Rojnameger Meltem Oktay a ji girtîgehê nû derket, diyar kir ku ew nikarin li welatekê ku rojnameger ji ber nivîsandina nûçeyan tên girtin, behsa azadiya ramanê bikin û wiha got: “Ji ber ku min rastî nivîsand ez keyfxweşi m. Heke bibe, ez ê dîsa heman tiştî bikim.”
Rojnameger û nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hatibû girtin Meltem Oktay a li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji ber ku di serdema qedexeya derketina kolanan de nûçe şopandibûn bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û 4 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Oktay piştî paketa darazê hat erêkirin di 25’ê cotmehê de hat berdan.
Oktay a 2 sal û 7 mehan di girtîgehê de ma, bal kişand ser pirgirêkên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzê tên jiyîn. Oktay, diyar kir ku li Edîrnê hat binçavkirin û wiha axivî: “Dûre ez hatim girtin û ez şandim Girtîgeha Edîrnê. Ez li vê derê rastî ferzkirina lêgerîna tazî hatim. Ji ber ku li girtîgehê qawîşa siyasî tunebû, ji min qawîşa zarokan vale kirin. Ez 9 rojan bi tena serê xwe di vê qawîşê de mam. Dûre ez sewqî Girtîgeha Gebze kirim. Li girtîgehan, girtiyan ber alî kirina qawîşên serbixwe heye. Li Gebzeyê xwestin min bişînin qawîşa serbixweyan. Ev yek ferzî min kirin. Lê min ev ferzkirin qebûl nekir.”
Oktay da zanîn ku ligel şertên OHAL’ê nebûn jî, her tişt sînordar dikirin û wiha got: “13 kes dixistin qawîşên 10 kesî. Dîsa dayîna nameyan sînordar dikirin. Dem bi dem rojname ne didan me. Bi kurtasî, li gorî pêvajoya siyasî helwest nîşan didan. Bi taybetî, di dema greva birçîbûnê û operasyona li dijî Efrînê de, em rastî zextên mezin hatin. Di van pêvajoyan de jî, ji bo ku em agahiyên rast negirin, rojnameya Yenî Yaşam nedidan me.”
Name bi fikar tên dîtin
Oktay bal kişand ser pêvajoya greva birçîbûnê û wiha bilêv kir: “Wê demê gelek tişt sînordar kirin. Ji bo ku em dengê xwe nedin bihîstin her tişt dikirin. Me ne dikarî em binpêkirinên mafan ji derve re ragihîn in. Bi malbatên xwe re me ne dikarî em biaxivin. Her roja diçû rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xerabtir dibû. Min xwest vê bi navbeynkariya malbata xwe ji derve re ragihînim. Lê tim hevdîtina telefonê birîn û min carek din nekarî li malbata xwe bigerim. Bi taybetî di hevdîtinan de kontrolek zêde dikirin. Dîsa nameyên me bi fikar ditînin.”
Oktay dest nîşan kir ku piştî greva birçîbûnê bi dawî bû, girtî sewqî nexweşxanê kirin û wiha pê de çû: “Greva birçîbûnê 6 mehan dewam kir. Mirov bi rojan di grevê de man. Lê piştî greva birçîbûnê gelek pirsgirêk derketin. Hin girtî tenê birin revîre, hin girtiyên ku birin nexweşxanê jî tenê serûm li wan xistin û hin girtî jî, ji wan re gotin ‘tu tiştekê we tuneye û hûn dikarin xwarin bixwîn.’ Dûre me bi hewldana xwe hin tişt kirin. Dûre mîda me hemûyan êşiya û masûlkeyên em êşiyan. Hin hevalên me yên girtî hîna jî diçin nexweşxanê hebûn.”
Oktay bal kişand ser rewşa Asli Dogan û Ardil Çeşme yên li Girtîgeha Gebze ketibûn rojiya mirinê jî û wiha domand: “A herî zor ya wan bû. Ji ber ku ew di greva birçîbûnê de bûn û dûre dest bi rojiya mirinê kirin. Ji xwe pir kîlo dabûn. Dema derbasî rojiya mirinê bûn jî dinava 2-3 rojan de tavilê zeyîf bûn. Bi demê re nexweşiyên wan ên cuda çêbûn. Masûlkeyên wan pir diêşin. Bi taybetî, êşên wan ên hestî û stû daîmî bûn. Dîsa êşa wan a mîdê daîmî bûye. Bes moralê wan baş e.”
Ji ber ku rastî nivîsandin hatin girtin
Oktay der barê girtina rojnamevanan de jî wiha axivî: “Bi taybetî, piraniya rojnamegerên li herêmê nûçe çêkirin, hatin girtin. Ji ber ku tenê rastî nivîsandin hatin girtin. Em ji ber nûçeyên me çêkirin hatin girtin. Li Tirkiyeyê, êdî tişt wisan pêş ketiye mirov çi bêjin tên girtin. Dixwan mirovan neçarî yek dengî bikin. Ji ber vê rojanegerên mîna me digirin. Ev rewşek pir xerabe. Li welatekê girtina rojnamegeran divê ji rêzê neyê dîtin. Ger rojnameger nûçeyan ne nivîsin, di wê civakê de azadî û azadiya raman tuneye. Li Tirkiyeyê girtina rojnamegeran, nîşaneya demokrasî û azadiya romanê tuneye.”
Oktay da xuya kirin ku li Tirkiyeyê di van şer û mercan de rojnamevantî kirin pir zore û di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Lê min carek din fêm kir ku rastî nivîsandin, karekê pir xweşike. Dibe ku ji bo mirovekê ji rêzê, girtîgeh pir zor be. Lê ez bawer dikim ku min tiştek rast kiriye û ji bo vê jî serbilindim. Ji ber ku min rastî nivîsand ez pir keyfxweşim. Heke bibe, ezê dîsa heman tiştî bikim. Di vê çarçoveyê de divê em piştevaniyê mezintir bikin.” STENBOL
Çavkanî: MA