Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM dagirkeriya dewleta tirk şermezar kir

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê guhertina demografî û projeyên mêtîngeriyê yên dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne şermezar kirin û bang li hemû jin, rêxistinên jinan û hiqûqî kir ku helwesteke hevbeş nîşan bidin, tev li hemleyên piştgiriyê li dijî planên dewleta tirk a faşîst bibin.

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê têkildarî guhertina demografî û projeyên mêtîngeriyê yên dewleta tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û êrîşên li ser herêmê daxuyaniyek bi beşdarbûna yekitiyên di bin sîwana TEV-DEM`ê de, da.

Daxuyanî ji aliyê her du endamên nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê Zeyneb Hesen û Henan Bekir ve li pêşiya navenda TEV-DEM`ê ya li bajarê Qamişlo hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyakririn ku dewleta tirk êrîşî îradeya gel dike, gefan li hebûna wan dixe û di êrîşên xwe de rêbazên herî dijwar bi kar tîne, êrîşên wan dûrî nirx û pîvanên exlaqî û mirovî ne her wiha bi rêya avakirina gelek projeyên mêtîngeriyê soza dagirkirina herêmên nû bi awayekî berçav, dide.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikûmeta AKP`ê û di serî de Erdoganê terorîst alîgirê yekemîn ji rêxistinên terorîst û komên faşîst li herêmê re ye û ew jî bûye çavkaniya metirsiya civakan.

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta tirk bi rêya çekên hewayî û bejahî bajar û gundewarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike, ev jî hewldaneke ji bo dîtina zemîneke baş da ku wan dagir bike û hewldana siyaseta xapandina civaka tirkî û navneteweyî ye da ku wan razî bike ku êrîşên leşkerî yên dagirkerî pêk bîne û armancên xwe yên siyasî û şovenîst pêk bîne.

Nivîsgehê di daxuyaniyê de teqez kir, her ku dewleta tirk bi lewazbûn û binketina siyasî, aborî û leşkerî di hundirê Tirkiyê de hîs dike û ji aliyê hêzên gerîla û YJA Starê rastî derbeyên giran tê, dixwaze bi rêya projeyên dapîrên xwe zêdetir herêman bixe bin serweriya xwe, dagir bike û komkujiyan li dijî jin û zarokan pêk bîne.

Nivîsgehê bang li hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistinên jinan, hiqûqî kir ku helwesteke cidî nîşan bidin û ji bo parastina nirx û destkeftiyan tev li hemleyên piştgiriyê li dijî siyasetên şovenîst û radîkal ên dewleta tirk bibin.

Her wiha bang li NY`yê, di serî de rêxistinên mafên mirovan, nûnerên jinan li cîhanê kir ku erka xwe ya exlaqî li hember xeteriya rewşên li herêmê pêk bînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar