Berhevkar: Nêrgiz Ismayîl
Mamoste Nisrîn: Diya Ş.Ibrahîm
Beriya ku şoreşa me dest pê bike em li Şamê bûn. Rastî rewşa miletê me nebaş bû, her kesê diçû Şamê ji bo ku kar bike û mala xwe xwedî bike, ez jî dema ku zewicîm em çûn Şamê. Li wê derê pênc zarokên min çêbûn, sê lawik û du keçik. Ji ber ku li vir kar nemabû em mecbûr diman herin bajarên ereban kar bikin. Li bajarê Şamê hemû jin kar dikirin, hin ji wan di kargehan de, hin jî karê cildirûtinê dikirin. Min jî karê por qutkirinê dikir, dibûm alîkar bi hevserê xwe re.
Beriya şoreşê amadekariya xebatên rêxistinî dihatin kirin, êdî bêrîkirina welat û gund çêdibû. Zarok dixwestin vegerin gund bêriya jiyana gund dikirin. Zarokên min ji Şamê û jiyana wê hez nedikirin. Sala 2007’an em hatin gundê Girbawî. Her çiqasî rewşa me ya madî ne baş bû, lê belê ji hêlê derûnî ve em baş bûn.
Her min hezkiriye ku zarokên min bixwînin, Birahîm jî ji xwendinê hez dikir. Kurê min Birahîm taybetmendiyên wî yên gelekî xweşik û ecêb hebûn. Rojekê ji rojan diçe dibistanê hevalekî wî heye ji ber ku nexweş e nikare waneya xwe amade bike, sibehê tê dibistanê mamoste dengê xwe bi ser de bilind dike, ji wî re dibêje ez ê li texim çima te waneya xwe ji ber nekiriye? Ew kurik dibêje, ji ber ku ez nexweşbûm min nikarîbû binivîsa. Dema Birahîm vî dîmenî dibîne qebûl nake ji mamoste re dibêje tu nikarî li yekî nexweş bidî, eger tu lê bidî va ez hema li min bide. Destê xwe li pêşiya mamoste vedike, mamoste gelekî şaş dimîne, ev hezkirina wî ji hevalên wî re heye. Mamosteyê wî hetanî niha li gundê girbawî ye.
Rastî Birahîm bi van nêzîkatiyên xwe yên cuda bandor li însanan dikir. Ji zarokatiya xwe de ruhekî fedekarî li cem hebû. Heta dema şoreşa 2011’an dest pê kir jî ew yekemîn ciwan bû ku ala kesk, sor û zer ser dibistanê hilda. Navê wê dibistanê jî Ş.Elî Mahmûd e. Di wê dibistanê de dixwend, endamê ciwanên şoreşger bû. Dema hevalê Serhed şehîd ket gelekî pê bandor bû. Carnan gotinên mezin û bi wate digot ez jê ne bawer bûm, min ew hêviya mezin jê nedikir. Hîn di temeneke biçûk de bû dixwest tev li perwerdeyê bibe, tev li refê YPG’ê bibe, nimêjker bû, quranê dixwend. Li Şamê dema ji dibistanê dihate serê xwe dişûşt û diçû mizgeftê. Di rojiyê de hemû hevalên xwe kom dikir û ew fêrî quranê dikirin. Bi xwe re dibirin mizgeftê lê belê yê mele qebûl nedikir ku zarok werin mizgeftê.
Her ku jiyana hevalan û sekna wan didît hîn bêhtir bandor dibû, dixwest kesayeteke mezin be. Xwest tev li YPG’ê bibe, lê hevalan qebûl nedikirin ji ber temenê wî biçûk bû. Carekê li hemberî hevalan bertekên xwe nîşan da, çû li ser dibistanê navê YPG’ê nîvisand. Bi vî rengî birayê wî yê mezin gelekî pê bandor bû, êdî wî xwest ew tev li bibe, Demhat kurê min got: “Ez mezinê malê me, ez ê tev li bibim.” Gava diçû li ser hêtê dibistanê dinivîsand dixwest bibêje va ez karê mezinan dikim, ez ne biçûk im. Heta hevalên asayîşê jî şaş man ka çima wiha dike. Di hundirê wî de şoreşeke mezin hebû.
Êdî me nema dikarî wî bisekinînin, tevlibûna wî ji YPG’ê re çêbû di 2012’an de. Piştî tev li bû hevalê Kemal wî anî malê jê re got: “Birayekî te tev li bûye, tu biçûk î here malê bibîne.” Dema hat malê got: “Yadê hûn çawa ne?” Min got: “Em baş in, hema me te dît bes e.” Birahîm got: “Baş e va we ez dîtim, bixatirê we.” Hevalê Kemal hîn neketibû seyara xwe ew li pişt seyarê siwar bûbû. Ewqas xwedî eşqeke mezin bû, ji hevalên xwe gelekî hez dikir. Her wextê ji min re digot: “Yadê ne dema avakirina malê ye, dema azadiyê ye, pêwîst e em welat ava bikin” Lê min zêde wate nedidan van peyvên wî. Di şerê Serêkaniyê de hevalê Îsa Hiso bi qezayekê şehîd bû. Dema hevalê Îsa Hiso şehîd bû ew gelekî bandor bû, ew jî mirovên me ne, her ji min re digot: “Yadê ez dixwazim, li gundê Girbawî şehîdê yekemîn bim, di nava malbata me de jî ez ê yekemîn bim.” Roja dawî dema hat xatir xwest ji zarokan re gotibû: “Ji diya min re bêjin va ez ê herim wê meqama min jî gelekî bilind bibe, ez ê bibim tiştekî mezin bila serê xwe bi min hilde, min fedîkar tu carî dernexe.” Ev gotin encex mezin bêjin lê wî got, zilam nikarin vê gotinê bêjin: “Bila diya min, min fedîkar dernexîne, gelekî mezin e.” Her ji min re digot: “Yadê eger ez şehîd bikevim tu negirî.” Ji zarokatiya wî de her me hest pê dikir ku ev zarok ne yê me ye mîna mêvanekî di malê de ye. Dema ez pê ducanî bûm, bavê wî di xew de dît ku zilamek jê re dibêje: “Ev zarok dê ne yê we be, wê mêvan be.” Rastî jî dema çêbû ez pê neêşiyam û bi xwe nehesiyam. Min hemû zarokên xwe bi şîrê firencî xwedî kirin, lê tenê kurê min Birahîm şîrê min vexwar. Sibhanelah tu zirara xwe neda kesî. Mamosteyên wî gelekî jê hez dikirin. Dema ku di nexweşxaneyê de ne ser hişê xwe bû, tenê destpêkê radibe ser xwe û tiliya zeferê hildide û dibêje bijî Serok APO û eşheda xwe tîne. Ez gelekî bi şehadeta wî ser bilind im. Ji ber ku çi xwest li gorî dilê wî bû. Piştî şehîd ket gelek hevalên wî cihê wî girtin û tev li bûn. Min soza wî pêkanî û min ew fedîkar dernexist, ez li ser negiriyam. Ez qewîn bûm.
*Ji cîlda yekemîn a pirtûka Rûpelên Jînê hatiye wergirtin