Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Niha dema azadkirina Rêber Apo ye’

KCK’ê derbarê bidawîkirina grevên birçîbûnê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û wiha got: “Niha dema azadkirina Rêber Apo ye. Li ser esasê hilweşandina faşîzmê divê têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyeyê û azadkirina Kurdistanê were geşkirin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû bidawîkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Ocalan di hevdîtina 22’ê gulanê de bi rêya parêzerên xwe gotiye ku çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê gihiştiye armanca xwe û ev tişt hat gotin: “Li ser vî esasî çalakgerên greva birçîbûnê yên li girtîgeh, derveyî welat û Kurdistanê diyar kirin ku wan çalakiyên xwe bi dawî kirine û çalakgeran bal kişandine ser vî tiştî heta ku faşîzm were hilweşandin û Kurdistan were azadkirin dê têkoşîn û berxwedana xwe bi rêyên cihê bidomînin.”

Şehîdên greva birçîbûnê bi bîr anîn

KCK’ê destnîşan kir ku ew di serî de Leyla Guven hemû berxwedêran ji ber vê çalakiya wan a serkeftî pîroz dikin û wiha domand: “Em rêhevalên xwe Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Medya Çinar, Zehra Saglam, Yonca Akici, Sîrac Yuksek Mahsûm Panay ên di pêvajoya greva birçîbûnê çalakiyên fedaî li dar xistibûn, bi hurmet bi bîr tînin.”

Berxwedana dayikan hat silavkirin

Her wiha KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Di têkoşîna şikandina tecrîdê de dayikên me yên laçikspî li ber xwe dan û em wan bi hurmet silav dikin. Em soza xwe dubare dikin ku wê hesreta wan a Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk pêk were. Wê daxwaza edalet û azadiyê ya dayikan li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêk were. Wê wijdana dayikên me, li ser vê axê bibe çanda bingehîn.

Dayikên me û zarokên wan ên di girtîgehan de, gelê me yê li Kurdistan û derveyî welat, Tevgera me ya Azadiyê û gerîlayan diyar kirine ku wê li hemberî tecrîdê bi giyanekî fedaî li ber xwe bidin.  Heta ku tecrîda li ser gelê kurd were şikandin û faşîzma qirker were têkbirin dê têkoşîna me bidome.

Baştir hatiye fêmkirin ku tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser gelên Tirkiyeyê ye. Hêzên demokrasiyê yên cîhanê, nivîskar, hunermend û ronakbîran li hemberî tecrîdê helwesta xwe diyar kirine û piştgirî dane têkoşîna şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê.

Hevdîtinên bi parêzer û malbatan mafekî hiqûqî û gerdûnî ye. Desthilatdariya heyî ji bo ku zêde teşhîr nebe, ev hevdîtin daye kirin. Desthilatdariya AKP’ê bi van hevdîtinan xwestiye ji bo hilbijartina li Stenbolê sûdê werbigire lê gelê me baş dizanin ku ev têkoşîn li dijî vê desthilatdariyê ye, ya ku tecrîdê dike.

Di hevdîtinên bi parêzeran de derketiye holê ku xet û helwesta siyasî ya Rêber Apo ji bo çareserkirina doza kurdan û demokratîzekirina Tirkiyeyê roleke diyarker e. Her kesî dîtiye ku bi rabûna tecrîdê re wê Rêber Apo karibe di vî warî de rola xwe pêk bîne. Ji bo ku Rêber Apo karibe rola xwe pêk bîne divê têkoşîn bênavber were domandin.

Rêber Apo bi gotina “Mahatma Gandhî bi grevên birçîbûnê re têkoşîna civakî jî geş kiribû” geşkirina têkoşînê daniye holê. Diyar kiriye ku têkoşîn wê bi avakirina tevgereke civakî û bi encam bibe.  Ji ber vê jî bi bidawîkirina grevên birçîbûnê divê têkoşîn bi rê, amûr û metodên nû were kirin. Bi rêya siyaseta demokratîk û muzakereya demokratîk Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana Azad bi têkbirina faşîzmê dikare pêk were. Heta ku faşîzm neyê qelskirin, tiştên ku Rêber Apo qal dike, pêk nayê. Ji ber vê jî divê têkoşîna ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ di nav civakê de belav dikin û hêzên demokrasiyê têxin nav vê têkoşînê.

Hatiye diyarkirin ku tecrîd nayê qebûlkirin û derbeke mezin li şertên domandina tecrîdê hatiye xistin. Niha jî divê Rêber Apo were azadkirin û li ser esasê hilweşandina faşîzmê, divê Tirkiye were demokratîkkirin û têkoşîna azadkirina Kurdistanê were geşkirin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar