Di rojnameya hefteyî Xwebûnê de Xecê Daxşînê bi romannivîs û helbestkar Nûdem Hezex re hepvpeyvînek pêk aniye. Hevpeyvînê gelek bala min kişand, min hewceyî pê dît ku ez çend gotinan li ser dîtinên nivîskar Nûdem Hezex binivîsim.
Rojnameya Xwebûn bi gelek kesan re hevpevîn dike, bi giştî jî em rastî pir kesên pê re hevpeyvîn hatine kirin tên. Helbet her kes li gorî dîtina xwe rexne û nirxandinan dike. Her wisa birêz Nûdem Hezex jî dîtin û rexneyên xwe anîne ziman. Di nav rexne û nirxandinên wî de xalin balkêş hene weke ku li ser kaxiz disekinin ne sar in. Yanî kela wan zêde ye, diyar e birêz nûdem pê dikele, carinan jî dişewite.
Helwesta Hezex di destpêkê diyar dibe. Bi pirsa despêkê re kifş dibe ku çi bê pirsîn wê bersivên bibertek bide. Zimanê wî êrîşkar e, mebest ne xweîfadekirine. Êrîşên wî ne bi peyvan, bi naverokê re derdikevin holê. Parastineke hişk heye. Pêşiyê dixwaze bi sûcdarkirinê xwe îfade bike. Kesên ku ew rexne kirine, wan sûcdar, ên ku ew ecibandine xweş dike. Divê berevajî vê bibe, pêşî xwe bide fêmkirin ku dixwaze çi bêje, çi bike, paşê kesên ku li gorî wî di riya şaş de ne rexne bike. Hingê wateya peyvê û rexneyê li cihê xwe rûdinê. Bi êrîşan û pêşîlêgirtinê kes nikare dozîneya (tez) xwe bide pejirandin.
Gava ku ez teşe û terzê wî rexne dikim nayê wê wateyê ku her tiştên gotine şaş in, na, rexneyên ku ez jê sûdê bigirim û encaman derxim hene. Mebesta min ev e, nivîskar xwe li hewa nexe, lingê wî erdê neqetin, hûn pejneke wisa jê negirin ku xwe li ser her hiştî û her kesî re digire.
Hewldana nivîskar heye, dixwaze bêje, ez ji her kesî cudatir im, ez awarte me. Dibe ku mirov wisa be jî lê bi kirin, ne tenê bi gotin. Kesekî xwediyê du romanan hemû nivîskarên kurd nezan û weke ne ‘xwe’ rexne bike li cihê xwe rûnanê. Îdiayên wiha bîne ziman divê mirov berî hertiştî terz û teşeyê xwe îspat bike. Dibe ku ‘Bîr’ û ‘Spîroj’a wî qasî ew hêvî dike berhemên sereke bin. Wêga encamên ew dixwaze pêk bên divê jê bigire, terz û teşeyê ku ew dixwaze pêş bixe bên rûniştandin û ‘xwe’tiya xwe lê mohr bike. Ji bo van encaman divê hilma li ser berheman rabe, ji aliyê xwîneran ve bi xurtayî bê ecibandin. Ji vê encamê re jî dem dixwaze û hê zû ye.
Em ji bo berhemên Nûdem Hezex nikarin bi pêşdarazî tev bigerin. Min bi xwe berhemeke wî jî nexwendiye, ya rast ez cenabê wî nas jî nakim. Ez nikarim pesnê wan an xirabiya wan bidim pêş. Helbet van gotinan bi min re meraqeke mezin çêkir. Ji bo nirxandineke erê-na divê ez bixwînim. Ew karê vê nivîsê nîn e. A ez li ser disekinim û nerast dibînim naveroka uslûb û vegotina rexnekirina wî ye. Tiştê rexne dike bi xwe jî dikeve heman riyê.
Em nizanin ka Nûdem Hezex ‘Nûdem Hezek’ekî nû afirand an bû Shakespear an Çehovekî kurd. Lê ew bi xwe nivîskarên kurd bi vê yekê sûcdar dike; li gorî wî her kesê ku dixwaze bibe nivîskar berê xeyala ku bibe Dostoyevskî yan jî Tolstoyekî kurd ji xwe re çêdike. Ev reng xeyalên şaş hene, hin kes dibe ku bêyî nivîskariyeke xurt xeyalên bi vî rengî di serê xwe de çêkin. Lê nivîskarek bixwaze bigihîje asta wan, ev yek armanc û hedef e, bigihîje negihîje ew tiştekî din e. Ku dera vê armancê şaş e? Baş bê zanîn ku mirov pîvanên afirandina terzekî nû nikare ji her kesî hêvî bike. Jixwe Dostoyevskî, Victor Hûgo hwd. wisa bi sêwirandin derneketine hawira wêjeyê, ji qonaxekî şûnde parî parî, piçik piçik pêk hatine. Kî jî bêje ez ê terzekî nû biafirînim, hema pê re nikare biafirîne. Çima kinceke nû ye, tu bidî ser terzî ku ji te re çêke? Gemardanka dîroka wêjeyê bi wan kesên ‘nûafirandî’ tije ye.
Em nikarin bi pêşdarazî nêzî berhemên birêz Nûdem Hezex bibin. Belkî jî terzê xwe afirandibe lê divê hawira wêjeyê pê qanî bibe. Wêga ser seran û ser çavan, divê her kes bi rêz silavan lê bike. Heq e jî vê rûmetê bibîne.
Di nav me kurdan de nexweşiyeke wiha jî heye; beriya pêkanînê bi devkî dibêjin. Gotineke pêşiyan heye: Ewrên baranê kifş in, nekin guregur jî dibarin. Yanî hewce ye beriya em bêjin, em bikin, jixwe wê bê textîrkirin. Eger bêjin jî divê hinekî bi nefspiçûkî bînin ziman.
Nefpiçûkî ne piçûkbûn e. Nişana giraniya gotin û helwesta mezin e. Bi min hinek nefsbiçûkî yanî tewazû ji bo sihet û nojdariya her kesî baştir e.