Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Nihêniyên lêkolîna îstixbaratî yên desthilatê- Beşa (3)

Nasîna teknîk û fenên lêkolerên îstixbaratî

Fêrkarî li ser zaniyariyên pir girîng di bara lêpirsîn û lêkolîna li ser tometbar an çalakvanên siyasî de.

Ew zaniyariyên demê rojnamevan û çalakvanên siyasî tên binçavkirin û dikevin jêr lêkolînên emnî divê bizanin çi ne?!

Di beşa yekem û duyem de me hin xalên girêdayî teknîk û fenên lêkolerên îstixbaratî û ewlehiyên dewletê di 11 xalan de şîrove kirin, di vir de em ê berdewamiyê bidin ser xalên din:

12- Wec girtin ji xaflandinê li ser dosya ya sereke

Bi giştî yekem hewla lêpirsînê ew e bi te bidin bawerkirin ew demek dirêj e wan tu li jêr kontrola xwe girtine û ew pir tiştî di bara te de dizanin, bi vê niyetê te bi dorpêçek ji wan zaniyariyên li ser te ku belavbûna wan di gumanên te de naguncin, te hêbetmayî bikin û bi hindek mijarên ku ji bo wan bi xwe jî hêj wehmî ne, li jêr navê faylên li ser te ji aliyê derunî ve te bişkênin, lê piştrast be eger kesek li jêr kontrolê de be jêre nahêt aşkerakirin ku ew li jêr kontrolê de bûye û her tiştê tu danpêdanê li ser bikî ji bo wan mijewî û xerîbe, eger zindanî li ser xwe hakim be, bê tirs li ber xwe bide û danpêdanê li ser neke ew ê gelek pêzanînên din ên pêwîst ji zarê lêkoler di bara xwe de bibhîse û li dewsa lêkolerê eminî ew bi xwe yê li raserê lêkoler be û yê bizane ka wan ta çi astekî zaniyarî li ser wî hene.

13- Sozdan ji bo kêmkirina cezayên kesê tawanbar pêxemet hevkariyan

Yek ji şêwazên xapandina tometbaran dana soza azadiyê yan jî kêmkirina tometên li ser wî di cezadanê de li hember hevkariya bi wan re ye.

Lê qet ji bîr nekin piştî her danpêdanekê lêkolerê eminî bi wan gotinan razî nabe û yê zêdetir perawêzên wan gotinan ji te daxwaz bike, bere bere yê daxwaz û ferzên wan li ser te zêdetir bibin, wî demî tu zêdetir dikevî rewşa bêçarebûnê ku ew bikarin her tiştekê li jêr zarê te derbînin. Mînak daxwaza zaniyariyên zêdetir dibara heval û hev hizrên te de weke sîxurtî, aşkerakirina name û peyamên elektronî, danpêdanên derew li ser wan.

Helbet ger ku birastî tu werî berdan jî berdewam peywendiyên azarder piştî azadiyê û têkdana êminahiya te yê dewam bike û heta bo bi kar anîna te di nivîsa hinek meqalan de û hinek derbirînên li ser malper an ekranan de tu yê werî neçarkirin bi zincîra wan danpêdanên te bixwe li ser xwe kirîn timî hevsar kirî bimînî, heya astekê ku kesatiya te bi yekcarî tê şikênandin û jiholêrakirin û bikaranîn. Jixwe paşî tu yê xwe neçar bibînî daxwazên wan bipejirînî ji bo ku li gorî wan danpêdanên te pêştir bi ziman anîn dervay hevkariyan cezayên giran çaverêy te dikin.

Helbet ji bîra neke ew bi vê çendê sê armancan dipêkînin:

Yek: Valakirna te ji nihêniyan û bidestve anîna pêzanînên girîng

Du: Rêgirî kirin li ser her xebateke te di niha yan pêşerojê de

Sê: Tenbî kirin û cezakirina te ji bo ku bibe ders û waneyek ji bo hevpêşeyên li derdora te.

Ev sê pêngav armancên sereke yên lêkolerê eminîne. Demê armanc bidestveanîna zaniyariyan ji te be, wî demî yê pêvajoya lêpirsînên lêkoleran bi awayekî nerm birêve biçe, dibe bi carekê bidin nîşandan ku ev pêvajo ne ji bo sûcdarkirina kesê li jêr lîkolînê be, lê ev qonaxek ji tektîka xapandinê ye, bi giştî ev rengê lêpirsînan li çaxê nîşandana seredavên nihênî ji aliyê kesê girtî ji bo xafilandinê dest pê dibin herî dawî jî bi rêzkirina her zaniyariyeke pêwîst ku ji devê te hatin standin, cihê te jî li kêlek wan di nava hêleke sor de tê destnîşankirin.

Ev ne kujiyek ji wan encamane yên dikarin bi çekoçê yasayê ji sedema hevkariya te digel lêkolerê emnî dehmena te bigrin. Lewre pêwîste timî qonaxekê di navbera xwe û lêkolerê eminî de danî, xalên lawaziya xwe li hember wan veşêrî û hêrişên wan vala derbixî, jibîra neke ti bazarek bi wanre deskevtek baş naxe ber destê te, jixwe timî mezntirîn amurê givaştina tumetbaran soza azadiyê, bi bîrxistina çona bo nava xêzan û zarokên xwe, wek xencerekê li hember wî tê bikar anîn.

14- Lêhûrbûn û analîzekirna refleksên fîzîkî yên tometbaran

Yêk ji şêwazên karkrna liser kesê lijêr lêkolînê, lêhûrbuna liser refleksên wî yên fîzîkî ne, lêkoler her livîneke kesê girtî dixe jêr hûrbîniyek piskolojî û nirxandinê jêre dike û çekê li hember wê bibaşî nas dike:

Demê tu bi serê tewyayî serê xwe dinavbera herdu destên xwe de digrî yan bi pişta kivan buyî enîşkên xwe dadinî ser gozekên xwe, evya vê dide nîşandan ku tu hatiye şkênandin û di rewşa poşmantiyê dey, ev yek jî derfetê dide wan ku rewşa te nas bikin û çekê li hember wê rewşê bibaşî bikar bînin.

Li pê hev terkirina lêvan bi zimanê xwe,axivîna bi dengê lerzok û bi dudilî, şepirzeyî û xwe windakirin, axivîna qut û birî, nêrînên bi tirs yên jêrçavan û bi dizîve, livînên ne siruştî, xurandina hinek cihên laşê xwe ku îmajê liser piskolojiyek xirab dide, eve hemû vê didin selimandin ku tu li ber lêva hilweşînêye, tu tiştekê diveşêrî, tu direwan dikî, te gelek tişt jibo gotinê hene ku ji vê zêdetir jî nikarî veşêrî, .

Helebet tirsîna te yan eşkere buna tirsa te li hember lêkoleran senga pêşveçona lêkolînê di weca wande ber bi pêşve dibe, ev yek jî nîşanên despêkîna şikestinên tene. Lewre eşkere buna tirsa li hember lêkoleran pir zyanên mezin digehîne te, pêwîste îradeya xwe ya xurt hertim wek berbesta ber sîngê wan biparêzî. Helbet dibe bi dîtina îradeya tumetbaran hêriş û gef, yan heta lêdan û eşkencekirnê jî bide pê xwe, lê pêwîste bizanî ew hemû jibo tirsandina te tê kirin, lewre pêwîst nake bi tirsê tu rêya şikestina xwe jibo wan vekirî bihêlî, divê jibîra nekî ev buyerên bi azar hemû li demeke kurt de derbas dibin, lê tenê ew îfade û mikurhatinê tene ku qet yê derbas nebin, herî dawî jî dikarin li dadgehê li hember te bibin barana eşkencên demdirêj bi cezayên giran ên zîndanê..

Lêkolerê eminî bi armanca kontirol kirna te bi pirsîna hinek pirsên ku pêştir bi xwe bersiva wan dizane hewil dide refleksên te yên fîzîkî bizane û lêkolînê li ser bike, jibo ku ew weke pizîşkekê derûnnas ligorî seng û pîvanên wan livînên te yên cesteyî nirxandina rewşa derûniya te bike û jê fêm bike kanê tu rast dibêjî yan direwa dikî, yan pêwîste ew çawa ruberuy te bibe..

Lê baş bizanin kesên xwedî ezmun û hişmend heta bi dest û çavên girêday jî bi corekî ekterî hindek refleksên cesteyî yên ne guncay û sexte ku rê li ber lêkoleran winda dike dikarin berê lêkolerî bidin wî alî yê ku bixwe hez dikin. lewre tu bi vê zanyariyê êdî dizanî tuyê çawa berê lêkoleran bidî aqarekê vala û tu bixwe yê wan kontirol bikî..

15- Bandora barandina tometên li pê hev ji aliyê lêkoleran û armanca wan

Lêkoler navber navber hinek pirsan li te dike. yek pirsek varê û veder, ya din pirsek girêday mijara sereke, ew timî vê teknîkê liser te dewam dikin, heya astekî ku dinava bersivên te de haydarî bandor û refleksên fîzîkî li ser cesteyê te dibin ku giwa liser veşartina mijarekê ji aliyê teve ye, wî demî ew yê bizanin bandora her pirsekê liser te çawaye, bi vî awayî pirsyarên girêday wê mijarê zêdetir lê dikin heta digehîjin seredavekê..

