Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Nifteya çareseriya aloziya Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye’

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Beşîr Mele Newaf anî ziman ku dewleta tirk li Îmraliyê hemû mafên Ocalan binpê dike. Newaf diyar kir ku her çiqas dewleta tirk tecrîdeke giran danîbe ser Ocalan jî, baş dizane ku nifteya çareseriya aloziya Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Mafên hevdîtinê yên bi parêzer û malbatan re jî bi hincetên cuda tên astengkirin. Di vê çarçoveyê de dewleta tirk di 21’ê cotmehê de ‘cezaya disiplînê’ li Ocalan û girtiyên din birî. Têkildarî tecrîda li ser Ocalan, Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Beşîr Mele Newaf ji ANHA’yê bi Silava Abdulrehman û Basil Reşîd re axivî.

Beşîr Mele Newaf anî ziman ku ger mirov li dîroka dewleta tirk binihêre, mirov rengê nijadperestiyê, helandina gelan, qirkirina netewan û kêmnetewan dibîne û wiha domand: “Komkujî li dijî gelên herêmê pêk anîne. Ew ji mal û warên wan koçber kirine. Gelên herêmê yên di bin desthilata Osmaniyan de rêya çareseriya doza xwe, veqetîna ji wê dîtin.”

Tirsa dewleta tirk a li dijî kurdan

Di berdewamê de jî Newaf bi lêv kir ku hejmara kurdan li Tirkiyeyê zêde ye û wiha pê de çû: “Lewma jî dewleta tirk ditirse. Ji ber vê yekê heke guhartineke siyasî yan jî civakî li Tirkiyeyê çêbibe, dê dawî li komara tirk bê. 40 sal berê heta niha Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi saya Rêber Ocalan li dijî  siyaseta çewisandinê ya dewleta tirk disekine. Bi têkoşîna xwe karin qed û bendên desthilata tirk li dijî gelê kurd dane ferzkirin, bişikînin.”

‘Hemû mafên Rêbertiyê tên binpêkirin’

Bi domdarî jî Mewaf diyar kir ku dewleta tirk rola Ocalan baş dizane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lewma jî ev 20 sal in ew dîlgirtine. Dixwazin Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê têk bibin. Li Îmraliyê Rêbertiyê ji hemû mafên wî bêpar dihêlin. Ev yek jî binpêkirina mafên mirovan û qanûnên navdewletî ye. Bi desptêkirina ‘Bihara Gelan’ a li Rojhilata Navîn re dewleta tirk rola civaka kurd baştir nas kir. Perspektîfên Rêbertiyê dahurand. Tevî tecrîdê jî dewleta tirk baş dizane ku nifteya çareseriya li Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar