Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Nihêniyên lêkolîna îstixbaratî yên desthilatê- Beşa (4)

Nihêniyên lêkolîna îstixbaratî yên desthilatê- Beşa (4)

Mijara duyem: Rêbazên berhengariya li gel lêkolînê

Fêrkarî li ser zaniyariyên pir girîng di bara lêpirsîn û lêkolîna li ser tometbar an çalakvanên siyasî.

Ew zaniyariyên demê rojnamevan û çalakvanên siyasî tên binçavkirin û dikevin jêr lêkolînên emnî divê bizanin çi ne?!

Di beşên derbasbûyî de me hin xalên girêdayî teknîk û fenên lêkolerên îstîxbaratî û ewlehiyên dewletê di 17 xalan de şîrove kirin, di vir de em ê balê bidin ser rêbazên berhengariya li hember lêkolerên îstîxbaratî:

1-Serkeftin li ser lêkoler û îşkencekaran tiştekê mehal nîne!

Pir kes hene heta îro karîne ji berbestên lêkolîn û dijwariyên wê derbas bibin û serkeftiyane jê rizgar bûne. Lewre ketin û şikestina we ji vê qonaxê misoger nîne.

Serkeftina ji lêkolînên îstîxbaratî pêwîstiya wê bi van taybetmendiyan heye: Cesaret û bawêrî, bi xwe bawer bûn, ji armanca xwe bawerbûyîn û tometa ku li ser wê hatiye desteserkirin, jîrbûn, pênaseyên dirust ji qonaxên lêkolînan, berçavgirtina hindek mijarên beriya desteserbûnê, hişmendî û konsantre, hestê afirankariyê, hedar û tehemil, zaniyariyên seretayî di bara mafê xwe yê yasayî weke tometbar, nebûna xalên lawaz ên bê rêçare yên wekî girêdaybûna bi madên hoşber an kihol, belgeyên tawanên veşartî.

Ji ber vê çendê jî pêwîst e hewl were dayîn van taybetmendiyan di kesatiya xwe de pêk bînin, dûr nebîne rojekê tu bi xwe jî bikevî rewşekê ku pêwîst be van zanyariyan bizanin.

Ji bîr neke, lêkolerê emnî pêxemetî mûçê xwe yan hevkarî û hevdestiya xwe di gel desthilata heyî pêkolan dike, tu jî pêxemet bîr û bawer û parêzvaniya ji kirameta xwe, armanca xwe, yan gelê xwe hewl didî.

2- Berçavtirîn tiştên lêkoler li ser we dide sepandin çi ne?

Tu carî ji bîr neke ew lêkolerê nekarî pêşengtiya xwe li ser te di zemîneya siyasî, civakî, mafnasî, kesayetî û serdestiya xwe li ser zaniyariyan biselimîne, li hember te şikestin aniye. Her ji bo vê jî ew bi hinek şîroveyên di vê zemînê de hewl dide bi te bide selimandin ku ew ji te zêdetir ji van mijaran fêm dike ji bo ku bi te bide fêmandin ku jiyana te û hiş û fehmên te di destê wî de ne û tu di gel wan tiştên di dil û hişê te de hene tu nikarî ji destê wî rizgar bibî. Hewl dide bi te bide selimandin ew kesê hem dikare bi salan te bixe zindanê, hem jî take rêya rizgarbûna te ji wan pirsgirêkên aloz her ew bi xwe ye û ne tu kesekî din.

Li hember wî ya herî baş ew e tu ji hestê wî yê xwe mezin bînî û pozbilindiya wî bi bawer nebî, ew tenê karmendeke sadeye ne tu tiştek din, zêde qoçanê di gel wî baş nîne, baştir ew e tu rê bidî lêkolerê xwe ev hestê çewt digel wî hebe, lê di dilê xwe de bi henek temaşe bikî. Tevî vê jî ne baweriyê bi dilovanî û hevalîniya wî bîne, ne jî ji tehdîdên wî yên vala bitirse. Ji bîr neke ew karmendekê muçexore, pir karmendên ji mînaka wî ji sedema nelayiq bûn û bê kêriya xwe yan jî ji sedema wan destdirêjiyên li ser tometbarên bê tawan ji kar hatine ladan an ber bi pileyên asta jêrtir hatine guhestin..

3- Şêwazên lêkoleran ên taybet bi tirsandinê û têkdana aramiya tometbaran

-Xapandina tometbar bi dengên azarder û îşkencedanên sexte tev li nalîn û giriyê ku hindek caran têkelî tehdîdên îşkencedanê dibin.

-Nîşadana belge yan danpêdanên sexte ku yên aliyê hevalên te li hember  te, tev li pêkolên lêkoleran ku giwaye te dervayî mikurhatinê tu rêyeke din nîne.

-Wec girtin ji tometên wehmî wek hilgirtina çek, têkiliyên ne rewa yên zayindî (sêksî), yan bikaranîna madên hişber

-Gef ji bo desteserkirin û azarên kes û karan û bi kar anîna mijarên şexsî û xêzanî.

-Curekê dîzaynkirin û rêxistina jora lêkolînê ku azarder be weke êrîşekê li ser sîstema esaban weke şerê taybet ji bo ku bibe hander ji bo tometbar hest bi bêpena bûnê bike, lewre xemla jora lêkolînê curekê rêk dixin ku her tiştê dikeve ber çavê kesê tometbar xerîb diyar bibin. Zivirîna berdewam a lêkoler li radora tometbar ji bo zêdetir têkdana rewşa derûniya wî, jixwe girêdana çavan jî her ji bo vê mebestê tê kirin.

– Dirustkirina bêhn tengî û stresê (qeleq) ji bo tometbar û têkdana rêxistina hizriya wî bi şêwazê pirsîna pirsên dûrî mijarê û rexne jeniya berdewam ji bo hewldana qirêjkirina kesatiya wî.

-Mezin nîşandana tomet û tawanên kesê tometbar bi rengekê ku giwaye ev tawan bê lêborînin.

-Êrîş bo ser mijarên kesî û şexsî, îstismar li hember bîr û bawerî û hez û arezuyan, rêgirîkirin an handan ber bi siyasetên nakok digel hev.

Armanca lêkoler ji van mijaran lawazkirina serxwevebûna te ji aliyê îradî û lawazkirina hêza te li beramber daxazên lêkoleran e.

4- Çawa tu yê bikarî stres û hilçonên xwe kontrol bikî?

Hindî ku pêvajoyên lêkolînan baştir binasin û ji ezmunên kesên ku pêştir ketine jêr givaştinên lêkolînan wecê bigirin ê berheviyek baştir we hebe ji bo rûberû bûna di gel teknîk, fen û fêlên lêkoleran, hem jî kêmtir unê tuşî tirs û stres a bê binema bibin.

Çendî ku te zêdetir zaniyarî li ser mafên xwe yên mirovî, mafên xwe yên yasayî, pêvajoyên dadweriyê, asta hêz û şiyanên lêkoler û misyona dadweriyê hebin, kêmtir tu yê tuşî xefletî û mijarên neçaverêkirî bibî û stres û tirsa te jî yê kêmtir be.

Ji bîr neke:

Hebûna stres û tirsê tişteke normal û xwezayî ye, lê kêmkirina astê dê di destê te bi xwe de ye.

Rênimayîyên giştî li ser pêvajoyên lêkolînê

5- Tu carî bi lêkolerê saziyên îstîxbaratî re nebe heval

Dibe li gorî pêvajoyeke sîstematîk li demekê ku maweyek dirêj e tu di jora takekesî de mayî û peywendiyên te di gel cîhana derva hatiye qut kirin, lêkoler berê xwe weke hevalekê li ser te bide sepandin û mereqa te ji bo vê hevaltiyê zêdetir bike.

Tu wî demî herçiqasî lijêr givaştinan de bî jî, dîsa sînorên navbera xwe di gel wî biparêze û tenê wesa bide xuyakirin ku tu bo hevalê wî, lê tenê bila ev hevaltî ji şanoyekê wêdetir nebe.

Ji bîr neke:

Lêkoler karmendeke ku erka wî bi dest ve anîna zaniyariyên zêdetir li ser te û berhevkarê zemîneyên de sepandina cezayên girantir li ser te ye.

Heke lêkoler ji aliyê berpirseke paye bilind zêde li jêr givaştinan be û tu jî zêde tirsiya bî, dibe ev tişt bibe sedema sepîna wan tometên ku tu encam nedane, pê tawanbar bibî û werî cezadan.

Weke ezmun:

Li demekê ku lêkoler pir hewl dide xwe digel te bike heval, tu wî demî dakeve nava jiyana wî ya şexsî û pirsa hijmara zarokên wî, pirsa meaşê wî, astê xwendina  wî, nav û nîşanên wî jê bike, tu yê bibînî kanê çawa xwe ji te dûr dike û li hember te dîsa dikeve çeperan.

6-  Operasyona şerê derûnî bila di kontrola te de be

Lêkolîn mînaka berîkana bezîna du kesan e, serkeftiyê vê hevrikiyê ew kese yê kontrola şerê ruhî û derûnî di destê wî de be.

Lewre hindek caran baştir e li şûna vê ku lêkoler êrîşê bike ser te, tu bi xwe êrîşê bike ser wî.

Weke nimune:

Bi diyar kirina zaniyaryên xwe li ser pênasa mafên xwe yên yasayî tu dikarî lêkolerê xwe tengav bikî. Ji bo vî karî divê bi kêmî te agahî li ser mafên xwe yên destpêkîn hebin, ji bo wergirtina zaniyariyan hewl bide, bidest xwe ve bîne û bizane.  Hindek caran bi neçûna jêr barê babetên neyasayî, daxwaz kirina mafên xwe yên zagonî û mercdarkirna wê ji bo berdewamî dana lêkolînê kesê lêkoler neçarî paşve kêşanê dike.

Mangirtina li xwarinê bi taybet ji bo zindaniyên ku zêdetir tên naskirin ku her ziyaneke giyanî li ser wan hikûmetê tuşî givaştinan dike, dikare pir bi bandor be.

7- Ew tometên arastey te dibin di serî de bide fetisandin!

Di derun nasiya yasayî de kesê gunehbar behra zêde şervaneke ku çaverêy êrîş kirinan e, lê kesê bê guneh rêwîvaneke ku di êrîşeke ji nişkave hatiye dest bi serde girtin û revandin.

Kesê bê tawan weke mirovê kor di wehm û dûdiliyê de ye û behra zêde nizane sûcê li ser wî çi ye û divêt çawa xwe ji metirsiya heyî biparêze.

Lê tawanbar an xwediyê kiryara berguman li ser xwe zalin û bi biryarên vebir di parastina xwe de lezgîn e, lewre diyar e stratîjiyeke rêxistî û plankirî ji bo xwe heye.

Lewre li demê bergirîkirna xwe de lezê bi kar neyne, zêde neaxive û di îfadeyên xwe de pêşgavtiyê neke. Ji bîr neke lêkoler baş dizane kesê tometbar heke bê tawan be pêwîst e agahiya wî ji çi tometeka tê arastekirin nebe, lewre divêt xwe wesa bidî nîşadan ku tu bêjî yekem car van tometan dibihîsî.

(Çaverêy beşa pêncemîn bin…)

Nûçeyên Têkildar