Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Nivîskarê misirî: Deqa reş ya li eniya civata navneteweyî rewşa Ocalan

Nivîskarê ji Misirê Behcet El Ubeydî têkildarî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê anî ziman ku dewleta tirk tevahî qanûnên navneteweyî binpê dike û got: “Tevkariya di van binpêkirinan de dê deqeke reş li eniya civata navneteweyî bihêle.

Dewleta tirk tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne û her 6 mehan “Cezayê dîsîplînê” li dijî Rêber Abdullah Ocalan dibirîne û têkiliyên wî yên bi derve re qut dike. Li gorî peymana mafên mirovan a cihanê ev nêzîkatî li dijî rêgezên mûameleya bi girtiyan re ye.

Nivîskarê ji Misirê, damezrînerê Yekitiya Welatiyên Misirê ya li Derve ya Cihanê Behcet El Ubeydî ku li Awusturyayê dimîne, anî ziman ku civaka navneteweyî di binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan de tevkariya hikûmeta tirk de û got: “Lewma doza têkoşerê kurd ê mezin Rêber Abdullah Ocalan li eniya dewleta tirk û civata navneteweyî deqeke reş e.”

El Ubeydî got: ”Kirinên ku desthilata tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha yek hucreyî de pêk tîne, dê ji bo wan celadan rûreşiyeke bimîne. Ewên ku sembola têkoşîna sedsala 21’an (Rêber Ocalan) ji mafên wî yên sereke bêpar dihêlin. Ev binpêkirin rûpelên reş ên her dagirkerekî tirsonek li hember têkoşerên ku banga azadiya welatê xwe, tînin bîra me.”

El Ubeydî destnîşan kir ku desthilata Tirkiyê peywendiya Rêber Abdullah Ocalan bi derve re qedexe dike û got, “Ev yek nîşan dide ku Enqere ji rêberê kurdan ê di girtîgehê de û di bin kontrola hêzên ewlehiya pergala tirk de. ditirse.”

El Ubeydî bi domdarî got: “Tirkiye ji binpêkirina tevahî qanûnên navneteweyî wêdetir qanûnên muameleya bi girtiyan re ya li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî jî binpê dike. Li gorî vê qanûnê jî, mafê her girtiyekî heye bi endamên malbatê yan jî bi kesên ku ew dixwazin re hevdîtinê bike. Erka desthilatê ye ku vê yekê pêk bîne.”

El Ubeydî anî ziman ku desthilata tirk bi van nêzîkatiyan nikare şert û pîvanên tevlêbûna nava Yekitiya Ewropayê bi cih bîne.

Behcet El Ubeydî destnîşan kir ku qedexekirina hevdîtinên Rêber Ocalan ne tenê li dijî qanûnên navneteweyî, di heman demê de qanûnên Tirkiye yên têkildarî mafên girtiyan ê dîtina parêzerên xwe jî binpê dike.

El Ubeydî da zanîn ku her çiqasî desthilat û ewlehiya tirk mafên Rêber Abdullah Ocalan binpê bike. lê nikare wî ji helwesta wî dûr bixe û israra wî bişikîne û wiha pê de çû: “Rêber Abdullah Ocalan wê sembola doza kurdî ya adilane bimîne û dê ji hemû têkoşerên ji bo azadiyê yên li tevahî cihanê re jî sembol be.”

El Ubeydî bang li saziyên navneteweyî û rêxistinên civaka sivîl ên cihanê û tevahî xebatkarên qada mafên mirovan kir ku ”Binpêkirnên tund ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan têne kirin teşhîr bikin, ta wijdanê mirovahiyê bilive û dewletên cihanê li hemberî van binpêkirinên li dijî têkoşerê mezin helwesteke adilane nîşan bide.”

Behcet El Ubeydî nivîskar û ronakbîrekî misirî ye. Di heman demê de Damezrînerê Yekitiya Hemwelatiyên Misirê li Derve ya Cihanê ye. Gelek gotarên wî di rojnameyên misirî û erebî yên bi nav û deng de hatine weşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar