Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

 ‘Nîşannedana helwesteke têrker a li hemberî PDK’ê ji bo gelê kurd lawazî ye’

Karasû bal kişand ser plan û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re ku hewl dide nasnameya kurd û Kurdistanê ji holê rakin û wiha got: "Li dijî helwesta PDK'ê sekneke têrker nîne. Ev yek ji bo kurdan lawazî ye. Kurd bi helwesta li dijî xiyanetê dikarin azad bibin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haberê bû û mijarên di rojevê de ne nirxand.

Di destpêka axaftina xwe de Karasû bal kişand ser erdheja li Fasê û lehiya li Lîbyayê ku di encamê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û ji gelên Fas û Lîbyayê re sersaxî xwest.

Karasû her wiha bi bîr xist ku beriya çend rojan hunermendê kurd Beytocan koça dawî kir û got: “Wî jî bi hurmet û minet bi bîr tînim. Di parastina çanda gelê kurd û têkoşîna li dijî mêtingeriyê de ked û hewldana Beytocan jî hebû. Ew ê jî ji aliyê gelê Kurdistanê ve neyê jibîrkirin. Di nava çand û hunera kurd de wê her tim bê bîranîn. Mirovên di nava çand û hunerê de ne ji bo kurdan bi rastî jî gelekî hêja ne. Lewma divê gelê kurd qîmetê, piştgiriyê bide hunermendên xwe û ji bo pêşketina hunerê derfetan pêşkeş bike. Ji bo gel û neteweyeke ku qirkirin lê hate ferzkirin, karên çand û hunerê yek ji karên herî girîng e. Lewma jî karê çand û hunerê li dijî qirkirinê tê wateya têkoşîneke mezin. Bi vî rengî divê bê fêhmkirin.”

Mûstafa Karasû bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Li dijî tecrîdkirin û dîlgirtina Rêbertî, gelê me hewl dide bi têkoşînê tecrîdê bişikîne û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike. Ev rastî divê bê dîtin, dewleta tirk qirker e, mêtinger e. Lewma jî polîtîkayên li hemberî Rêbertî têne meşandin polîtîkayên qirkeriyê ne. Heta ku ev rastî neyê zanîn li Kurdistanê li dijî dewleta tirk têkoşîneke rast nikare bê meşandin. Kurd hemû, rewşenbîrên kurd, siyasetmedarên kurd wê vê rastiyê bibînin. Wê vê dewletê nas bikin. Têkoşîna ku li dijî vê dewletê tê meşandin, ya jî polîtîkaya dewletê ya li hemberî gelê kurd dimeşîne, şaş e ku bi têkoşîna rizgariya neteweyî ya li devereke din a cihanê bê şibandin. Dixwazim vê yekê destnîşan bikim.

‘Kes nikare fikrên Rêber Apo tecrîd bike’

Gelê me li dijî vê dewletê ji bo azadiya xwe têdikoşe. Misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî jî parçeyekî girîng ê vê têkoşînê ye. Ev mijar mijareke ku di zikhev de ye. Gelê kurd jî, dostên xwe jî her roj vê rastiyê hîn baştir fêhm dikin. Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn tê meşandin, di heman demê de pêşketineke têgihiştinê jî pêk tê. Têkoşîna ji bo azadiyê ya li ser xeta rast, her roj hîn bêhtir bi pêş ve dikeve. Ne tenê gelê kurd di heman demê de gelên cihanê, hêzên demokrasiyê, sosyalîst, şoreşger jî dibînin bê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo mirovahiyê tê çi wateyê. Ew jî gelekî hewl didin, kedê didin. Em van ked û hewldanan gelekî hêja dibînin.

Beriya niha bi demeke kurt li Îtalyayê çend konser hatin lidarxistin. Di konseran de me dît bê Rêber Apo bandoreke çawa li gelan dike. Ji ber ku mirovahî tev dixwaze ji modernîteya kapîtalîst rizgar bibe. Rêber Apo jî weke çareseriya vê yekê nîşan dide. Di serî de li ser bingeha azadiya jinê weke rêya rizgariya ji sîstema kapîtalîst nîşan dide. Bêguman bi pêşengiya jin, ciwan û ekolojîstan di têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst de serdemeke nû dide destpêkirin, asoyên nû destnîşan dike. Ev yek wê hîn bêhtir bi pêş ve biçe. Kes nikare vê rawestîne. Kes nikare fikrên Rêber Apo tecrîd bike. Bi dîlgirtinê hewl didin ku li pêşiya bandora Rêber Apo ya li ser gelê kurd û mirovahiyê bibin asteng, lê belê ev yek êdî bi kêr nayê. Fikrên Rêber Apo li tevahiya cihanê belav bûne.

Lewma têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo hîn bêhtir xurt dibe. Ji xwe beriya niha bi demeke kurt di civîneke mezin a sendîkayên cihanê de sendîkayên cihanê ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin. Diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî ew ê hewl bidin. Ev gelekî hêja ne, em hurmetên xwe pêşkeş dikin. Êdî ji aliyê her kesî ve tê fêhmkirin ku gelê kurd ji bo mirovahiyê nirxekî mezin e. Êdî wê zehmet be ku demeke dirêj Rêbertî dîlgirtî bihêlin, tecrîdkirî bihêlin. Hêzên demokrasiyê, gelên cihanê wê bi gelê kurd re azadiya Rêber Apo teqez pêk bînin.”

‘Wateya çalakiya Sara û Rûken gelekî mezin e’

Têkildarî salvegera yekemîn a çalakiya gerîlayên YJA Starê Sara Tolhildan (Dilara Urper) û Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên) a li Mersînê, Mûstafa Karasû nirxandin kir û got: “Hevrê Sara û Rûken bi minet bi bîr tînim. Çalakiyeke dîrokî kirin. Wateya vê çalakiyê gelekî mezin e. Di çalakiyê de hin polîs mirin, lê belê kêm e ku çalakî tenê bi vî alî bê nirxandin. Li wê derê di şexsê Sara û Rûken de rastiya jinên kurd, rastiya civaka kurd, têkoşîna li dijî mêtingerî qirkeriyê, biryardariya li ser azadiyê, fedakariya her tiştî ya ji bo jiyana azad hatin destnîşankirin. Ev yek di şexsê Rûken û Sara de sekna gelê kurd, sekna gerîla ye. Bêguman sekna hevalên Sara û Rûken sekneke şexsî nîne, ew parçeyek ji gerîlayên li Zap, Metîna û Avaşînê şer dikin. Bi heman ruhî îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî mêtingeriyê şer tê kirin.

Em dibînin ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî fedaî bi rengekî bêtirs bi ser dijmin ve diçin. Lê belê çalakiya hevalên Sara û Rûken li devereke welê hate kirin ku dijmin bi temamî lê serwer bû. Gelekî hêja ye ku bêtirs ev çalakî kirin, canê xwe feda kirin. Heval dema çûn wê derê ji bo azadiya gelê kurd canê xwe feda kirin. Ev gelekî bi wate û hêja ye. Divê jin û ciwanên kurd bibin xwedî vê sekna milîtaniyê, vî ruhê milîtaniyê. Di têkoşîna li dijî dewleta mêtinger de divê her kes xwe di ber çavan re derbas bike. Di şexsê van hevalên şehîd de divê rê û rêbaza têkbirina mêtingeriyê bê dîtin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di dewama axaftina xwe de şerê gerîla yê li dijî dagirkeriya dewleta tirk, her wiha liv û tevgera PDK’ê ya li qadên gerîla û piştevaniya wê ya ji bo dagirkeriyê nirxand.

‘Kurd divê li dijî xiyanetê helwestek xurt nîşan bidin’

Karasû got: “Bêguman berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê berxwedaneke ku li dijî mêtingerî qirkeriyê tê kirin. Divê ev yek weke rastiyeke têkoşînê bê fêhmkirin. Weke parçeyek ji têkoşîna giştî ya gelê kurd a li dijî hêza qirker bê nirxandin. Fedaîtiyeke mezin tê nîşandan. Ev yek sekna gelê kurd e. Ev sekn wê hîn bi bandor bibe û dewam bike. Lewma jî nepêkan e ku dijminê mêtinger encamê bi dest bixe. Berovajî; milîtanî û fedaîtiya berxwedanê, hêza berxwedêriyê ya gelê kurd mezin dibe. Rastiya gelê kurd digihîne asteke nû. Me sekna PDK’ê gelekî nirxand. Ev kiryarên wê ku weke partiyeke kurd dike, li her devera cihanê weke xiyanetê tê nirxandin. Wateyeke cuda ya vê yekê nîne. Nepêkan e ku mirov bi rengekî nerm nêzî vê yekê bibe û hincetan jê re peyda bikin. Helwest û sekna li dijî vê yekê divê zelal be. Li dijî helwesta PDK’ê sekneke bi têrkerî nîne. Ev yek jî ji bo kurdan lawazî ye.

Kurd divê li dijî xiyanetê helwestê nîşan bidin ku karibin azad bibin. Bêyî helwesta li dijî vê yekê, bêyî zelalkirina pîvanên gelê kurd têkoşîn nikare bi ser bê xistin. Nîşannedana helwesteke têrker a li hemberî PDK’ê, ji bo gelê kurd lawazî ye. Hîn jî hin nêzîkatî hene ku sekna PDK’ê normal nîşan didin. Piraniya gelê kurd vê xiyanetê dibîne, lê belê hîn jî beşek ji ber sûdwergirtina ji derfetên PDK’ê bêdeng dimîne. Pirsgirêk ne ew e ku çeperên hatine bidestxistin werin parastin, berovajî vê yekê; kurdan bi têkoşîneke demdirêj a ji salan rastiyeke kurd afirandine. Li cihanê, li Rojhilata Navîn rastiyeke kurd afirandine, lê PDK derbê li vê dixe, hewl dide tune bike. Destketî di nava vê rastiya kurd de dikare bê parastin. Eger rastiya kurd a 100 salî, ya 50 salî neyê parastin, neyê pêşvebirin, li hemberî noker û xiyanetê neyê parastin wê demê kes nikare tu carî biparêze.

Ya ku destketiyên kurdan afirandine jî têkoşîna bi dehan salî ye. Eger ne ji têkoşîna me bûya rastiya başûrê Kurdistanê nedihate afirandin. Her kes wê vê bibîne. Ez nabêjim ku xelkê me yê Başûr qet tênekoşiya, bêguman têkoşiyan lê belê wê têkoşînê di nava atmosfera têkoşîna me de destketiyên bi vî rengî, çeperên bi vî rengî bi dest xist. Ev rastî divê were dîtin. Wê demê rastiya PKK û Rêbertî divê rast bê fêhmkirin û bê parastin. Bi vî rengî destkeftî dikarin bêne parastin.

Li Silopiyayê gelê kurd li dijî xiyaneta PDK’ê helwest nîşan da, lê dewleta tirk êrîş kir, asteng kir. Ji ber ku dewleta tirk zane ku ne ji xiyanet û hevkariya PDK’ê be li Kurdistanê nikare bi ser bikeve. Li bakurê Kurdistanê jî eger dewleta tirk hîn li ser piyan be sedema vê PDK ye, hebûna PDK’ê ye, hevkariya wê ye. Yê ku dike ku dewleta tirk ewqasî êrîş bike PDK ye. Dewleta tirk dibêje ‘ez ne li dijî kurda me, binihêrin têkiliya min bi PDK’ê re heye’. Civaka kurd jî, cihanê jî bi vî rengî dixapîne. Û eger karibe PKK’ê tasfiye bike, piştî wê wê bi navê PDK’ê yan jî yên din, tiştek nemîne. Lewma kiryarên PDK’ê li holê ne, li dijî vê yekê divê helwest bê nîşandan. Naxwe wê bikeve rewşa Laz’an a li ber sêdarê digotin. Wê bibêje, bila ev ji min re bibe dersek. Rêber Apo demên destpêkê gava nirxandin dikir, digot; kurd dema dimirin jî nizanin bê çawa dimirin. Niha em zanin bê kurd çawa winda dikin, çawa bi ser jî dikevin.”

‘Rabûna jinên kurd jî pêwendiya xwe bi dîroka kurdan re heye’

Li ser serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir û li tevahiya cihanê belav bû jî, Karasû wiha got: “Destpêkê dixwazim vê bibêjim; têkoşîna herî hêja ya cihanê, ya dîroka mirovahiyê têkoşîna jinê ye. Gelekî hêja ye, têkoşîneke bi wate ye. Bi vê wesîleyê Jîna Emînî û şehîdên jin hemûyan bi minet û rêzdarî bi bîr tînim. Piştî ku Jîna Emînî hate qetilkirin jin rabûn ser piyan. Ji ber ku jin daxwaza azadiyê dikin. Ev yek aşkere ye. Ev bûyer çima li Îranê qewimî? Ya rast pêwendiya vê bûyerê bi dîroka Îranê re heye. Rabûna jinên kurd jî pêwendiya xwe bi dîroka kurdan re heye. Kurdistan cografya civaka neolîtîk e, Îran jî parçeyek ji vê ye. Cografya sereke ya ku di dîroka mirovahiyê de jin lê xwedî roleke girîng bû, Kurdistan û Îran e. Lewma di nava civaka Îranê de jin her tim ji jinên li Rojhilata Navîn bêhtir meyla xwe li ser azadiyê ye. Xwedî dîrokeke ku berê xwe li jiyana azad e.

Kurd û gelên îranî xwedî taybetmendiyeke bi vî rengî ne. Ev yek taybetmendiyeke gelekî hêja ya dîrok û civaka Îranê ye. Yên ku li Îranê siyasetê dikin, bi sosyolojiyê ve mijûl dibin, yên ku parçeyek ji rastiya civaka Îranê ne, yên ji Îranê hez dikin, dilsozên dîroka Îranê ne divê vê serhildana jinê bi rêzdarî pêşwazî bikin, qîmetê bidin. Rabûna li ber serhildana jinê rabûna li ber dîroka Îranê ye, rabûna li ber rastiya Îranê ye, şerê li dijî rastiya xwe ye. Komara Îslamî ya Îranê bi rastiya xwe re şer dike. Nêzîkatiya neyînî ya li dijî sîstema azadiyê ya jinê, divê weke nêzîkatiyeke neyînî ya li dijî dîroka xwe bê nirxandin.

Bi vî rengî divê bê nirxandin. Serhildana jinê ya li Kurdistanê û Îranê xwe dispêre civakîparêziyê. Ne mîna ya li Ewropayê ye ku xwe dispêre ezeztiyê, xwe dispêre feraseta azadiyê ya bûrjûva biçûk. Xeta azadiya jinê xeta azadiyê ye ku xwe dispêre civakê, civakê diparêze, li hemberî ezeztiyê li hemberî madiyatperestiyê, li hemberî nirxên modernîteya kapîtalîst, xwedî li nirxên civakî derdikeve ku modernîteya kapîtalîst ew têk biriye. Lewma gelekî girîng e. Rûyê bedew û ronî yê Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê divê gelên Rojhilata Navîn hemû pê serbilind bin. Gelên Îranê jî divê pê serbilind bin. Rejîma Îranê jî divê bi rengekî cuda nêzî pirsgirêka jinê bibe. Bi tepisandinê kes nikare pêşî li jinan bigire ku li Îranê rabûne ser piyan. Îran wê biguhere, neçar e bê guhertin. Bi xeta azadiya jinê guhertina Îranê wê pêk were. Şaş e ku dewleta Îranê vê serhildanê bi hêzên derve ve girê dide. Bi nêzîkatiya rast rewşa jinê divê bê nirxandin, polîtîka û çareseriyên rast bêne afirandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar