Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Nêzikatiya AKP’ê ya li hemberî girtiyan sûcê li dijî mirovahiyê ye

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) roj bi roj li her devera cîhanê berbelav dibe. Yek ji welatên ku vîrûs lê zêde belav bûye jî Tirkiye ye. Her çiqas hikûmeta AKP-MHP’ê hewl bide daneyên rastîn ên mirin û bûyerên pêketina vîrûsa koronayê veşêre jî, çavkaniyên cuda yên tenduristiyê dibêjin ku hejmara rastîn ji ya tê diyarkirin gelek zêdetir e. Li Tirkiyeyê weke ku tê zanîn girtîgeh di rewşên wiha yên şewban de qadên herî xetere ne. Ji ber ku bi hezaran girtiyên nexweş hene û di hêla derfetên paqijî û tenduristiyê de jî qadên herî talûke ne.

Ji ber vîrûsa koronayê di serî de li Îranê, li gelek welatan bi dehhezaran girtî hatin berdan. Lê li dewlet tirkan heta niha tevî ku zêdetîrî 300 hezar girtî hene, tu gav nehatine avêtin. Tê gotin ku hikûmeta AKP-MHP’ê hewl dide pakêteke darazê ya 3’yemîn bîne meclisê. Di pakêtê de ji bo girtiyên tecawizkar, îstîsmara zayendî kirin, tiryakfiroş û gelek sûcên din efû heye lê girtiyên siyasî li derveyî vê pakêtê hatine hiştin.

Hunermendên kurd bang li hikûmetê kirin

Têkildarî mijarê ji hunermandan heta xizmên girtiyan û gelek derdorên cuda, bertek hene û ev derdor dixwazin ku divê di serî de girtiyên nexweş û yên siyasî, hemû girtî bên berdan. Di vê çarçoveyê de hunermendên weke Xanemîr, Hozan Kawa, Ehsan Xelîkan, Bengî Agirî, Şirîn Alma, Jiyan Arjîn, Zahîr Loran, Hozan Berbang, Şêrko Kanîwar, Yilmaz Guneylî û Serhat Gimgim bi rêya malbatên girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimînin, bang li rayedarên dewlet û hikûmetê kirin ku li dijî talûkeya vîrûsa koronayê hemû girtî bên berdan.

‘Divê hemû kes ji pakêta darazê sûdê bigire’

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Peyas a Amedê Besîle Narîn ku hevjînê wê Seyîd Narîn di girtîgehê de ye têkildarî mijarê axivî. Narîn got ku li girtîgehan di her odeyekê de derdora 25-30 mirov dimînin û wiha domand: “Di vê rewşê de nepêkane ku cihekî paqij be. Her wiha alavên paqijiyê kêm in. Heke vîrûs li girtîgehan belav bibe, kes nikare ji wir bi saxî derkeve. Mirovên nexweş, mirovên temen mezin û dayikên bi zarok hene. Divê bê ferq û cudahî, hemû girtî bên berdan. Yek kes jî bi vîrûsê bikeve, xelasiya temamiya girtîgehê namîne. Divê hiqûq ji bo her kesî be. Divê hemû kes ji pakêta darazê sûdê bigire.”

‘Xetereyeke mezin li ser girtîgehan heye’

Hevserokê Marmara TUHAY-DER’ê Husnu Taş jî bal kişand ser talûkeya vîrûsa koronayê û diyar kir ku ger ev vîrûs li girtîgehan belav bibe, dê nikaribin pêşiya wê bigirin. Taş xwest ku demek beriya demekê hemû girtî bên berdan. Taş destnîşan kir ku li gorî rapora Komeleya Hiqûqê ya ji bo Azadiyê (OHD), li girtîgehên herêma Marmarayê Covîd-19 belav bûye û ev jî xetereyeke mezin e. Taş xwest ku hemû girtiyên siyasî bên berdan.

‘Ger vîrûs belav bibe dê bibe sedema mirina bi hezaran girtiyan’

Yek ji girtiyên rewşa wî di xetereyê de jî Muzaffer Oflas ê 21 salî ye. Oflas di 16 saliya xwe de bi îdiaya ‘Êndamê rêxistinê ye’ hate girtin û 10 sal ceza lê hate birîn. Oflas niha jî di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye.  Dayik Oflas, wî Besna Oflas diyar kir ku ger vîrûs li girtîgehan belav bibe dê bibe sedema mirina bi hezaran kesan û xwest ku di zûtirin dem de hemû girtî bên berdan. Oflas destnîşan kir ku li girtîgehan xizmeta tenduristiyê kêm e û şert û mercên wan nebaş in.

‘AKP sûcê li dijî mirovahiyê dike’

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî jî bertek nîşanî pakêta darazê ya AKP-MHP’ê da û got: “Tiştê ku îktîdar dike, sûcê li dijî mirovahiyê ye. AKP karesatan weke firsend bi kar tîne. Divê hemû girtîgeh bên valakirin. Lê belê bi pakêta 3’yemîn a darazê re biryareke siyasî dane. Xuyaye ku dê li meclisê jî bê qebûlkirin. Gel dixwaze ku girtiyên nexweş, zarok û hemû girtî bên berdan. Di rewşa heyî de bi sedhezaran girtî bi mirinê re rû bi rû dimînin. Di girtîgehan de 457 jê giran, hezar û 333 girtiyên nexweş û 3 hezar û 280 pitik û zarok û 7 hezar jî girtiyên siyasî hene. Kapasîteya girtîgehan 220 hezar e lê 300 hezar girtî hene. Em ê vê pakêtê qebûl nekin. Divê dev ji vê nêzikatiyê berdin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar