Her gotina ku li ser Kurd û Kurdistanê tê kirin, di her destkeftiyên kurdan de rastiya fedekariyên mezin ê şehîdan û berxwedana wan a ku destan afirandine heye. Ji ber wê sedemêye ku gelê Kurdistanê îro ji her demê zêdetir bi şehîdên xwe ve girêdayî ye û ji bo wan bêmirin bikin berxwedanekî mezin didin meşandin. Îro jî di xeta şehîdan de têkoşîna azadiyê tê dayîn
Bêguman vegotina rastiya şehîdan nehêsan e. Rastiya şehîdan gihiştina heqîqetekê ye. Rastiya şehîdên Kurdistanê, rastiyeke wiha ye ku her kengî mirov bixwaze nikare bi awayekî rehet û hêsan bîne ziman û binivîse. Şehîd ew e ku di her kêliya têkoşînê xwe ya ji bo azadiyê de rista xwe bi cih anîn e. Li her parçeyekî Kurdistanê rastiya şehîdan xwe bi şêweyekî gelek bi êş û gelek bi xemgînî dide nîşandan. Stêkbûn ango şehîdbûna ji bo azadiya gelê kurd ne wisa hêsanî ye. Bi ked, fedakar û xebat û bi baweriyeke gelekî xurt gihiştine wê astê. Ji ber vê yekê divê mirov di serî de bejna xwe li ber têkoşîna wan a ji bo azadiyê hatiye dayîn bitewîne û piştre jî wan rastiyên wan ên pîroz di hemû şanê xwe de hîs bike. Em hemû jî baş dizanin ku heta mirov layiqî xwastek, daxwazî û xeyalên şehîdan nebe, mirov nikare bi serbilindî bijî û bi serbilindî jî têbikoşe. Di vê çarçoveyê de dema ku em rastiya şehîdan li hemû jiyana xwe ferz bikin û wisa jî bijîn, em dikarin hem ji xeyalên wan re bibin bersiv û hem jî em dikarin bibin şopdarê rêya heqîqetê.
Şehîdên Partiya Karkerên Kurdistanê mîna xelekên zincîrê bi hev ve hatine girêdan û li dora PKK’ê bûne xelek. Şehîd xwediyê wê taybetmendiyê ne ku ji bo em têkoşerên azadiyê xwe bigihînin nirxên rastî yên şoreşgeriyê, wan biparêzin û zexim bikin, me her tim hişyar dikin. Ji ber vê yekê divê gelê kurd û gelên li Kurdistanê dijîn li roja me ya îro binêrin û baştir fêm bikin ku rastiya şehîdan a PKK’ê tê çi wateyê. Lazime em li gorî ronahiya vê rastiyê ji her demê bêtir, li pêşberî rastiya şehîdan a PKK’ê hestiyar bin, mîna xelekeke ji agir a xurt xwedî li şehîdên xwe derkevin. Lazime ku em her tim bibin şopdarê baş ê armancên şehîdan û li dora rastiya şehîdan bibin yek.
Bûn tovên jiyana azad
Serokatî ji bo PKK’ê dibêje “Partiya Şehîdan” lewra li ser şehadeta têkoşerê azadiyê rêheval Heqî Karer ev partîbûyîn pêk hatiye û Partiya Karkerên Kurdistanê hatiye avakirin. Lewre rêheval Heqî Karer di 18’ê Gulanê de li taxa Duztepe ya Dîlokê ji aliyê komeke kontra ve bi komployekê şehîd ket. Ji ber vê jî ji aliyê Tevgera Kurd ve roj wekî “Roja Şehîdan” tê binakirin. Ev roja ku dilopa destpêkê ya xwînê rijiya ser axa Kurdistanê, weke roja şehîdan hatiye îlankirin e. Bi dîtina rastiya Kurdistanê têkoşerên mezin ji bo azadî û serfiraziya gelê kurd bûn stêrk û bûn tovên jiyana azad.
Di doza azadiyê de rista şehîdan diyarker e
Şehîdên Tevgera Azadiya Kurd li her devereke Kurdistanê bedêlên giran dane û bi van bedêlan re jî mîrateyeke mezin a têkoşîn û azadiyê dane avakirin. Rastiya şehadetê, naşibe tu rastiyeke din. Ji lewre divê mirov bi awayekî gelek hesas û gelek dilsozane binirxîne, bixwîne û bijî. Lazime mirov di her kêliya jiyna xwe de rastiya şehîdan ji bîr neke û li gorî vê giyan û têkoşîna ku dane seknekê nîşan bide. Lewre me got Tevgera Azadiya Kurd weke partiya şehîdan tê binavkirin, wisa hêsan xwe negihandiye roja me ya îro. Li welatekî wiha, ji bo gelekî wiha ku di nava her du kevirên destara qirkirinê de tê hêrandin xebat meşandin û bi şêweyeke dilsozane jiyana xwe bexşkirin, nimûne û wêneyekî wisa payebilind e ku di dîroka mirovahiyê de jî kêm caran hatiye dîtin. Di hemû têkoşînên azadiyê de rista şehîdan diyarker e. Rewşa ku dozekê dike doz, şehîdên di rêya wê de canê xwe bi fedaî dane ye.
Meşa vîneke ji pola
Gelên bê şehîd, ji serkeftinê bêpar in. Di hemû têkoşînan de jî ev wiha ye. Heta niha nehatiye dîtin ku bêyî şehîdan tu gelî azadî bi dest xistiye. Ger îro gelê kurd bi gavên ji xwe bawer û bi vîneke pola ber bi azadiyê ve dimeşe, ev bi saya van şehîdan e. Şehîdên Kurdistanê bi dayîna canê xwe, girîngiya doza azadiyê raxistine ber çavan û bi vî rengî hêz, wêrekî û bawerî da gel û hevalên xwe. Lazime ku em gotin û peyamên şehîdan baş bixwînin. Lewra gotina hevalê Kemal Pîr a digot “Em, bi qasî di oxira wê de canê xwe bidin ji jiyanê hez dikin”, rastiya şehadetê ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nîşan dide. Ji ber vê yekê em baş dizanin ku PKK partiya şehîdan e. Fêmkirina PKK’ê encax bi fêmkirina rastiya şehîdan dibe.
Rastiya jinûve avakirina civaka li Kurdistanê ye
Em baş dizanin ku hêzên dagirker netenê qirkirina fîzîkî bi her awayî dixwaze gelen tune bike. Ji dîrokê û heta niha ev dagirkerî û mêtingeriya ku li Kurdistanê tê kirin, mêtingeriya li ser bingeha dûrxistina ji xwe, dîroka xwe, çand, ziman û welatê xwe ye. Bi her rêbazên qirêj û bêexlaqî bi ser gelê kurd ve hatine. Li gel qirkirina fîzîkî, di heman demê e qirkirina ramanî jî heta roja îro hatiye meşandin. Dewleta tirk bi vê rêbazê dijmirovî xwest di mejiyê her mirovekî Kurdistanî de, hemû nirx, wate û exlaqê Kurd û Kurdistanî ji holê rabike. Lewre em dibînin ku têkoşîna ji bo gel û welatekî qedexekirî û dagirkirî, ne hêsan e. Şehadeta di vê oxirê de jî gelekî mezin e. Lewma şehadetên bi hevalê Heqî Karer re destpê kirin, di rastiya xwe de jinûve avakirina civaka li Kurdistanê ye. Gelê kurd ê ku bi polîtîkayên dewleta tirk ya dagirker hatibû ber tunebûnê, îro li ser vê xakê hebûna wê ew qas misoger bûye ku rê nade tu nîqaşan û ger îro ber bi azadiyê ve bimeşe jî bêgûman di bingeha vê de rastiya şehîdan heye.
Fedekariyên mezin yê şehîdan
Her gotina ku li ser Kurd û Kurdistanê tê kirin, her rêxistinbûnek, her sazîbûnek, her zanabûn û nêzîkatiyeke ku tê kirin, di bingeha wê de rastiya fedekariyên mezin yê şehîdan û berxwedana wan a ku destan afirandine heye. Ji ber wê sedemê ye ku gelê Kurdistanê îro ji her demê zêdetir bi şehîdên xwe ve girêdayî ye û ji bo wan bêmirin bikin berxwedanekî mezin didin meşandin. Her zarokê ku tê cîhanê navê şehîdekê ku xwe ji bo gelê xwe fedarî kirî lê dikin, bi vî awayî bi deh hezaran Egîd, Mazlum, Kemal, Xeyrî, Zîlan, Bêrîtan, Bêrîvan, Şîlan derketine holê. Di heman demê de ev yek nîşaneya rastiya serkeftinê ye. Di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de her xeleka şahadetê ku çê dibe, bingehê ji pêngavekî nû re çêdike, li ser vî esasî têkoşîna gelê kurd ji şehîdan hêzê digire û heta gihaye vê astê.
Keda Serokatî û fedekariya gelê kurd
Bêgûman pêvajoya ku em îro tê de derbas dibin û xwerêveberiyên ku hatine ragihandin, encama afirandina destanên qehremaniya berxwedana biheybet a şehîdên me ne. Bêgûman di vir de keda Serokatî û fedekariya gelê kurd nayê nîqaşkirin. Di demeke ku ji her aliyekî ve êrîş li ser gelê kurd tên kirin û Serok Apo di nava tecrîdeke giran de ye û ji her aliyî ve dagirkerên Kurdistanê dixwazin vîna gel û Tevgera Azadiyê teslîm bigirin de têkoşîneke bi wêrektî û fedakariya destanwarî ya keç û xortên kurd nîşan dide ku bi şêweyeke têkoşerane û qehremantî ya nava refên azadiyê ji bo azadiya gelê kurd asta herî bi wate ya têkoşînê ya ji bo jiyana azad e.
Beşdarî karwanê şehîdan bûn
Ev rastiyek e ku heta mirov zorî û zehmetiyên gelek mezin li ber çav negire û bi awayekî wêrekane bi ser de neçe, di şert û zirûfên Kurdistan û Rojhilata Navîn de ne gengaz e ku hinek mîrate û destkeftî bên avakirin. Li ser vî esasî jî di roja me ya îro de ji bo jiyaneke azad û wekhev a li ser bingeha Xeseriya Demokratîk û Xwerêveberiyên Cewherî li Cîzîr, Sûr, Kerboran, Nisêbîn, Gever, Farqîn, Licê, Dêrik û hwd. lehengên kurd ên ku di çarçoveya azadiya gelê kurd de xebat meşandin, ji bo mîsogerkirina vê azadiyê jî canên xwe kirin mertal û bi vî rengî beşdarî karwanê şehîdan bûn.
Çong neşikandin
Bi sedan ciwanên kurd li Çiyayên Azad, li Şengal, Kobanê û li bakurê Kurdistanê li hemberî çeteyên paşverû yên mîna DAIŞ’ê, li hemberî desthilatdarî û despotîzma AKP’ê hêzên dewleta dagirker a tirk heta dawiyê têkoşiyan û tu caran jî ji vê têkoşeriya xwe, xwe nedan paş. Li Kobanê, Cizîr û Sûrê lehengên kurd li hemberî dijmin çong neşikandin. Bi berxwedana xwe destan û lehengiyên di dîrokê de hatine nivîsîn serobin kirin û di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn destana berxwedanî û lehengiyê nivîsîn. Ev yek jî rastiya şehîdane ku li ser birdozî û felsefeya vê tevgerê û Rêber Apo ku xwe çewa xemilandiye.
Bêexlaqiya herî mezin artêşa dagirker
Di rûpelên dîrokê de di navberan gelan û artêşên hêzên dagirker û serdtan de gelek şerên mezin qewimîne. Gelek pevçûnên dijwar rû dane. Di hemû şeran de bikaranîna rêbazên derveyî exlaqê her tim xirab hatine dîtin û wekî bêexlaqiya herî mezin hatine binavkirin. Lê di roja me ya îro de bêexlaqiya herî mezin artêşa dagirker a tirk li ser gelê kurd û şervanên azadiyê dike ye. Şehadeta bi dehan lehengên kurd li Sûr û Cizîrê jî bi rêbazên şerê namerdane û derveyî exlaqê şer pêk hatin. Jixwe di kevneşopiya şer a dewleta dagirker ku ji Osmaniyan bigire heta dewleta tirk de zêdetir rêbazên bi dek û dolab, bi fêl û fen û her wiha lîstokên cur bi cur hatine bikaranîn. Dema li dîrokê û di roja me ya îro de dinêrin em vê bêexlaqiya şer dibînin.
Berxwedêrên azadiyê
Li aliyê din jî ev hêzên dagirker ê ku rastiya gelê kurd û rastiya şehîdan baş dizane hewl dide ku pêşî li têkoşîna gelê kurd bigire. Lewre dibîne ku gelê kurd, keç û xortên kurd bi nirxên xwe ve girêdayîne û bi taybetî di rêça şehîdên xwe diçe, ji ber vê yekê ji bo şikandina vînê diavêje zindanan. Ji bo çewisandin û şikandina îradeya kurdan zindan her tim weke rêbaza sereke hatine bikaranîn. Lê lehengên kurd bi ew qas îşkenceyên giran û zirûfên zindanê yên giran têk neçûne û ev têkoşîn bilindtir kirine. Lewma em dibînin ku Berxwedana Zinadana Amedê ji bo pêşxistina têkoşîna gelê kurd mînak e. Di kesayetaya rêhevalên Mazlum, Kemal, Xeyrî, Akîf, Elî û Ferhatan de rastiya şehîdan û berxwedanê baştir tê dîtin û famkirin. Van lehengên Tevgera Azadiyê bi şehadeta xwe, xwekirine meşaleya azadiyê di destên ciwanên kurd de. Li ser vê berxwedanê hat dîtin zindan bûne keleha berxwedanê û zêdetir bûne wesîle ku agirê azadiyê gûr û geş bibe.
Bi cih anîna berpirsyariyê
Weke gelê kurd jî tişta ku divê bê kirin û hê jî tê kirin ew e ku bi awayekî herî xurt em xwedî li bîranîna wan şehîdên dilsoz û qehreman derbikevin. Rast e gelê kurd gelek bedêlên giran dane û tu caran jî xwe ji dayîna van bedêlan nedaye paş. Bi taybetî di pêvajoyeke wiha girîng û hesas de ku ev pêvajo dikare bibe ew pêvajo ku em bikarin hemû hêvî û daxwazên şehîdan bînin cih û dilsoziya xwe ya bi bîranînên wan re mîsoger bikin; divê em hemû hêza xwe nîşan bidin da ku ji vê berpirsyariyê re girêdanbûna xwe bi layiqî bi cih bînin. Wekî ciwan, jin, kedkarên Tevgera Azadiya Kurdistanê em ê her tim şopdarên şehîdên xwe yên hinceta me ya bawerî, rûmet û erdema me ya herî mezinin, em ê tucarî bîranîn û hinceta wan şahadetê ji dilê xwe dernexin û hêjayî wan bin. Lazime hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz, xwedî li qehremanên ku canê xwe feda kirine derbikevin û bîranînên wan bidin jiyîn.
Dîrokê bi destanan binivîsin
Di roja me ya îro de jî bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Nasir Yagiz, Îmam Şîş, berxwedêrên li Ewropa û girtîgehan li dijî faşîzma dewlet AKP û MHP’ê bi giyanê fedaî yê Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Bêrîvan, Ronahî û yên berxwedêrên 14’ê Tîrmehê berxwedan û serhildanek dane destpêkirin. Ev berxwedan banga geşkirina şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û hemû gelê kurd e. Li ser xeta fedaî ya hemû şehîdên Kurdistanê, şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê ji bo hemû gelê me girîng e. Di 16 Adarê de berxwedêr Zulkuf Gezen li zindanê bi giyanê Mazlûm, Kemal û Hayriyan ji bo azadiya Rêber Apo û gelê kurd çalakiyeke canbexşane pêk anî û beşdarî karwanê nemiran bû. Bi heman bawerî û giyanê canbexşane Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar jî we şopandin û xwe kirin nemir. Ev berxwedan û raberîneke man û nemanê ye. Divê gelê kurd xwe bi girseyî tevli vê berxwedanê bike û tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û pelên dîroka xwe bi destanên bêhempa binivîse.