Nivîskar Faîk Bulut îro li Stenbolê hate binçavkirin. Bulut piştî îfadeyê jî hate berdan
Pisporê Rojhilata Navîn û nivîskar Faîk Bulut îro li Stenbolê hate binçavkirin. Polîsan Bulut birin Qereqola Fîruzkoy a Avcilar a Stenbolê û îfadeyê wî girtin. Bulut piştî îfadeyê jî hate berdan.
Hat zanîn ku Serdozgerê Komarê yê Amedê bi hinceta ku Bulut tev li civîneke Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye, der barê wî de biryara lêpirsînê daye destpêkirin. STENBOL