Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Nihêniyên lêkolîna îstixbaratî yên desthilatê- Beşa (5)

Fêrkarî li ser zaniyariyên pir girîng di bara lêpirsîn û lêkolîna li ser tometbar an çalakvanên siyasî de.

Ew zaniyariyên demê rojnamevan û çalakvanên siyasî tên binçavkirin û dikevin jêr lêkolînên emnî divê bizanin çi ne?!

Berdewamiya mijara duyem: Rêbazên berhengariya di gel lêkolînê

8- Pêwîst e tu li ser bazineya zanyariyên lêkolerê xwe hakim bî!

Zanyariyên lêkolerê emnî weke bazneyên (Depê armanca fîşekan) her yek ji sînorên bazneyên depa armancgirtinê xwedî hejmar û buhayekî cudaye, divê tu rê nedî zanyarî yên her sînorekê bazneyan derbasî sînorê bazneya din bibe û tev li zanyariyên din be. Ji bo ku wî çaxî tu rê li hember lêkoler xweş dikî te bixe nava bazneyeke tengtir ji pêkandina armancê.

Ya rast divê hişyar bin bi rengek nexwastî tu seredavekê nexin ber destê lêkoleran, divê hewl bidin bazneya zanyariyên lêkoler tenê di sînora wî de bihêlin û nebin alîkarê wî ku seredavekê ji we bi dest xwe bixe. Heta heke bi her sedemekê seredavek ji devê te derket divêt li serxwe bî û bizanî çawa li gor çarçoveyeke nû zanyariyên girêdayî wê mijarê kontrol bikî.

Kesê dikeve jêr zexta lêkolînênê divê berawirda her rengê aşkerabûnên neçaverêkirî yên nihêniyan ji devê xwe bike, lewre pêwîstiya herî sereke kontrola konsantirê ye ku bizane çawa serxwebe û sînorên zanyariyên xwe yên zêdetir biparêze, ji bo ku neçar nebe yek li pê yekê nihêniyên xwe bide aşkera kirin.

Di bersiva lêkoler ku pirs dike: (21 roj beriya niha tu li ku derê bûy?!) tometbar wê rojê di civîneke veşartî û taybet de beşdarî kirye, lê ji bo ku naxwaze aşkera be, naverokek berfireh ji bûyerên wê rojê divehîne û kêlî bi kêlî bas dike ku li kîjan cihî bûye. Lê ev e di demekê de ye ku hêj lêkoler îmaje bi hebûna civînek bi wî rengî nekiriye û ji tometbar pirs nekiriye kanê ew têde beşdar bûye yan ne, lewre lêkoler bi vê bersiva pir ta û çiql, pir bi rehend û berfere ferq dike ku tometbar ji wê civîna berbas haydar e û beşdar bûye. Ji bo ku bi pirbêjiya tometbar aşkera dibe wî pêştir xwe ji bo wê bersivê berhev kiriye lewre bi berfireyî û bi dirêjî behs dike. Çunkî zanîna berî 21 rojan kanê li wê rojê çi qewmiye ji bo kesekê xarîxerez pir zehmet e berfireh bîne bîra xwe.  Divê wî çaxî tometbar xwe li nefamî û mengbûnê bide kewata nikare wê rojê baş bîne bîra xwe. Hem jî bersivên xwe pir kurt bide bi rengekî di çarçoveya pirsa lêkoler derbas nebe, heta heke ji bo bergiriyê jî be. Zêde qise kirin ji bo lêkoler tê vê watê ku ev kese sûcdar e û hewl dide bi her rengê bûyî biaxivîna zêde wan tawanên xwe veşêre, lewre givaştin wî çaxî yê li ser te zêdetir bibin ji bo mikurhatinan heta digihêjin bazneya herî teng a depa armancê.

9- Nexşandina hindek boyerên li gorî hêza xwe ji aliyê lêkoler

Divê tu bizanî zanyariyên lêkolerê emnî mîna çend peyvan e ji riste gotinek dirêj ku ew bi xwe ser û binê wê ristê nizane, tenê ew bi rêya bikar anîna wan kurte peyvan te tuşî şok bûnê dike û te bide axaftinê, bi wî rengî bi alîkariya te di qonaxa lêpirsîn û lêkolînê de ji tevahiya mijarê fêm dike.

Divê tu bi hişmendî û têgeha li ser xwe zalbûnê, risteya ku tu dixwazî bêjî li gorî peyvên lêkolerê te, yan wan kurte zanyariyên ew bi ziman tîne bidî berhev û wî ji fêmkirna wî babet an gotina ku dikare ji bo te pirsgirêkan derxe, dûr bikî.

10- Pozîsyon û mafên xwe yên rewa bide nav çavê lêkoleran!

Carna pêwîst e tu bidî nav çavên lêkoleran ku tu çalakvanek siyasî yan sivîl, yan jî rojnamevanî, ne diz û hîz û qeçaxçî.

Hem jî divê jêre bêjî ev rengê pirsên wî, helwesta wî, nêzîkatî yan riftara wî rewa nîne û dûre ji rêsa û zagonên bingehîn ku bi şêwazên derhiquqî te neçarî mikurhatinan bike. Bi bîrxistina vê ji bo lêkoran dibe sedem ew bizanin ku tu li ser mafên xwe yên bingehîn haydarî, ji bo vê jî pêwîst e tu mafên xwe yên mirovî, yasayî û kesî binasî..

Hem jî dikarî bi hinek gotinan tu bixwe bi şerê pîskolojî barê deruniya wî bêxî jêr bandora xwe, weke mînak jêre bêjî: ez ji te fêm dikim, tu neçarî ji bo dahat û debara xwe ya jiyanî pêşeya karê lêkoleriyê hilbijêrî, eger na tu kesek baş diyarî. Yan jêre bêjî: tu çawa dikarî li hember ciwamêrek weke min bi vê riftara ne li rêzê bî?!

Gotinên wisa dikare hevkariya rewşa te ya rast bike û lêkoler di qonaxên din ên lêkolînê de ger ku sînorek baştir jî nede riftarên xwe, yê bi pîskolojiyek tevlihev nêzî te bibe..

11-Ruberubon di gel tundutîjî û îşkencedanê

Tundî, zext, gef û îşkencedan şêwazekê red kirî, pasîv û bê bandor hatiye nasîn, ji bo ku pir carî kesê tometbar bi hêztir lê dike ku li hember tirsê fêrî xweragiriyê bibe, bandorek berevajî çaverêkirna lêkoleran jê derdikeve û kesê desteserbûyî fêrî baweriyê dike. Lê kiryara zext, gef û îşkencê li ser kesên lawaz tên cêbecê kirin, kesê ku karî li hembre lêkoleran biwêrî, cesaret û hêza xwe bide selimandin pir kêmtir îşkence li ser wî tên birêvebirin.

Helbet piraniya caran ev kare ne ji bo armanca bidestve anîna zaniyarî û danpêdanan, belkî ji bo pêşîgirtina ji dubarekirna çalakiyan û tenbîkirinê tê bikaranîn. Demê te tuşî îşkencê dikin wî çaxî pêwîst e bizanî ew çaverê nînin tu tiştekê bêjî, tenê ew te tembî dikin, ka tu biaxivî yan neaxivî ew îşkence û lêdan yê rolê xwe her bibîne. Ya baş ew e tu dan bi tu tişî danenî (Tu îtîrafan nekî).

Baweriya te bi wan kar û xebatên te, wêrekiya te, hêza xweragiriya li hember êşandinê, rahênanên berîdem ji bo rûbirûbûna di gel tundutîjiyê, yê xweragiriya te li hember rewşa bi vî rengî zêdetir lê bike.

pêşniyarek:

Reşzimanî û zivr bêjî ku carna tev li tundutîjiyê dibe yek ji taybetmendiyên qonaxa lêkolînê ne, helbet ji bo şikandina serxwevebûn û moralê te, dirust kirina qeleq û tirsê li cem te, lewre pêwîst e li hember vê rewşê baş bizanî ku tirs, dûdilî, qeleq û nearamiya te armanca wê karberiyê ye, divê rê nedî ne tirs, ne xwe windakirin, ne qeleq û dûdilî bi tu awayî rêya xwe li cem te veke. Divê bizanî bi vî rengî berebere tuyê hiyê xwe bidî vê rewşê û tu yê berebere liser xwe hakim bî..

Nimuneka rêgiriya li îşkencekirnê, kesê li jêr lêdan yan îşkencê bi hewarkirin û harîkarî xwestin ji dewruberan û şahid girtina wan û bi cidiyet û biwêrî gef xwarina li îşkencekaran ji bo tomarkirina sikalayan li ser wan, dikare wî heya astekî baş ji wî karî paşvde lêde.

12- Lêkolîn hemû carî bi givaştin û tundutîjyan pêk nayê!

Karê lêkolînê bi giştî tev li tundutîjî û îşkencê nîne, lê dibe gelek caran gef xwarin û hêmayên wê werin nîşandan, lê herî zêde ji bo merema îşkencaya derunî û şerê psîkolucî tê bikaranîn, lewre tu carî pêwîst nake li gef xwarin bitirsin, helbet dîmenê tirsa xwe li demên gef xwarinan birengekê sexte pêwîst e bidin nîşandan, ji bo ku ew guman bikin birastî wan gefan bandor xistiye ser te, mînak wî çaxê ku li demên pêwîst sereray tirsîna xwe tu hewl didî dîmenê tirsa xwe bi cesaretê veşêrî..

Lêkolîn hindek carî bitenê ji bo bi dest anîna zaniyariyên zêdetir yan rêgirî kirin li berdewamiya tometbaran li ser çalakiyên yasayî û neyasayî. wî çaxî bi her rengê tometbarkirnên mezin îrişan pêk tînin, divê bizanin li demên ku tu bi xwe jî dizanî ev rengê sûcbarkirinan li te naweşe û belgeyek li ser wan sûcan di bara tede nîne wî çaxî bizane ew tenê hewl didin te bidin tirsandin ji bo berdewamiyê nedî wan helwestên xwe.

(Çaverêy beşa şeşemîn û dawiyê bin…)

Nûçeyên Têkildar