên Medya yê. Ji bilî ciwanên Başûr, ciwanên ji rojava, bakur û rojhilatê Kurdistanê tevî ciwanê enternasyonalîst jî beşdarî çalakiyê bûne.

Piştgiriya pêkhateyên Başûr

Ji roja çalakiya mertalên zindî destpêkirî heta îro ji gelek deverên Başûr şandeyên aliyên siyasî, Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmanî, ciwan, rêxistin, oldar, pîrên Zerdeştiyan, nûnerên Kakeyiyan, êzidî û terîqeta neqşebendî ji bo piştgiriyê serdana çalakiya mertalên zindî kirin û piştgiriya xwe bi çalakiya ciwanan re anîn ziman. Ev serdanên piştgiriyê rojane berdewam dikin.

Her wiha gelek pêşmergeyên dêrîn jî bi armanca piştgiriyê ji Kerkûk, Silêmanî, Qerehincîr, Bazyan, Şarbajêr, Germiyan û Ranyayê serdana ciwanan kirin piştgiriya xwe bi ciwanan û gerîla re anîn ziman û gotin ‘pêşmergeyên dêrîn çawan ku li dijî dagirkeriyê şer kirin, dê îro jî li dijî dagirkeriyê bêdeng nebin û li gel xwişk û birayên xwe yên gerîla cih bigrin.’

Rojane welatî û koçerên herêma Biradostê serdana çalakvanan dikin û piştgiriya xwe bi çalakiya ciwanan re tînin ziman.

Çalakiya Mertalên Zindî yekem çalakiya sîvîlan e

Çalakiya Mertalên Zindî li herêma Biradostê ku ji 24’ê hezîranê ve destpêkiriye, wek yekem çalakiya sivîlan a li dijî dagirkeriyên dewleta tirk tê binavkirin. Xelkê herêmê tevî ku dibin zextek zede ya asayîşa PDK’ê û bombebaranên artêşa tirk de ye jî, lê rojane gelek welatî ji bo piştgiriyê serdana çalakvanan dikin.

Çalakvanê Mertalên Zindî Sîpan  Zagros, têkildarî serdanên piştgiriyê yên welatiyan wiha got: “Xelkê herêma Biradostê serdana me dikin. Ev yek hêz û moral dide me. Welatiyên ku serdana me dikin, gelek jiwan dixwazin li vir li cem me bimînin, lê ji ber zextên asayîşa PDK’ê neçar in vegerin.”

Ciwan diyar dikin ku heya metirsî û êrîşên dagirkeriyê berdewam bikin ew jî wê çalakiya xwe berdewam bikin. Sîpan Zagros wiha bang li gelê kurd kir: “Banga me ji bo tevahî gelê kurd ew e ku bêdeng nebin û bihevre li dijî dagirkeriyê rabin. Ji ber ku roj roja yekitiyê ye. Her wiha em bang li ciwanên herêma Biradostê dikin ku beşdarî çalakiya Mertalên Zindî bibin.”

Di dema serdana welatiyan ji bo çalakgeran de, ciwan armanca çalakiya xwe ji wan re vedibêjin û li ser dîroka Kurdistan û êrîşên li ser Kurdistanê perwerde dibinin. Her wiha ciwan beşek ji demê xwe ji bo lîstina topê û gotina stranan veqetandine.

Ciwan parastinê dikin, asayîşa PDK’ê jî wan binçav dike

Ji roja ku çalakiya mertalên zindî destpêkirî ve rojane asayîşa PDK’ê li Hewlêr, Zaxo û Duhokê gelek caran welatiyên ku dixwazin serdana çalakgeran bikin, asteng dikin û heqaretê li wan dikin. Asayîşa PDK’ê ciwanek bi navê Eyub Xelîl yê xelkê Kerkûkê ye, di 24’ê hezîranê de beşdarî çalakiya mertalên zindî ya li Biradostê bibû, di dema vegerê de li Sîdekanê girtin. Eyûb Xelîl ji wê rojê ve nehatiye berdan û asayîşa PDK’ê tu bersîvek jî nedaye malbata wî.

Bi pêşengtiya ciwanên Başûr çalakvanên mertalên zindî bi dirûşma ‘Em ê Kerkûk, Xakûrk bikin biheşt, û welatê xwe ji bo dagirkeran bikin dojeh’ dest bi çalakiyê kirine û diyar dikin ku heya êrîş li ser xaka Başûr berdewam bikin, ew jî dê dest ji çalakiya xwe bernedin. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar