Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Nirxandinên li ser 12’ê Îlonê û rastiya rûyê AKP’ê

Dema salên 1950-1980’î dema gihiştin û stewînê ya Faşîzma Tirk a Spî ye. Lê bi darbe û komployan hatiye meşandin. Li ser guherîna hêza hegemonîk a derve (DYA ket şûna Ingilîstanê) hin kirinên cuda ketin rojevê (demokrasiya parlamenterî ya pir partî, gavavêtina kapîtalîzma lîberal, di warê laîktiyê de dayîna beşek tawîzan), lê bi awayekî bingehîn dîktatoriya faşîst a olîgarşîk avahiya xwe parast û dewam kir. Şerên çînî û civakî yên dijwar encam nedane. Encam, darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê ye. Darbeya eskerî ya li gorî konjonktura hundir û derve hatiye pîlankirin (Li Rojhilata Navîn tewazuna hundir xira bû ji ber ku Şoreşa Îranê pêk hat û Yekîtiya Sovyetê Afganistan dagir kir; tewazuna hundir xira bû ji ber ku mezinbûna têkoşîna şoreşger a hundir nehat rawestandin), di çarçoveyeke dîrokî de li pêvajoya hilweşîna sîstema Faşîst a Tirkê Spî rast hatiye û xwestiye hilweşînê rawestîne. Ji bo vê yekê jî di çarçoveya îdeolojîk de li şûna laîktiyê milletperestiya Tirk-Îslamê kir bingehê xwe, di qada ekonomîk de jî li şûna ekonomiya xwe li hundir girtî ber bi yekparebûneke bi yekdestdariyên global re gav avêt, ji bûrjûwaziya bi giranî burokratîk ber bi pêşengiya sermayeya taybet ve çû, di qada siyasî-desthilatdariyê dejî wesayeta eskerî ferz kir. Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê ev bi rêkûpêk kir û bi darê zorê bi gel dane qebûlkirin. Rejîma wesayetkar a dema hilweşînê bi giranî heta dema Hikûmeta Bulend Ecewît dewam kir (1999-2002) û bi temamî bi nîzamekî şerê hundir hat meşandin. Li ser civaka Tirkiyeyê rejîmeke pasîfîkasyonê zêde hat meşandin û li Kurdistanê jî her cure şerê taybet hat ceribandin. Belkî jî rejîmeke şerê taybet ê hundir ê ku di dîrokê de kêm mînakên wî hatibin dîtin, hatiye tesîskirin, ango Destûra Bingehîn şiklî maye. Bi gotineke din Destûra xwe jî bi awayekî berbiçav bin pê kirine. Hem di nava dewletê de (di sala 1993’an de pêvajoya tesfiyeyê ya berfireh bi tesfiyekirina Turgut Ozal û Eşref Bitlis dest pê kir), hem jî dewletê bahozeke dijwar a terorê li civakê rakiriye (bi hezaran gundên kurdan hatin valakirin, hovîtiyên li zindanan, bi deh hezaran kuştinên failê wan nediyar, li Sêwazê komkujiya li Hotêla Madimakê, çalakiyên kontrgerîlla yên di ti qanûnên şer de tinene, girtinên ji sedhezaran bihurî, kuştinên ji hezaran derbasbûyî). Belkî bi vî awayî pêşî li hilweşîna dewleta netewe hatiye girtin, lê bi awayekî klasîk dewlet jî ji dewletbûnê derketiye. Jixwe Komar di çarçoveya Rohnîbûnê de bi tu awayî ava nebû û di sala 1980’î de teslîmî wesayeta eskerî bû.

Avakerê faşîzma tirk a kesk

Ji ber ku di şerê navxweyî de rejîm gelekî ji hev de ket û operasyona Iraqê ya Amerîkayê (bi qasî xuya dike, êrîşa provokatîf a rêxistina El Qaîdeyê bir ser Bircên Cêwî bikin bahane jî), li Tirkiyeyê gera li hegemonya desthilatdariyeke nû ferz kiriye. Amûrên hundir ên hegemonya nû ji salên 1970’î ve dihatin amadekirin. Qebûlkirina senteza Tirk-Îslamê, biryarên ekonomîk ên 24’ê Çileya 1980’î (derî vekirina li sermayeya fînansa global), darbeya 12’ê Îlonê, girtina partiyên dewleta netewe yên Tirkê Spî, di nava Serokatiya Fermandariya Giştî de wezîfedarkirinên li derveyî usûlê, di nava Partiya Rêya Rast de operasyona Tansû Çîller û Hikûmeta wê, pêvajoya 28’ê Sibatê, xistina hikûmeta Erbakan û herî dawî jî bi awayekî şexsî tesfiyekirina Bulend Ecewît û hikûmeta wî mirov dikare weke qonaxên diyar ên vê pêvajoyê rêz bike. Gelekî girîng e ku mirov AKP’ê weke rêkûpêkirina tevahiya van hêmanên hundir û derve binirxîne. Ev di dîroka hemdem a Tirkiyeyê de pêngavek e ku bi qasî pêngava komarê girîng e; navê veguherîneke di wê eyarê de ye. Çawa ku CHP partiya dewletê ya navendî ya pêvajoya Tanzîmat, Meşrûtiyeta Yekemîn û Duyemîn û Şerê Rizgariya Neteweyî ye, AKP jî di heman pêvajoyan de bi giranî muxalif maye, bi rejîma Ebdulhemîd re li hev kiriye, li dijî hegemonya alman hegemonya Ingilîstanê kiriye esas, li dijî neteweperestiya laîk milletperestiya Îslamî bi pêş xistiye, li dijî milletperestiya siyonîst bi gerdûngeriya cihû ya Karaîm re hevgirtine, îdeolojiya Tirk-Îslam a artêşê bi darbeya 12’ê Îlonê destek dayê ji xwe re kiriye destek, piştî ku artêşê bi xwe bi pêvajoya 28’ê Sibatê partiya millîgirê radîkal Necmeddîn Erbakan parçe kir, AKP weke partiyeke dewleta netewe ya navendî di encama vê pêvajoya dirêj de derketiye holê. Di berdêla CHP a Denîz Baykal serokatiya wê kirî de bibe muxalefeta sereke, bi serokatiya R. Tayyip Erdogan jî partiyeke bi stratejîk hegemonîk û di dema nû de weke hêza rêveber û avaker a faşîzma tirk a kesk, xwe disipêre rabihuriyeke dirêj û bi desteka hêzên hegemonîk ên hundir û derve li desthilatdariyê rûniştiye.

Rejîma Faşîst a Spî

Eger mirov rejîma bi pêşengiya AKP’ê weke Komara Duyemîn an jî Komara Îslama Nerm bi nav bike wê bibe şîroveyeke zû hatiye kirin. Tevî ku weke karekterê bingehîn ê komarê tê îdeakirin û di destûrê de ev tê îfadekirin jî tu carî rejîm nebû dewleteke demokratîk, laîk û civakî, berevajî ji dema damezrandinê ve timî karekterê xwe yê faşîst olîgarşîk parast. Di çarçoveyeke klasîk de rejîma komarê timî weke navekî maye. Nexasim nikarîbûye bibe komara demokratîk. Çawa ku li dijî hegemonya CHP’ê têkoşîna ji bo komara demokratîk û destûra bingehîn her di rojevê de bû, li dijî hegemonya AKP’ê jî ev yek wê her di rojevê de be. Ji lewre mirov ji pêvajoyê re bibêje, dema têkoşînê ya di navbera dîkta olîgarşîk û komara demokratîk a li dijî wê de, bawer dikim wê rastir be. Her çiqasî bi israr û bi berevajîkirinên bi zanebûn ên medyatîk weke alternatîfa Faşîzma Tirk a Spî ya heştê salî were pêşkêşkirin jî bi biryar e ku vê rejîmê bi xwe dewam bike bi cudahiya reng ê ku di cewher de pê re li hev dike. Rejîma Faşîst a Spî ji hev de ketiye, beşekî mezin ê desteka xwe ya derve û hundir ji dest daye û herweha weke encameke normal a jihevdeketina wê û jidestdana wê ya desteka wê ya veşartî, rê û pêşî li Rejîma Faşîst a Kesk a AKP’ê hatiye vekirin.

Hewldana avakirina Hamasa kurd

Hegemonya AKP’ê pêkanînên taktîk ên bêhtir cuda dimeşîne û ev bi stratejiya hevpar re ya ku armanca wê tesfiyekirina hebûna kurd û Tevgera Azadiyê ye, li hev dike û ji bo vê stratejiyê bi awayekî bêhtir afirîner pêk bîne, ev dibin manewrayên taktîk. Mînak R. Tayyip Erdogan di sala 2005’an de li Amedê pêşî got “Pirsgirêka kurd pirsgirêka me ye” û bi vê gotina xwe beşekî girîng a desteka gelê kurd kişand cem xwe û paşê di sala 2006’an de Qanûna Ceza ya Tirk bi xasûkî derxist; jin û zarok jî xistin çarçoveya vê qanûnê û di tevahiya demên Komarê de qanûna herî zêde dij-kurd ev qanûn e. Ji ber vê stratejiyê, cara pêşî bi awayekî zêde zarok û gede hatin girtin, operasyonên KCK’ê destpê kirin û êrîşên hewayî pêk hatin. Dîsa ji nêz ve bi vê stratejiya nû re têkildar, her cure şerê psîkolojîk, sermayeyeke kurd a hevkar hem li Bakur û hem jî li Başûr li bajarên girîng weke navendeke balkêş hewl dan pêk bînin û saziyên rêxistinên civaka sivîl ên kurdî yên sexte ava kirin. Divê mirov medya kurd a hevkar jî weke amûrên şerê psîkolojîk li vê zêde bike. Gelek şaxên huner û sporê jî di çarçoveya heman armancên stratejîk de têne bikaranîn. Belkî jî kirina herî xeternak ew e, li şûna Hîzbul-kontrayê Hamasa kurd bê pêkanîn. Hedefa bingehîn a rêxistin û weşanên dînî ew e, di qonaxa dawî de li dijî KCK’yê koma xwe ya Hamasê ya kurd damezrîne, bixe nava tevgerê û bike sereke. Mînak, tevî ku ti têkiliya Hamasê bi têkoşîna Filistînê re tunebû, MOSSAD’ê ji bo qelskirina Rêxistina Rizgariya Filistînê RRF’ê ew damezrand û kir ku îro RRF’ê û nexasim hêza bingehîn El Fetihê bîne ber tesfiyeyê. Heman modelê hewl didin li Kurdistanê li dijî KCK’ê pêk bînin û bi pêş bixin. Kursên Quranê û lîseyên dînî yên nû bi lez û bez bi vê armancê bi xwe ava dikin. Serokatiya Karûbarên Diyanetê mizgeft hemû xistine xizmeta tesfiyekariya çandî. Dîn bi temamî polîtîze kirine û weke amûrekî di reşkirina têkoşîna azadiyê û înkara hebûna Kurd de bi kar tînin.

Senteza Tirk-Îslamê ya bi darbeya 12’ê Îlonê li Komara Tirkiyeyê kirin îdeolojiya fermî ya rastî gavavêtineke bi patenta DYA û Ingilîstanê bû. Şoreşa Îranê ya wê demê û dagirkeriya Yekîtiya Sovyetê li Afganistanê (1979-1980), sîstema hegemonîk a bi giranî ji DYA û Ingilîstanê pêk hatî li hemberî van bûyeran neçar kir ku bi rêya Komara Tirkiyeyê tevdîran bigire. Di encama vê tevdîrê de têkoşîna şoreşger a Tirkiyeyê bi awayekî bêrehm tepisandin, li Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê hûrûkûr meşandin û Komara Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn kirin jendermeyekî pê ewle û jê piştrast. Rejîma dewleta Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de bi temamî bûbû Gladîo. Ya rastî, ya pêkhatibû ew bû; artêşa NATO’yê ya bi dizî Gladîo bi awayekî berfireh hatibû bikaranîn. Ev amûrên Gladîo yên cara pêşî li Tirkiyeyê ketin nava tevgerê şerê îro li Iraq û Afganistanê dimeşînin. Civîna Bilind a dawî ya NATO’yê ji bo vê konsepta şer weke stratejiya nû ya fermî ya NATO’yê îlan bike (Civîna Bilind a Lîzbonê ya di dawiya 2010’an de), xwe amade dike.

Beşekî din ê girîng ku difikirin bi kar bînin, bûrjûwaziya Kurd a lihevçêkirî ye. Li şûna feodalên hevkar ên ji rêûresmê, hevkarên hemdem ên bûrjûwaya Kurd çêdikin. Pêkhatina siyasî ya li Kurdistana Iraqê bi vê armancê gelekî tê bikaranîn. Li gelemperiya Kurdistanê ji bo tevahiya komên sermayeyê karibin sermayeya ekonomîk razînin, şensê pêşengiyê didinê. Mîna rola Dubaî li Erebistanê dilîze diwazin wê rolê li Kurdistanê bi Hewlêrê bidin lîstin. Silêmanî û Amedê jî weke gava duyemîn difikirin. Li ser vî bingehî rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî têne avakirin. Mîna ku di doza kurd de can, mal û hêza aqil dane, cureyekî kurdîtiyê yê qelp di vê projeyê de weke perdeyeke sexte tê bikaranîn. Sermayeya global a li pişt vê pêkhatinê, mîna li Tirkiyeyê di vê de jî bi roleke diyarker radibe.

Tirk-Îslam hat avakirin

Darbeyên eskerî yên 12’ê Adara 1971’ê û 12’ê Îlona 1980’î nîşan didin ku tevgerên şoreşger ên ku hêmanên faşîst ên sivîl nikaribûn wan bitepisînin bi tenê bi darbeyan dikarin werin rawestandin. Ev kelha muhkem a sîstemê timûtim bi tevgerên faşîst ên sivîl ên antî-şoreşê û bi palpiştiya darbeyên eskerî diparêzin. Sîstema komploker a Tirkê Spî ku ji 1925’an ve di serî de nasnameya kurd li dijî tevahiya liv û lebatên demokratîk û hebûnên çandî di nava şer de ye û her ku dihat teşhîrkirin û rûyê wê yê rastî derdiket holê, dîn û har dibû. Hêzên herî operasyonel ên Gladîoya NATO’yê hêzên wê bûn. Bi tevahî avahiyên siyasî xistibûn nava lepê xwe. Eger beşek hinekî ji kontrolê derketa bi komên faşîst ên sivîl ditepisandin yan jî wan hêzan têrê nekirana bi tevahî hêzên artêşê dixistin nava tevgerê. Ji ber ku weke sîstemeke Proto Siyonîst rola xwe pêk dianî, ji aliyê hêzên hegemonîk ên global ve dihat destekkirin. Mînakeke din wisa nîne ku gelê xwe evqasî xistibe kontrolê. Ango pêxîrtengbûna modernîteya Tirkê Spî ji nêz ve sîstema global eleqedar dikir. Bi darbeya eskerî ya faşîst a 12’ê Îlonê hewl dan ji pêxîrtengiyê rizgar bibin. Ji bo derketina ji vê pêxîrtengiyê polîtîkayên wan ên bingehîn di qada ekonomiyê de vekirina deriyên xwe li derve û pevkelîna bi sîstema global a fînansê re bû, di qada îdeolojîk de jî tevî milletperestiyê laîk berê xwe dan milletperestiya TirkÎslamê û bi dewleta netewe ya laîk palpiştiya dewleta netewe ya TirkÎslamê kirin. Darbeya 12’ê Îlonê çalakiya herî berfireh a Gladîoya NATO’yê bû. Erk û wezîfeya wê ew bû ku tevahiya çalakiyên şoreşger demokratîk ên gelên Rojhilata Navîn bi awayekî mayînde bitepisîne. Heta roja me ya îro hewl dide ku vê rola xwe bi tevahiya komên faşîst ên sivîl û hêmanên nîvmîlîter ên sîstemê bimeşîne. Bi tevahî partiyên siyasî çi desthilatdarî dibe çi jî muxalefet dibe, hemû mîna diranê heman çerxê bi rola herî girîng radibin.

Em dema ji nû ve salên 1970-80’î binirxînin, em bi hêsanî dikarin bibêjin, pirsgirêka kurd cara pêşî ye ku ji mijara rojname, kovar û komeleyê derdikeve û bi karekterê çînî xwe digihîne rêxistinkirina partiyeke pêşeng a modern û bi vê rêxistiniyê re di zikhev de xwe digihîne avahiyeke çalakiyê. Li vir a girîng ne ew e ku partî rêxistineke bi hêz be û kapasîteya wê ya çalakiyê hebe. Ji ber ku rêxistinên din ên Kurd bi van xisletan hebûn. Partiyên mîna PDK û TKSP’ê ji mêj ve hebûn. Tişta nû ew bû ku cara pêşî rêxistinî û çalakî di zikhev de pêk dihatin. Ev ji aliyê rastiya civaka Kurd û cografya Kurdistanê ve dihat wê maneyê ku ev serîrakirineke nû bû, hem jî şer û serîrakirineke bi partiya pêşeng û bi rêxistinî bû. Bi kêmanî di teoriyê de hatibû qebûlkirin ku karekterê şer demdirêj e, û ji qonaxên stratejîk pêk tê. Hem li gorî rastiya neteweyî hem jî li gorî rastiya navneteweyî ya wê demê di cih de bû, û li gorî wê jî gavên stratejîk û taktîk ên serketî dihatin avêtin. Lê herçiqasî rastî û îradeyê bi awayê xuya dikir xwe nîşan bidana jî fikar û kêmasiyên mezin ji binî ve dihatin hiskirin.

NATO’yê faşîzma mîlîtarîst ava kir

Darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê pêk hatiye û rûyê mîlîtarîst ê dewletê bi rastiya xwe hemûyî berbiçav bûye. Civak mîna gihiştibe mêrê xwe yê rastî û hiyerarşîk xwe rehet his dikir. Di rabihuriya nêz de kirinên li Kurdistanê diyar bûn. Kirinên di çarçoveya înkar û tunekirinê de bi tevahiya şîddeta xwe li ser kar bûn. Faşîzma mîlîtarîst a ji aliyê NATO’yê ve hatibû erêkirin, wê tu cureyê zordestî, şîddet, êşkence û komkujiyê nemana ku nekiribana. Kengî mijar dibû rastiya kurd û Kurdistanê, qirkirinên bi temamî ji dîrokê û cografyayê rakirin diketin rojevê. Felaketên mezin ên bi serê ermen, rûm, suryaniyan de û di dema nêz de bi serê berxwedanên kurdan de hatibûn hînê birînên wan teze bûn û nehatibûn jibîrkirin. Ev sedema fikarên mezin bûn. Kêmasiyên bingehîn jî ew bûn ku li hundir û derve hêzên ewle û têkûz ên xwesipartinê tinebûn.Ti hêviya zêde ya mirov ji dublokbûna kapîtalîzm û sosyalîzmê bike, tinebû. Bêhna revîzyonîzmê xwe berdabû her derê. Çepgiriya tirk ji ber sedemên hundir û derve xetimî bû û derba stratejîk xwaribû. Lewma di pêvajoya nû ya li pêşiya PKK’ê de gelek tiştên nediyar hebûn.

Dema duyemîn a şerên Gladîo bi darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’î dest pê dike û heta sala 1985’an dewam dike. Sefareta DYA’yê ji bo dekûdolabgerînerên xwe gotibû “Zarên me karekî baş kirin bi ser ketin!” û bi vî awayî teqdîra xwe îfade kiribû, jixwe ji bo dema kin armanc û encamên vê darbeyê têne zanîn. Armanca darbeyê ew e, di serî de hêzên çepgir tevahiya tevgerên muxalif û derdorên nerazî yên li hundir bêdeng û tesfiye bike, li şûna wê li gorî rejîma destûrî sîstemeke nû ya faşîst a çandî, siyasî û civakî ya xwe bisipêre îdeolojiya Tirk-Îslam û nîzameke ekonomîk a pala xwe daye îxracata derve (derîvekirina li mêtinkariya derve) ya bi hegemonya kapîtal a fînansê ya global ve girêdayî ava bike. Ev ne weke ku dixwazin nîşan bidin sîstemek e ku di bin rêveberiya hêzên ewlekariyahundir a Tirk de ye; encameke xwezayî ya şerên Gladîoyê ye ku ji salên 1960’î ve zêde kir û bi hişyarnameya 12’ê Adarê re gurr kir. Hêzên diyarker NATO, navenda Gladîo û şaxên wê yên Tirkiyeyê ne. Hêzên ewlekariya hundir ên tirk rola wan ji destekdanê wêdetir naçe.

Milletperestiya Tirkê Kesk ê Îslam Tirk

Darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’î bi sedema ku li hundir muxalefeta gelan zêde bû, li derve jî bi sedema guhertina konjonktura li Rojhilata Navîn (Şoreşa Îslamî ya Îranê, dagirkirina Afganistanê ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve), li şûna ‘milletperestiya Tirkê Spî yê laîk’ ê Komara Pêşî xwe li avakirina Komara Duyemîn a xwe bisipêre ‘milletperestiya Tirkê Kesk ê Îslam Tirk’ rakişand. Di hedefa vê hewldanê de bi awayekî bingehîn muxalifên tirk ên demokratîk û sosyalîst û muxalifên kurd ên neteweparêz hebûn. Ummetgir, ya rastî Evangelîstên Îslamgir (Îslama Mûsewî terîqeta nûxwaziyê) ji xwe re weke zemînê îdeolojîk hilbijart. Ya rastî, ji tevgera nûrciyan heta bi tevahiya neqşî û qadiriyan terîqetan xwe bi lez di ber çavan re derbas kirin û veguherîn ekola Îslamî-Cihû ya modern ku versiyona Tirkiyeyê ya Evangelîstên Xiristiyan-Cihû yên li DYA’yê ne. Zemînê rastî yê îdeolojîk ê faşîzma 12’ê Îlonê jî ev ekol e.

Bi vî awayî, versiyona Tirkiyeyê ya hegemonya Reagan-Tahtcher-Kohl hatibû pêkanîn. Di vê sîstema nû de gava pêşî hêzên sosyalîst û demokratîk hatin tesfiyekirin û piştre giraniya xwe dan ser Kurdên bi temamî bi pêşengiya PKK’ê li ber xwe didan. Bi awayekî pêvajoya Komarê ya salên 1925-1938’an dubare dibû. Ango Komara Duyemîn a dema 1984-1998’an, dubareya Komara Yekemîn a dema 1925-1998’an bû. Yên xetimîna sîstemê dîtin û alîgirê çareseriya siyasî bûn hatin tesfiyekirin. Bi tesfiyekirina van kesan re rejîmê xwe baş bi sazî kir. Komara Duyemîn jî bi faşîzmê bi encam bû. Lê vê carê, havênê îdeolojîk ji rengê spî bi ser kesk ve diçû. Ev dihat wê maneyê ku wê ev komar bêhtir muhafezekar be. Bi vê Komara Duyemîn re ya para Kurdan ket dîsa siyaseta îmha û înkarê bû. Di dema 1925-45’an de hêza hegemonîk a global a li pişt polîtîkayên îmha û înkarê bi awayekî bingehîn hêza hegemonîk a sîstema global Ingilistan bû. Li pişt Komara Duyemîn jî hêza hegemonîk dîsa hêza hegemonîk a sîstema global DYA bû. Sîstema hegemonîk ji salên 1920’an ve ya ji bo Kurdan lê fikirî ‘statuya weke pirsgirêk bihêle’ bû, û vê yekê heta serê salên 2000’î bêyî ku biguhere dewam kir.

Bi AKP’ê dest avêtin desthilatdariya dewletê

Guherîna Komara Duyemîn a bi darbeya 1980’î dest pê kir, di serê salên 2000’î de bi pêxîrtengiyeke dijwar ji Komara Duyemîn qut bû. Avahiyên îdeolojîk, polîtîk, ekonomîk û civakî yên ji Komara Yekemîn mayî ji krîzê derbên giran xwarin û lawaz bûn. Yekdestdariyên ekonomîk û îdeolojîk ên Îslamî-Cihû yên Evangelîst ku bi destekdana DYA’yê beriya 1980’î hîmê wan hat danîn, bi AKP’ê dest avêtin desthilatdariya dewletê. Li dijî sazî û zêhniyeta Komara Yekemîn a lawaz bûyî, bi lez zendûbendên xwe badan û binesaziyên îdeolojîk ên Komara Duyemîn ava kirin. Li pişt diyardeya jê re desthilatdariya AKP’ê tê gotin, Neo-con’ên (muhafezekaran nû yên lîberal) DYA’yê û hevkartiya yekdestdariyên sermayeyê yên navenda wan Konya-Qeyserî Anatolî yên bi lez xurt dibin hene. Bi awayekî li têgihiştina Îslamî ya ji 1923’an ve li derveyî desthilatdariya dewletê hatibû hiştin, ji nû ve deriyên dewletê têne vekirin. Lê deriyên dewletê lisosyalîst, li demokratên radîkal, li Kurdên xwedî nasnameya kolektîf û azadîxwazan hê jî hişk asê kirîne. AKP bi awayekî bi rola CHP di dema Komara Yekemîn de pê rabû, di nava demeke kintir de di Komara Duyemîn de pê rabû. Bêguman mirov dikare di navbera yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê de jî behsa destguhertineke hegemonîk bike. Hemin di navbera herdu hêzên hegemonîk de Benda Çînê tuneye. Gelek saziyên îdeolojîk û polîtîk ên Komarê bi hev re parve dikin. Lê dîsa jî di navbera wan de cudahiyên girîng ango nakokî hene. Bi awayê xuya dike, pevçûna di navbera wan de bêhtir di çarçoveya şerîetxwaz û laîsîstan de yan jî bêhtir bi awayê bûye sembol li dora guftûgoyên der barê sergirtina jinê de derbas dibin. Lê ev pevçûn bi xwe ji ber nakokiyên ciddî yên îdeolojîk, polîtîk, ekonomîk û çandî yên di navbera herdu hêzên hegemonîk de ye. Eger mirov vê nakokiyê bi paşxana wê ya dîrokî ve girê bide, mirov dikare bibêje, nakokiya Osmanî-Komargeran weke nakokiya Osmaniyên Nû û Komargerên Laîk dewam dike. Bêhtir rast e ku mirov AKP’ê weke bi sazîbûna îdeolojîk, polîtîk, ekonomîk û çandî ya rejîma 12’ê Îlonê binirxîne. CHP’ya Komara Yekemîn çi be, AKP’ya 12’ê Îlonê ya Komara Duyemîn jî ew e. AKP dixwaze desthilatdariya xwe ya hegemonîk bi Destûra Bingehîn (ya rastî, versiyoneke lîberal a Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê ye) tacîdar bike.

Heta bi darbeya 12’ê Îlonê sala 1980’î em ji her komek di nava vê rewşê de pêşdetir nebûn. Gavavêtina Rojhilata Navîn gavavêtineke stratejîk bû. Rastiyê me bêhtir serwext bikirana. Bi awayekî sîstematîk vegera me ya li têkoşîna çekdarî, em dahf dan ku em bêhtir li rastiya xwe serwext bibin. Me hewl da, em têkiliya Kurdistan û zorê lêbikolin. Pêngava 15’ê Tebaxê bi awayê xuya dikir eskerî bû, lê bi xwe pêvajoyeke aliyê wê yê polîtîk bêhtir dabû destpêkirin. Têkiliya di navbera polîtîka û şîddetê de her ku diçû bêhtir aşkera dibû. Kesayeta civakî, afirêneriya ferd, hêza rêxistinî, civakbûna neteweyî û azadiya jinê xwe bi vê pêngavê re bêhtir rave dikirin.

Tevgera şoreşger a mezin bû, bandoreke aşkera li vê rewşê kir. Lê bi darbeya 12’ê Îlona 1980’î re gihiştin astekê ku bi hêzên din re bibin hevgirtî. Faşîzma Tirk a Spî ji ber avabûna xwe ya kevinbûyî û laîk ji girseyan îzole bûbû. Herweha deriyên xwe li derve girtibûn. Li kapîtalîzma global zêde ne vekirî bû. Ji ber ku li hemberî Amerîkayê tevgereke ciddî ya sosyalîst û demokratîk tinebû, hewcedariya wê zêde bi faşîzmeke nijadperest tinebû. Ji vê jî ya girîngtir ew bû, Tevgera Demokratîk a Azadiya Gelê Kurd li gelemperiya Kurdistanê û li parçeyê Kurdistana di bin serweriya Tirkiyeyê de pêşketina xwe dewam dikir. Ango wexta ku mirov rewşa îdeolojiyên faşîst ên di rengên nijadperest û spî de li ber çavan bigire, mirov bi hêsanî fêhm dike ku hewcedariyê bi elîteke tirk a faşîst kesk dibînin.

Nûçeyên Têkildar