Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Nivîskar Îbrahîm: Divê Tirkiye ji Sûriye û başûrê Kurdistanê were derxistin

Nivîskarekî ji Misirê Îbrahîm Şaban diyar kir ku dewleta tirk a dagirker li Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê sûcan pêk tîne û bang li Komkara Ereban û hikûmeta Şamê jî kir ku divê hesab ji Enqereyê were pirsîn û hêzên wê ji Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê werin derxistin.

Dewleta tirk a dagirker bi balafiran êrîşî binesaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û sivîlan şehîd dike. Têkildarî êrişên dewleta tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîskar û şîrovekarê siyasî yê ji Misirê Îbrahîm Şaban ji ANHA’yê re axivî. Îbrahîm Şaban diyar kir ku helwesta rejîma tirk a li hemberî Xezayê û pêkanînên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê durûtiya wê nîşan didin. Şaban anî ziman ku dewleta tirk li gel nebûna helwesta erebî û navneteweyî sûcan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û diyar kir ku ev yek siyaseta berjewndiyan nîşan dide.

Nivîskar Îbrahîm Şaban bêdengiya navneteweyî û erebî ya li hemberî pêkanînên dewleta tirk a dagirker rexne kir û wiha got: “Ji sala 2011’an û heta îro ve rejîma tirk a bi serokatiya Erdogan sûcên şer pêk tîne. Di encamê de bi hezaran kes bûne qurbanî. Lê hêzên navneteweyî tev nagerin û hesab ji sûcdaran napirsin.”

Şaban îşaret pê kir ku dewleta tirk serdestiya Bakur û Rojhilatê  Sûriye û Iraqê binpê dike û wiha pê de çû: “Li gel Tirkiyeyê pirsgirêkên ewlehiyê li başûr welat hene. Ne mentiqî ye ku vê pirsgirkê bighîne Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bakurê Iraqê. Dewleta tirk serdestiya herdu welatan binpê dike û erdên wan dagirker kiriye. Nabe dewleteke li ser hesabê welatekî din ewlehiya xwe ava bike.”

Îbrahîm Şaban bal kişand ku helwesta dewleta tirk a têkildarî Xezayê gelek bazirganî û bikaranîna hestên ereb û misilman di nav xwe de hildigire û got: “Dem hatiye ku li hemberî sûcên Tirkiyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgereke bê kirin. Berdewama bêdengiya li hemberî van sûcan êdî nabe.”  Şaban bang li Komkara Ereban û hikumeta Şamê kir ku lîsteya sûcên dewleta amade bikin, bi awayekî fermî ji Enqere bixwazin bila ji xaka Sûriyeyê derve û dagirkeriya wî bi dawî bikin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Şaban da zanîn ku gelek delîl hene têkiliyên rejîma tirk bi rêxistinên terorîst mina DAIŞ û Cebhet El Nusra re îsbat dikin. Şaban têkildarî êrîşên vê dawiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev tişt anî ziman: “Di demekê de ku leşkerên tirk hatin kuştin, afrînerê biryara tirk gêj û îflas kiriye, tevlihev bûye, lew ra êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.”

Şaban bang kir ku divê hesab ji Enqereyê were pirsîn û hêzên wê ji Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê werin derxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar