Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Nivîkarên girtî û têkoşîna li dijî pişaftinê

Polîtîkayên pişaftinê yên dewletê bandoreke mezin li nivîkariya kurdî dike. Nivîskar Mehmed Akdogan destnîşan kir ku ji ber polîtikayên pişaftinê gelek nivîskarên kurd di girtîgehe de ne û gelek nivîskar bêyî pirtûkên xwe bibînin li wan tê qedexekirin û wiha got: "Ev 40 sal in yek ji qada wêjeya kurdî jî girtîgeh in."

Polîtîkayên dewletê yên li ser gelê kurd, çand û zimanê kurdî gelekî dijwar e. Li gorî rapora PEN’a Kurd, ji 100 kesî zedetir nivîskarên kurd di girtîgehe de ne. Bi sed salan e polîtikayên dewletê yên pişaftinê li ser zimanê kurdî didome. Ji ber vê yekê nivîskar û hûnermendên kurd her tim hedef tên girtin. Lê hem kurdî hem jî nivîskarê kurdî bi bi binçavkirin, girtin, zext û cezayan paş de gav neavêtin. Gelek nivîskarên girtî di nav şert û mercên dijwar ên girtîgehê de pirtûk nivîsandin û berhemên wan derketin. Yek ji van nivîskaran jî Mehmet Akdogan e. Akdogan di sala 1993’yan û heya 2003’yan di girtîgehê de maye. Wî li girtîgehê dest bi nivîskariyê kiriye. Heta niha du romanên wî derketine. Yek ji van “Bayê Cîlo” û “Destana Zê” roman in û pirtûka wî ya “Destana Cizîrê’ jî helbest e. Akdogan derbarê nivîskariya li girtîgehê û wêjeya kurdî de ji ajansa me re axivî.

Nivîskar Mehmed Akdogan anî ziman ku di girtîgehê de ji ber qedexekirina kurdî bi veşartî dest bi nivîskariyê kiriye û wiha qala nivîskariya li girtîgehê kir: “Di nav ewqas şert û mercên dijwar de jî kovara me derdiket. Yanî kovara girtîgehê hemû nivîsên me diweşand. Me bi dizîka kovar û pirtûkan dixwend. Ew nûjeniya wêjeya kurdî bû. Navê kovarê Hawar bû. Li Zindana Amedê dest pê kiribû. Li hemû girtîgehan belav bûbû. Di şoreşên dinyayê de dibêjin ku wêjeya bin êrdê, ya me jî wêjeya girtîgehê ye. Girtîgeh pêşengtiya wan demên tarî kir û tarî li me bû ronahî.”

 Nivîskar pirtûkên xwe nabînin

Akdogan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku gelek nivîskarên kurd di girtîgehe de jiyana xwe ji dest dane û pirtûkên xwe yên ku hatine çapkirin nedîtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 40 sal in qada girtîgehê pêşengtiya wêjeya kurdî dike. Bi sedan nivîskar di zîndanan de ne. Hinek ji wan hêj ku pirtûkên xwe nabînin jiyana xwe ji dest didin. Riza Kazici piştî ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da pirtûka wî hat çapkirin. Her wiha Xelîl Guneş jî gelek pirtûkên wî û helbestên wî ên ku bên çapkirin hene. Lê jiyana xwe ji dest da. Di nava gelek çapxaneyan de pirtûkên girtiyan ên neçapkirî hene. Di bin ewqas zehmetiyan de ew pirtûkên ku hatine çapkirin wekî berfînekê serê xwe ji girtîgehê derdixin û pêşengtiyê dikin.”

Akdogan bal kişand ser pirtûkên nivîskara girtî Rojbîn Perîşan ku hatine qedexekirin û wiha got: “Rojbîn Perîşan ev 30 sal in ku di girtîgehe de ye û her salê an jî du salan carekê pirtûkekî dinivisîne. Lê çawa ku pirtûka wê derdikeve tê qedexekirin. Zilma ji vê mezintir nîne. PEN’a cihanê jî îro pirtûkên Rojbînê werdigerîne İngilîzî û cih didine nivîskarên girtî. Şert û mercên ku ew têde dinivîse û hemû pirtûkên wê hatine qedexekirin bala wan dikişîne. Niviskarek ku pirtûkên wê pir tên xwendinê lê belê mixabin tev hatine qedexekirin. Lê dîsa jî Rojbîn nabêje ev jî dê qedexe bibe dest ji nivîsandinê bernade.”

Wêjeya Kurdî û Şoreş

Akdogan diyar kir ku bi qasî şoreşê romanek mezin nehatiyê nivîsandin û di derbare mijara wêjeya kurdî  de ev nirxandin kir: “Divê nivîskar pişta xwe bide gelê xwe. Niha em salên 90’î dinivîsînin. Dê di pêşerojê de şoreşa Rojavayê Kurdistanê bê nivîsandin, Şengal bê nivîsandin. Ji ber ku hêjayî nivîsandinê ne. Rewşa her romanekê bi dema xwe ve girêdayî ye. Gel çi bijî roman ji wê bi bandor dibe. Dibe ku nivîskar bixwaze mijarekî li gor xwe binivîse lê belê ev tu car nabe wekî romanekî berxwedanê. Romana şoreşa gelekî ku xwe ji nû ve afirandiye, bi qasî mezinahiya şoreşê romenek nehatiye nivîsandin. Perçe perçe gelek roman hatine nivîsandin û hêjayî xwendinê ne. Heke ku ev milet xwedî li zimanê xwe derbikeve, şoreşa wî layiqî nivisandinê ye. Zimanê kurdî têr dike.”

Şoreşa mezin ziman e

Akdogan di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku politikayên asîmîlasyonê li ser zimanê kurdî berdewam dike û li dijî polîtikayên asîmîlasyonê vê bangê li gel kir: “Zilmekî ku wiha li ku heye? Pirtûkekî kurdî nakeve hundir. Heftê 45 deqîqe dersa zimanê kurdî didin te û dibêjin tu pirsgirêka kurdî nemaye. Zilmekî wisa nîn e ku netewek bi dersekî terbiye bike. Ji ber vê yekê bila tu kes xwe bi gotina dewletê negire. Divê her kes bi zimanê xwe li pêş bikeve. Kurdî zimanekî ji herêma xwe dewlemendtir e, peyvên kurdî ewqas zêde ne ku hemû cûre roman dikarin bên nivîsandin. Lê belê êşa herî mezin ew e ku dema ku ev pirtûk bên nivîsandin û neyên xwendin. Ji ber vê yekê dema diçin dibistanê bila kurdî biaxivin, têkiliyên jiyanê û siyaseta xwe bila kurdî bikin. Dema ku ziman çû her tişt diçe, şoreş jî diçe. Her şoreş bi zimanê xwe li pêş ketiye, şoreşa herî mezin jî ziman e.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar