Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Nivîskar Haydar Işik çû ser dilovaniya xwe

Nivîskar Haydar Işik li bajarê Munîhê yê Almanyayê ji ber nexweşiya pençeşêrê çû ber dilovaniya xwe

Navenda Nûçeyan |

Nivîskar Haydar Işik ku ev 6 sal in tedawiya pençeşêrê didît, di 84 saliya xwe de li mala xwe ya Munîhê ya Almanyayê (17’ê Kanûnê) çû ber dilovaniya xwe.

Işık 1’ê îlona 1937’an li navçeya Nazimiyê ya Dêrsimê jidayik bûbû.

Haydar Işik dema 70 salî bû, polîsên alman bi ser mala wî de girtibûn û destê bi kelepçekirî derxistibûn dadgehê. Işik ê ku jê re ‘terorîst’ hat gotin, ji Serokê Dadgehê re gotibû ‘Dewleta we ya ku destekê didin Tirkiyeyê kurdên berxwedêr terorîze dike. Qedexeya li ser PKK’ê didomîne. Bi vî rengî dibêje Tirkiyeyê ‘hûn çi bixwazin dikarin bikin.’ Zext û qedexeyên li Tirkiyeyê yên li ser kurdan îro li vir tê domandin. Heke ez ciwan bûma ez ê ne li pêşberî we, li çiyayên Kurdistanê bûma.”

Işik li gel nexweşiya giran jî xweşbîn bû. Nûçegihan Ferda Çetîn di 30’ê kanûna 2020’an de di gotara xwe ya Yenî Ozgur Polîtîkayê de ev gotinên Işik dabû: “Ne hewceye em reşbîn bin. Li cîhanê gelek tîran hatin û çûn. Qira kurdan anîn, koçber kirin. Lê kurd dîsa xwe afirandin. Gelê me dê vê tarîtiyê ji ser xwe biavêje. Ez dixwazim diyar bikim ruhê min li cem gelê min e, di êş, kêfxweşî, serkeftin, têkoşîna wan a Rojava de, li Efrînê, Kobanê, Qadên Parastinê yên Medyayê ye.”

Federasyona Civakên Kurdistanî ya Almanya FCK BW-Bayern ji bo Işik peyama sersaxiyê da. Di peyamê de wiha hat gotin: “Li Kurdistanê bi avakirina civakeke wekhev, bi aştî,  demokratîk, em ê welatê azad ku Mamoste Haydar xeyala wê dikir pêk bînin û bikin ku ruhê wî û gelek rewşenbîr û mirovên me yên fedakar şad bibe.” MUNÎH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar