Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Nivîsên veşarî yên Enqere-Berlînê

Nivîsên veşarî yên di navbera hikûmeta Enqere û Berlînê yên der barê kujerê Komkujiya Parîsê Omer Guney, hatin parvekirin. Di belgeyan de dewleta tirk pirsên balkêş ên weke ‘Guney li Almanyayê perwerdeya çekan dîtiye?’ dike û rayedarên alman jî dibêjin; ‘Em nizanin’

Yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, di 9’ê çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê ji hêla kujer Omer Guney ve hatin qetilkirin. Kujer Guney piştî ku hatibû girtin, di 17’ê kanûna sala 2016’an de li Fransayê di girtîgehê de bi awayekî biguman miribû.

Kujer Guney di navbera salên 2011 û 2013’an de li Eyaleta Bavyera ya Almanyayê mabû lê dema mayîna wî ya li Almanyayê nehatibû ronîkirin. Tê gotin ku kujer wê demê ketibû nav komên nijadperest. Dewleta tirk jî xwest ku xwe bigihîne dosyaya Guney a li Almanyayê. Nivîsên veşarî yên di navbera dewleta tirk û Almanyayê de ji hêla Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ve hatin weşandin.

Pirsên dewleta tirk ên ji rayedarên alman

Li gorî nûçeyê rayedarên Berlîn û Enqereyê çend meh piştî komkujiyê ji hev re nivîsandine. Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê di 5’ê adara 2013’an bi rêya wezareta karên derve, daxwaza ‘alîkariya edlî’ ji dewleta alman kiribû. Di belgeyan de Enqere van pirsan dike:

Omer Guney welatiyê Almanyayê ye?

Têkiliya Guney bi PKK/KCK’ê re heye?

Guney li Almanyayê perwerdeya ji bo bikaranîna çekan dîtiye yan na?

Li gorî nûçeyê, Daîreya Alman a Federal ku ser bi Wezareta Edaletê ya Almanyayê ve ye, di 26’ê nîsana 2013’an de bi rêya Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Berlînê bersivê dide dewleta tirk. Balkêş e ku meqamên alman ji bo hemû pirsan bersiva ‘em nizanin’ didin û têkildarî Guney tu agahiyan nadin. Sefaretxaneya Bilind a Tirk jî di 2’yê gulana 2013’an de bersiva Almanyayê werger dike û ji wezareta dadê re dişîne.

Partiya Çep pêşnûmepirs pêşkeş kir

Berevajiyê bersivên rayedarên alman, sicîleke mezin a Guney hebû lê ev yek ji rayedarên dewleta tirk hatiye veşartin. Ev yek jî rê li ber fikaran vedike. Piştî Komkujiya Parîsê, Partiya Çep der barê Guney de pêşnûmapirsek pêşkeşî hikûmeta Alman kir. Di bersivê de hikûmet dibêje ku di wesayîta Guney de çekeke bêdestûr hatiye dîtin.

Demanceya bêruxset li ser hatiye girtin

Bersiva hikûmeta alman a ji bo sicîla Guney jî wiha ye: “Di 17’ê mijdara 2005’an de li bajarokê Bad Tolzê yê Eyaleta Bavyerayê di kontrola trafîkê de polîsan demanceyeke ku bi giranî ji aliyê sportvanan ve tê bikaranîn, dît. Ji ber ku destûrnameya çekê nebû, der barê Guney de bi îdiaya ‘binpêkirina qanûna li ser çekan’ doz hate vekirin. Di 4’ê sibata 2011’an de jî di kontrola trafîkê de spreya ku çavan dişewitîne û kêrek li ser Guney hatin dîtin.” BRUKSEL

0

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar