Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Niştecihên Hesandînê li wêrankirina xwezayê li ber xwe didin

Niştecihên zozanê Hesandînê li dijî projeya madenê mîtîng li dar xist û gotin: “Dê piştgiriya me ya bi gel re bidome. Bo xwe xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bi destên şîrketan û bombebaranê xwezaya Kurdistanê û wêran dike. Projeya madenan ku tê xwestin li Zozanê Hesandînê ya navçeya Pasûrê ya Amedê bikeve meriyetê, dê bandoreke neyînî li 6 gundan û bi dehan mezrayan bike. Şêniyên herêmê li dijî vê projeya ku dê qadên wan ên jiyanê tune bike derdikevin. Hemwelatiyan li zozana herî dawî mitîng li dar xistin û peyama “Em ê destûrê nedin” dan.

Ji parêzeran Vedat Ozkan ku tev li mitîngê bûbû, anî ziman ku ji bo betalkirina projeyê piştgiriyê didin xelkê herêmê. Ozkan, wiha got: “Şerê li dijî xwezayê nabe. Madeyên kîmyewî yên di projeyên madenan de tên bikaranîn, erdnîgariya me jehrî dikin. Ev proje dê di nava 3-5 salên pêş de bibe sedema koçberiya xelkê herêmê.”

Bi domdarî Ozkan diyar kir ku bi projeya madenê re tê xwestin ku xelk ji xak, nasname, çand û rabûrdiya xwe dûr bikeve. Ozkan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vê projeyê û yên mîna wê re dixwazin kurdan li ser erdnîgariya wan tune bikin, îzole bikin û heta koçber bikin. Gelê me jî li dijî vê piştevaniyeke xurt pêş xistiye. Em ê bi hev re vê piştevaniyê bidomînin. Em ê rê nedin vê projeyê.”

Parêzer Sabahattîn Acar ku endamê Komeleya Pasûriyan e (KULP-DER), bi lêv kir ku xelkê herêmê vala vala xwedî li xwezayê dernakeve û ev tişt anî ziman: “Her 10 metreyan cihekî kanî hene, av diherike. Heke kanên madenê bên vekirin dê çi bibe? Dê komeke biçûk ê sermayedaran qezenc bike û dê ji her devera vê derê jehr biherike. Êdî kesek dê nekare li quntarên van çiyayan avê vexwe. Li gelek cihên welêt xweza tê talankirin lê li texrîbata li Kurdistanê di heman demê de li dijî nasnameyê ye. Em ê bikin ku ev der her tim bijî. Bila kesek nebêje ‘Dê hinek dengê xwe bikin paşê dê li malên xwe rûnin û dev ji têkoşînê berdin’. Bila kesek van xeyalan ji xwe re çêneke. Ev hêj destpêk e, bilav vê baş bizanin.”

Endamê Platforma Parastina Zozanê Hesandînê parêzer Eyyup Aydenîz jî got ku xelkê herêmê xwedî li Hesandînê derdikeve. Aydenîz, axaftina xwe wiha qedand: “Bi dehan gund û mezra li derdora Zozanê Hesandînê hene. Heke maden bên derxistin dê çavkaniyên avê yên van gund û mezrayan tune bibin. Dê sewalkarî tune bibe. Ev zêdetirî 20 sal in texrîbateke mezin li dijî xwezayê tê kirin. Madenên ji vir tên derxistin dê heta hetayê van deran tune bikin. Banga me ji bo hemû rêxistinên civaka sivîl ew e ku li dijî talana tê xwestin li Hesandînê were kirin, piştgiriyê bidin me.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar