PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Nivîskareke kurd hêjayî xelata Hohenemsê hate dîtin

Xelata Wêjeyê ya Hohenems ku ji nivîskarên koçber ên zimanê wan ê dayikê ne almanî ne lê bi almanî dinivîsînin tê dayin, vê carê ji nivîskara kurd Karoş Taha re hate dayin

Weşanxaneya Hohenems a li Awûstûryayê, ji sala 2009’an û vir ve Xelata Wêjeyê ya Hohenemsê dide nivîskarên ku zimanê wan ê dayikê ne almanî ye lê belê bi almanî dinivîsînin.

Ne tenê li Awûstûryayê ji Almanya û Swîsreyê jî nivîskarên bi almanî dinivîsînin tevlî pêşbirkê dibin. Ji bo wergirtina xelatê 111 nivîskarên koçber serlêdan kirin. Jûriya xelatê jî nivîskara kurd Karoş Taha hêjayî xelatê dît.

Komîteya jûrî diyar kir ku Taha ya ji bajarê Zaxo yê başûrê Kurdistanê ku dema 9 salî bû tevî malbata xwe neçar ma koçî Almanyayê bike ji ber pênûsa xwe ya pir çandî û pir zimanî hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Taha piştî ku xelat wergirt ji medya Awûstûryayê re axivî û diyar kir ku bi saya wê yekê ku di nava malbata xwe de bi kurdî û almanî diaxive berhemên wê rengîn in. Taha wiha got: “Piştî bi salan em vegeriyan Kurdistanê dayika min nizanîbû ku bi kîjan zimanî bi min re biaxive. Ji bo hîn bibe dixwest bi almanî biaxive, ji bo ez kurdî ji bîr nekim jî bi min re diviyabû bi kurdî biaxiviya.”

Taha anî ziman ku xewnên wê jî êdî bi almanî û aurdî ne û diyar kir ku li pêşberî Xelata Hohenemsê ew matmayî maye. Taha xelata xwe bi merasîmekê wergirt.

Romana “Beschreibung einer Krabbenwanderung” (Vegotina meşa kevjalekî) ya Karoş Taha sala 2018’an hate weşandin. Romana wê li eyaleta NRW a Elmanyayê jî hêjayî xelatê hatibû dîtin. VIYANA 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar