Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...
Pazar - 7 Temmuz 2024

Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Nivîskara misrî: Fikrên Rêber Apo ji bo hemû jinên cîhanê ne

Nivîskara Misrî Fatin Subhiye diyar kir ku divê jin ji xwe bawer bin ta ku karibe hebûna xwe tekez bike û biparêze û wiha got: “Rêber Apo bi fikra jiyana hevpar bawer dike û dibêje ku azadiya civakan bi azadiya jinan re dest pê dike. Bi rastî Rêber Apo dibîne ku jin hêzeke pir xwedî rol e. Fikrên Rêber Apo ji bo hemû jinên cîhanê guncaw in."

Rêber Apo 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin û nêzî 4 sal in tu agahî ji Rêber Apo anyê girtin. Dostên kurdan di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê pêngava kurewî “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Bi pêngava azadiyê re gelek fîlozof, ramanger, nivskar û hwd paradîgmaya Rêber Apo esas digirin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin. Bi taybetî jî jin xwedî li paradîgmaya Rêber Apo derdikevin. Yek ji jinên ku bi fikrên Rêber Apo bi bandor bûye, nivîskara Misrî Fatin Subhiye ye. Fatin Subhiye têkildarî mijarê axivî.  

Nivîskar Fatin Subhiye diyar kir ku Rêber Apo bi fikra jiyana hevpar bawer dike û dibêje ku azadiya civakan bi azadiya jinan re dest pê dike û wiha axivî: “Rêber Apo dibêje ku jin bêyî ku radest bibin, dikarin xwe di warên zehmet de bigire û li gel jinan navê azadiya welatan tê nivîsandin. Jin tu carî îxanetê di şer de nameşîne, xebata xwe bi temamî dike û serkeftinê misoger dike. Abdullah Ocalan jinan weke bingeha hemû serkeftinan dibîne. Her wiha dibêje ku divê jin û mêr bi hev re jiyaneke normal bijîn û ger ku jin ji meydana jiyanî derkevin wê alozî û qeyran rû bidin. Bi rastî Abdullah Ocalan dibîne ku jin hêzeke pir xwedî rol e. Lê belê ger bi hevjînekî neguncav, zalim, mêrdest re têkeve têkiliyê wê jiyana wê tune bibe. Ne tenê ew, wê tevgera şoreşgerî bi giştî tune bibe. Ji ber ku Ocalan xwe dispêre azadiya jinan ango azadiya jinan û civakan li gel jinan bi xwe dest pê dike û îstiqrara malbatê jî ji jinan tê.”

Fatin Subhiye anî ziman ku divê jin ji xwe bawer bin ta ku karibe hebûna xwe tekez bike û biparêze û wiha domand: “Ji bo ku jin xwe li hemberî her cure zilmê biparêzin divê ji xwe re armanceke siyasî û netewî peyda bike û ya herî giring jî ew e ku divê jin hewl bide ku xwe ji têkiliyên erzan dûr bixe.  Abdulah Ocalan dixwaze ku jinan ji hemû zincîran rizgar bike. Dema em qala xweşikbûnê dikin, Abdulah Ocalan dibêje ku divê jin bi xweşikbûna bedenî neyê pîvan û naskirin. Divê ku bi xweşikbûna mêjiyê xwe were naskirin. Divê ku jin xwe ji her aliyên siyasî re amade bike û bi berxwedaniya xwe şerî tune bike. Rêveberiya Xweser rê ji van fikran re vekir ku jin li ber xwe bidin ta ku zilma li ser jinan bi dawî bibe, azadiya xwe bi dest bixe û bigihîje rizgarbûneke derûnî û fîzîkî. Rêveberiya Xweser derfet da jinan ku ew karibin tevlî karên rêveberiyê bibin. Her wiha dubare derfet da ku jin xwe ji qalibê girtî rizgar bikin û derbasî jiyaneke nû bibin û bi saya Rêveberiya Xweser giyanê jinan vegeriya û mafên wan hatin parastin.”

Fatin Subhiye wiha dawî li axaftina xwe anî: “Fikrên Rêber Apo ne tenê têkildarî jinên kurd e. Her wiha fikrên wî ji bo hemû jinên cîhanê guncaw in. Divê ku em hinekî guh bidin cihên ku zilm bêhtir lê heye, ta ku em karibin jinan rizgar bikin. Weke din jî divê ku hemû jin ji xwe bawer bin ku xwe ji pergala serdest rizgar bikin. Di belavkirina fikrên mêrdestî de hikûmetên stemkar bûn alîkar. Her wiha hikûmetên stemkar bindestiya jinan diparêzin û li gorî wan  jin nikarin tu tevgerê bikin. Di heman demê de ew hikûmet jî baş dizanin ku ger jinan baweriya xwe bi azadiya xwe anî tu kes nikare li hemberî wan bisekine.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar