Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan

Nivîskar Rojbîn Perîşan ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtî bû piştî 30 salan hat berdan. Perîşan di sala 1992’yan de dema ku 18 salî bû bi angaşta “endamtiya rêxistinê” li Amedê hat binçavkirin û piştre li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin. Di encama darizandinê de cezayê muebetê lê hat birîn. Perîşan bi dorê li girtîgehên Riha, Sêwas, Midyad û Gebzeyê ma. Ji ber îşkenceyên ku lê hatin kirin û şertên girtîgehê bi pençeşêra rehîmê ket û beşek roviyên wê jê hatine girtin.

Berhemên Perîşan

Pirtûkên ku Perîşan nivîsandine jî wiha ne: “Por û Sî (Saçlar ve Gölgeler)”, “Jinên Deng Sifir (Bakır Sesli Kadınlar)”, “Li Bendmayîna Te Zêmara Rondikên Çavê Min Bû (Gözyaşımın Ağıdıydı Seni Beklemek”, “Strana Axê (Toprağın Şarkısı)” û “Kevirên Şikestî (Kırık Taşlar)” Her wiha Perîşan, di pêşbirkên Helbest û Çîrokan ên Huseyîn Çelebî û Îsmet Baycan de bûye yekemîn.

Bi gul û kulîlan hat pêşwazîkirin

Piştî girtina xwe ya 30 salan Perîşan îro hat berdan. Nûnerên TJA, MEBYA-DER, MA TUAY-DER’ê û Dayîkên Aştîyê xizmên girtiyan ên Nobeta Edaletê digirin û endamên HDP’ê Perîşan bi çepik û kulîlkan pêşwazî kirin.

Azadî herî zêde mafê jinan e

Piştî berdana xwe Perîşan, diyar kir ku ji ber gelek jinên girtî li dû xwe hiştiye dilşikestiye û ev tişt gotin: “Jin û jiyan  herî zêde azadiyê heq dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar