Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Niha dora têkbirina faşîzma kesk e

Mirovahî herî zêde di serdema kapîtalist de bi hovîtiya herî hovane re rû bi rû ma û hîn jî dimîne. Kapîtalîzm hov  di van sedsalên dawî ya komkujiyên herî hovana pêk anî. Ev serdema qirêj di gelek pêvajoyên ji hev hovtir derbas bû. Demeke dirêj li ser navê faşîzma reş qirkirinên hovane pêk anîn. Niha ev hovîtî veguheriye faşîzma kesk. Li ser vî navî hewl didin hovîtiya faşîzma reş bi encam bikin. Navê wê çi dibe bila bibe di serî de li ser jinan û zarokan û dawiyê jî li ser civakê û hemû mirovahiyê qirkirinên neteweyî, çandî û civakî pêk anîn.

Navenda ev faşîzma kesk Rojhilata Navîn e û hovîtiya herî hovane jî li Kurdistanê xistine meriyetê. Her çiqasî hovîtiya herî dijwar li Kurdistanê dimeşînin jî li dijî wan berxwedaneke bêhempa heye. Kurdistan niha di vê serdema faşîzma kesk de bûye cih û warê berxwedana li dijî hegemonên kapîtalist. Ji bo mirov vê serdema herî hovane ji nêz ve nas bike hewceye çend hovîtiyên wan bîne ziman.

Nehewceye mirov gelekî dûr biçe. Çend sal berê çekên herî pêşketî dan çeteyên herî hov û bera ser serê kurdan dan. Armanca wan têkbirina berxwedana azadiya gelan bû. Ji ber vê yekê ewilî êrîşî Kurdistanê kirin. Wan jî baş zanîbû ku gelê kurd pêşengiya azadiya gelan dike û heta berxwedana wan neşikînin nikarin faşîzmê li seranserê dinyayê pêk bînin. Tişta ku wan fêm nekiribû yan jî ne dixwestin fêm bikin ew bû ku gelê kurd hêza xwe ji berxwedana bêhempa ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan digire. Gerîlayên azadiyê yên ku îro li dijî bombeyên taktîk nuklerî li ber xwe didin hêza xwe ji berxwedana bêhempa ya Rêberê Gelan Oclana digirin. Ev berxwedana bêhempa ew çeteyên hov ên DAIŞ’ê ku dinya ji wan ditirsiyan têk birin. Niha jî dora pêlîstokên faşîzma reş e.

Ev pêlîstok kî ne? Serkêşiya vê pêlîstokiyê Erdogan û partiya wî AKP ye. Jixwe ne hewceye mirov navê MHP’ê bibêje. MHP rûyê esasî yê Erdogan e. Erdogan ê devbixwîn bi hêviyeke mezin hatibû ser kar. Rêberê Gelan Ocalan û gerîlayên azadiyê bi berxwedana xwe dewran li ser serê wî jî gerand û anîne asta ku bireve. Ev yek bi saya berxwedana gerîlayên azadiyê pêk hat û bi saya van lehengan jî hesabê komkujiyên kirine bide gelan. Wê hesabê hemû şehîdan yek bi yek wê bide. Wê hesabê şehadeta Sarayan, Mam Zekiyan, Solînan û Nagihanan bide. Divê were zanîn ku reva ji hesabpirsînê tuneye.

Ne tenê Erdogan wê, pêlîstokên din jî hesabê bidin gel. Di serî de serkêşên malbata Barzanî û xwefiroşên nava PDK’ê jî hesabê hovîtiya li ser navê faşîzma kesk kiriye dê bidin.Dibe ku ji ber her kesî birevin lê nikarin ji ber Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiyê birevin.

Êdî faşîzma kesk jî mîna faşîzma reş hatiye ber têkçûnê. Ji bo ev têkçûna wan bileztir bibe divê ji 7 salî heta 70 salî her kes tevli vê berxwedanê bibe û têkevin govenda azadiyê. Her ku govenda azadiyê firah bigere wê ewqasî zû ev pêlîstokên faşîzma kesk û xwediyê wan têk biçin.

Divê baş were zanîn ku azadî bi qasî guleya li ber devê tifinga gerîlayan nêz e.

Nûçeyên Têkildar