Pêwîste tu bizanî demê navber navber tumetên giran dixin pal te, ew li aliyek din bandorên li ser şêwazên te çê dibin dixin bin çavan û dişopînin, di rewşek wisade diyar dibe lêkolerê eminî pir zaniyarî li ser te nînin lewre bi tometên bê binema û pirsiyarên yek li pê ya din hewil didin seredavekê ji te bi dest xweve bînin.

Di rewşên ji vê mînakê de zêde fersenda bersivdanê  jibo red kirina wan tometan jibo te nayê dayîn, lewre qet pêwîst nake ku tu hizra xwe liser wan tometan bidî seknandin û bi mijul buna wê wozeya xwe jidest bidî, pêwîste li bîra te be ku çendî hêz û wozeya te kêm bibe ew zûtir digehîjin encaman..

Weke ezmun, pêşniyar jibo vê rewşê eve:

Tu dikarî bi hewldaneke kêmtir jibo redkirina wan tumetên ku rast nînin xwe berguman bikî û bi hereke û livînên fîzîkî mesîra çona lêkoleran bigrî jêr kontirola xwe û wan bixapînî, anko berê wan bidî aliyekê ku herî dawî eşkere dibe li dawiya wê tiştek nîne..

Yan jî dikarî vê teknîka wan nas bikî û pir serxwe gotinên lêkoleran qut bikî û berê gotina wan bidî aliyeke din û rê li hember wan jibo rêzkirina tometan lihember xwe asteng bikî.

16- Azardana kesê girtî bi şêwazê bikar anîna xala lawaziya wî

Dibe ev xalên lawaziyê jibo lêkolerên eminî zêde girîng nebin lê di hizra te de pir mezin be, jixwe demê tiştek dibe xala lawaziya te ew tişt dibe tiştê herî girnig jibo lêkoleran, lewre tu dikarî bi hişmendî xaleke lawaziya sexte jibo xwe vehînî û bi zîrekî wan liser bidî haydar kirin, di refleksên tede lêkuler yê asta mezinî û hestiyariya wê mijarê hîs bike û wê weke xala te ya lawaziyê lihember te bikar bîne, di mileke din de yê hestê serkeftinekê jêre çê bibe û dibe êdî kêmtir li pê xalên te yên lewaz bigerin. xalên lawaziyê ku herî zêde lêkoler lipê wan digerin evin: peywendiyeka sêksî, yan evîniya di gel jinek yan keçekê di ser hevjîna xwe de bi rengekî veşartî, yan vîdeo, nivîsên destê te weke belgeyên yasayî, dana bertîlan bo cihek yan kesekê ku hatiye eşkere kirin, hesasiyetên te li hember xêzan û malbatê, endambuna kesekê malbatê di nava part û layenek taybet ya dijberî desthilatê, yan beşdariya di kongire û konfirans yan xopêşandanekê de ku belge li ser hene.  Lêkoler jibo givaştinên zêdetir liser te di van kunerêkande derbaz dibe ku biser tede zal bibe.  Heta daxwaza cigarekê, çayekê, qehwekê jî dikare bibe xaleke lawaziyê ku dikarin li hember te bikar bînin.

Bi hişmendî û pênaseke dirust ji daxwaziyên lêkolerên eminî û bi wec girtina ji ezmunên kesên din tu dikarî ji girngiya wan babetên ku dibe bê sedem weke xalên lawaziyan liser te hakim bibin agehdar bibî.

Weke nimune dikarî xalên xwe yên bi hêz wek xalên lawaziyê bidî diyarkirin û xalên lawaz jî bi xîbre veşêrî. Hindek caran lêkoler di giftugoyeka dostane ya li ser endamên malbat û xêzana te de dikare asta hestiyariya te di bara her yek ji wan fêm bike û di qonaxên din yên lêkolînê de jibo xalên lawaziyê lihember te bikar bîne.

17-Derew ne nîşana tawanbarbunê ye

Ji milê derûn nasî direwkirin tawanbarbunê naselimîne, jibo ku kesên bê tawan jî demê li jêr givaştinên derunî û nearamiya hizrî de bin dibe jibo revîna ji metirsiyan neçarî derew kirnê bibin.

Ji bîra nekin kesê dîmeneke rast ji boyerên berê nînin û hemû dema dibe hindek şaştî rû bidin. Lewre şaştî di gotinande, veşartin û gihorîna bersivên hind pirsan mijarek normale û nuşana wê yekê nîne ku tu gihaye dawiyê û sucbar bûna te hatiye selimandin. Lewre ger ku ev xalên ji vê mînakê weke fayilên givaştinê hatin bikar anîn ger ku dan bi direwê jî bidî dîsan mafê teye teslîmî armanca sereke ya lêkoaerên eminî nebî..

(Çaverêy beşa çaremîn bin…)

Nûçeyên Têkildar