Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Nihêniyên lêkolîna îstixbaratî yên desthilatê- Beşa (1)

Beşa yekem: Nasîna teknîk û fenên lêkolerên îstixbaratî

Fêrkarî li ser zaniyariyên pir girîng di bara lêpirsîn û lêkolîna li ser tometbar an çalakvanên siyasî.

Ew zaniyariyên demê rojnamevan û çalakvanên siyasî tên binçavkirin û dikevin jêr lêkolînên emnî divê bizanin çi ne?!

Bi giştî li jêr desthilatdariya rejîmên navendger, gendelkar, dîktator û sitemkarên li her 4 beşên Kurdistanê bi taybet desthilata li jêr hejmuna dewleta faşîst a tirk li başûrê Kurdistanê pêvajoya lêkolîna li ser rojnamevan, nivîskar, çalakvanên siyasî, welatparêz, aktîvîstên mafê mirov armanc bi giştî ne bi tenê pêkanîna dadwerî û zagonek wijdanî nîne belkî li ser esasek dermirovî û derhiquqî dimeşe,  bi sepandina teslîmiyet, sivkatî û fihêt kirna kesên girtî, bi amur û şêwazên nemirovane, bi şîdetê û bikaranîna hêza ragihandinî, armanca wan dirêjedana desthilata xwe ya sitemkar û oportonîstî ye.

A rast ew şêwazên lêkolîna ku lêkolerên îstixbaratî, asayîş, parastin û bi giştî saziyên emnî bikar tînin formalîte û pêkhateyeke ji derûnnasyeke dasepîn, fen û teknîkên çawaniya têkdana rewşa derûnî û nehiştina serhişbûna kesê sûcbar bi şerê taybet, bi derewan, xapandin, gef û tirsandin an bi îşkencedanê ye.

Di berdewamiya vê gotarê de bi wec girtina ji zaniyariyên giştî û fermî di vê barê de, dixwazim balê bidim ser teknîk û fenên wan lêkoleran ku sûcbarê xwe ber bi tirsandin, şikênandina rewşa derûnî, şikênandina kesayetî û têkdana kunsantirê didin meşandin.

Bi armanca sepandina sûcan, an sûcekê li ser wî û mikurhatinên wî ji bo sepandina cezayên giran, an ji bo bidestve anîna zaniyariyan û bikaranîna wan.

Ew rastiya ku me divê bi giştî ji xwendevanê xwe re aşkera bikin corên lêkolînan, pêvajoya naverokên wan, çewaniya derewên wan û armancên wan  ku ger çalakvan, rojnamevan û her kesê ku tê binçavkirin ji vê naverokê haydar be yê bikare bi rengek serkeftî ji wê qonaxa giran û dijwar derbas bibe.

1- Lêkolerê baş, lêkolerê nebaş

Di vê şêwazê de lêkolerê nebaş bi tundutîjî nêzî te dibe û lêkolerê baş bi rengekê sexte rolê kesekٍê dilîze ku dixwaze te ji destê lêkolerê nebaş rizgar bike. Lêkolerê xirab xwe wek kesekê pozbilind, zivr bêj, kesek bi hêrs, zimanreş û êrîşkar nîşan dide, lê demê nekarî te neçarî axivînê bike wî demî yê baş berevajî wî bi nermî, xweş bêjî û birêzgirtin nêzî te dibe, hewl dide xwe wek dilsojekê bi te bide selimandin… Bi vê armancê ku berevajî yê te dide tirsandin, tu guman bikî yê duyê te diparêze û bi sar û germiyê, bi lîstina bi rewşa deruniya te, serê rêya li ber te  bide windakirin û asta tirsa di te de çê bûyî jêrde bîne û te bide axivîn.

Helbet ew dizanin tu wek bê penayê di nav deryayê de her tiştê bikeve ber destê te ji bo te wek penayekê ye.

A rast herdu yek karî dikin lê yek bi germî û yê din bi sarî, tenê bi armanca şikênandina rewşa derûniya te û kontrolkirina te.

2-Hev hizrî

Ger zindanî dest pê bike kesek nêzî hest û xwestên wî bi xwe lêkolînan pêre dike mereqa wî ji bo axivînê zêdetir dibe. Ew bi pirsên girêdayî bi taybetmendiyên zindanî (ku pêştir li ser wê mijarê zaniyarî li ser wî hatine girtin) xwe hevqebarê zindanî dide diyar kirin û bere bere diçe ser mijara li gurî xwestekên xwe, lê ji bîr neke kesê beramberî te lêkoler e û ew ne hevalê te ye.

3- Dasepandina tawanên wehmî

Di vê şêwazê de lêkoler hewl dide zindaniyê xwe bi hinek sûcên wehmî weke kuştin an îrhabê sûcdar bike û bixe jêr lêpirsînan, ji bo ku bi girêdana hizr û konsantreya kesê tometbar hewl dide ev kes ji bo rizgarkirina xwe ji wan tometên mezin bê hemdî xwe wan mijarên ku li ber çavên tometbar hatine biçûkkirin wan babetan bîne ziman ên ku lêkoler li bendê ye, ji ber ku lêkoler jî dizane tometbar di wê barê de bê tawane lewre kesê girtî yê wan rastiyan bê dudilî bîne ziman, helbet bê ku bizane boyerên biçûkên ew bi ziman tîne ji bo lêkoler armanca serekene û li dadgehê yê li hember wî wek gurzên kujek werin bikaranîn.

4- Vehandina kesatî û nasnameya sexte

Bi taktîkên vehandina nasnameyek sexte ji bo kesê desteserkirî, hewl tê dayîn ji bo kesatiyek qirêj û bê exlaqî were honandin, hewl tê dayîn kesê girtî were îqnakirin ku ew ne ew kes e bi xwe îfade dike.  Bi vê rewşê bi armanca qûtkirina zindanî ji serhiş bûn û konsantreya wî, baweriyê wî bi wî tê kêm kirin û rê li hember wî tê girtin ku bikaribe ji bo îfadên sereke serxweve bimîne, yan bikare li pênava veşartina nihêniyên xwe bergiriyê ji kesatiya xwe bike.

Hem jî bi vî karî bihayê nihêniyên di gel wî ji bo wî tê şikênandin û hêsantir ew xwe neçarî aşkerakirina wan dibîne.

5- Çember girtin

Dibe bi wê kiryara ku wek tawanan bi ser  te de tê ferzkirin, te ti şûn pê li pê xwe bicî nehiştibin, lê lêkoler ji bo aloz kirina derûniya te bi şerê taybet yekser balê dide ser dosyaya sûcên te û wisa dide diyarkirin şûn pên te aşkera ne û her tişt hatiye îsbatkirin.  Bêguman di vê rewşê de divê tu xwedî hunera aşkera nekirina nihêniyên xwe bî, serxweve bî û bizanî ji aliyê saziyên ewlehî dibe ku pêştir kesek an çend kes bi nihênî wek sîxur li ser te hatibin erkdarkirin ji bo ku wek hevalekê nêzî te bibin û herçî zaniyarî li ser te hebe bixin ber destê wan û ew li gorî wan zaniyariyan nirxandinan li ser rewşa derûniya te dikin û wan zaniyariyên kurt û dirêj ên ku bê guman ew bi xwe jî ji sedî sed bi wan zaniyariyan bi bawer nînin. Jixwe ew zaniyarî jî ne hemû tiştê di bara te de ne, hinek tometan ku di wehma xwe de guman dikin û divehînin têkelî wan zanyariyên ku sîxuran gihandine ber destê wan li ser te didin sepandin, ji bîr neke ew tomet berhema lêkolîn û nirxandinên kesên îstixbaratî, pispor û şareza ne lewre her çendî çêdibe gumana wan li ser te rast jî be yan nêzî rastiyê be lê ew ji sedî sed ji gumana xwe ya li ser te piştrast nînin, belkî encama nirxandinên wan li ser gelek zaniyariyên li ser tenê ku bêy tu jê haydar bî li ser te hatine komkirin û tinê zarê devê te û mikurhatina te ye ku wê dike tiştekî ji sedî sed û li ser te dike mal. Lewre her çiqasî tu dan pê nedî (îtiraf nekî) ew tomet ji çarçoveya gumanekê wêdetir nikarin biçin.

(Çaverêy beşa duyemîn bin…)

Nûçeyên Têkildar