Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Nêzîkatiya ‘durû’ ya li diji dayikên kurd

Rayedarên dewletê ku li aliyekî çalakiyên Xizmên Windayan qedexe dikin, li aliyekî dayikan bi erdê re kaş dikin, li aliyekî cenazeyê dayika kurd 7 rojan li erdê dihêlin; li aliyê din bi hemû hêza xwe hin kesan arasteyî avahiya HDP’ê dikin û dixwazin çalakiya rûniştinê li dar bixin. Li derdora wan nobetê digirin û wan diparêzin

Di 19’ê Tebaxê de Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariyên HDP’ê yên Wan, Amed û Mêrdînê kirin. Piştî çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman zêde bûn, Midûriyeta Polîsan û Ajansa Anadolu bi hevre di 22’ê tebaxê de dayika 70 salî Hacîre Akar a ku kurê wê yê 21 salî Mehmet Akar çend roj bûn nediçû malê bi îdîaya “HDP’ê kurê wê revandine” şandin pêş avahiya HDP’ê ya Amedê. Polîsan, di 22’ê tebaxê de Hacîre Akar arasteyî pêş avahiya HDP’ê ya Amedê kirin û Ajansa Anadolu jî wê kir manşet. Roja din hemû ajans û rojnameyên hawiz çalakiya Hacîre kirin manşet. Di 23’ê tebaxê de Mehmet Akar, li Amedê roportaj da ajansa MA’yê û diyar kir ku ew li Amedê ye û kesî wî nebiriye çiyê. Îdîayên der barê xwe de derewandin. Roja dîtir Mehmet Akar çû Midûriyeta Polîsan a Amedê û îfade da. Piştî 8 rojan di bin çavan de ma û cezayê hepsa malê danê. Piştî Akar hat binçavkirin Hacîre dawî li çalakiya xwe anî.

Piştî Hacîre Akar çû malê vê carê Fevziye Çetînkaya û hevjînê xwe Şahap Çetînkaya ku ji kurê xwe S. Çetînkaya agahî nedigirt û Remziye Akkoyûn a bi îdîaya 4 sal berê kurê wê Azat Akkoyun şandine çiyê di 2’yê îlonê de li ber HDP’ê rûnişt.  Piştre malbata leşker Muslum Altintaş ê di 2’yê cotmeha 2015’an de dema li navçeya Pilumoriya ya Dêrsimê leşkerî dikir HPG’iyan di kontrola rê de ew girt û malbata leşker Vedat Kaya yê di 24’e tîrmeha 2015’an de HPG’iyan ew ji Navçeya Licê ya Amedê girtin û malbata Sedat Yabalik ê HPG’iyan di 28’ê tirmeha 2015’an de ew girtin tev li çalakiya li pêş avahiya HDP’ê bûn.

Çalakî ji HDP’ê re qedexe ne lê…

Ji 24’ê tîrmeha 2015’an heta niha piştî OHAL hat îlankirin hemû cureyên çalakiyên HDP’ê ji aliyê walîtiyê ve hatin qedexekirin. Çalakiya Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê hat qedexekirin. Çalakiya Xizmên Windyan û parazvanên mafên mirovan li Amed, Êlih û hin cihên din qedexe kirin. Çalakiyên dayikan ên ji bo greva birçîbûnê ya li pêş avahiya HDP’ê qedexe kirin. Lê li aliyê din çalakiyên dayikên leşker û polîsên hatin revandin li pêş avahiya HDP’ê di bin parastina polîsan de didome. Polîs xwarinê ji malbatên li pêş HDP’ê rûniştinê re temîn dike.

Nêzîkatiya rayedarên dewletê

Xizmên Windayan û Dayikên Şemiyê, yên di salên 1990’î de ji aliyê JÎTEM’ê ve hatin revandin û hêj hestiyên wan nediyar e, ji bo aqûbeta zarokên xwe bipirisin, bi salan de çalakiyan li dar dixin. Piştî OHAL’ê qadên çalakiyê li wan hatin xedexekirin. Dayik û Xizmên Windayan ji ber qedexeyan neçar in çalakiyên xwe li hundir li dar bixin. Di 20’ê tîrmeha 2018’an de û di îlona 2018’an de jî Dayikên Şemiyê ji aliyê “Waliyê Super ” ve rastî astengiyan hatin. Piştî qedexeyan Dayikên Meşiyê ku li Qada Galatasarayê çalakî li dar dixistin, piştî tebaxa 2018’an Qada Galatasarayê li wan qedexe kirin. Polîsan di 30’ê tebaxê de dayika Hasan Ocak ê hat windakirin Emîne Ocak  li erdê kaş kiribû û helwesta dewletê nîşan dabûn.

Dayikên ku li dijî tecridê ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  li pêş girtîgehan xwestin nobetê bigirin dîsa ji aliyê polîsan ve li erdê hatin kaşkirin. Dayikên girtiyan rastî lêdana polîsan hatin û polîsan dayik bi erdê re kaş kirin.

Medya tundiya polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê, Xizmên Windayan û dayikên zarokên wan girtî nedîtin lê dayikên ku li pêş avahiya HDP’ê çalakî li dar xistin di manşeta sereke de dîtin. Bi taybetî Ajansa Anadolu (AA) û medya hawiz hemû bi yek devî kirin manşet û rastî veşartin.

Medya hawiz cenazeyê dayika Taybet ku 7 rojan li kolanan ma jî nedîtibûn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar