Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê berdewam in. Yek ji girîngtirîn rewşenbîrên cîhanê fîlozof û zimanzan Noam Chomsky di bernameya televîzyona Medya Haberê de pirsên rojnameger Selahattîn Işildak bersivand. Chomsky, destnîşan kir ku divê bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve bên lêkolînkirin û bang li rêxistina IPPNW’ê ku hêjayî Xelata Nobelê hatibû dîtin a Swêdê kir ku ji bo vê mijarê pêşengtiyê bike.
Chomsky, bal kişand ser polîtîkayên şer ên dewleta tirk ên li dijî kurdan û wiha got: “Hikûmeta tirk xedariyên mezin kir. Di salên 90’î de li dijî kurdan sûcên pir mezin kirin. Bi dehhezaran mirov kuştin, bi sedhezaran penaber kir, bi hezaran gund hatin şewitandin û her cureyên îşkenceyê hatin bikaranîn. Yek ji mînakên wê wehşeta li Kurdistanê tê kirin jî bikaranîna çekên kîmyewî ne. Ji wan salan heta niha gelek mînakên wehşetê yên dewleta tirk hene. Dibe ku ev rast be (bikaranîna çekên kîmyewî) lê di destê min de delîlek nîne. Lewma bi rastî jî nikarim derheqê vê rewşa taybet de tiştekî bibêjim. Lê belê IPPNW saziyeke jêbawer e. Damezirînerê wê jî hevalekî min ê nêz e. Heke şandeyeke serbixwe bişîne dê gelek baş bibe. Ji bo ku mijarê bibe Neteweyên Yekbûyî (NY) divê teqez bikevin nava hewldanan.”
Bi domdarî Chomsky anî ziman ku divê IPPNW di zûtirin demê de şandeyeke serbixwe bişîne herêmê û wiha domand: “Ev tawanbariyên pir girîng in. Ew (Bijîşkên IPPNW’ê Jan Van Aken û Josef Beppe Savary) ji rêxistineke ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtin û lêkolînerên baş tê de dixebitin in. Lêkolîneke cidî dê bingeheke rewa ava bike. Belkî jî hinek hikûmetên neteweyî pêşengtiya hewldanên wiha bikin. Belkî jî ev hikûmet, hikûmeta Swêdê be ku IPPNW hêjayî Xelata Nobelê dîtibû.”
Di berdewamê de Chomsky bal kişand ser rêveberiya başûrê Kurdistanê û wiha pê de çû: “Ne bawerim ewqas jêbawer bin ku mirov daxwaza lêpirsîneke cidî bikare jê bike. Di Komkujiya Helebçeyê de DYA’yê nehişt ku lêkolîn bê kirin. Rêveberiya Reagen tawanbariyên li Sedam dihatin kirin red kir. Reagen bi xwe nehişt ev komkujî di kongreya DYA’yê de bê protestokirin. Ne bawerim rêveberiya herêmê bikare tiştekî bike. Belkî jî divê vê lêpirsînê dewleteke di NY’yê de bibandor bike. Ji bo ku mirov fêm bike bê ka hikûmeta tirk çiqas zordest û otorîter e, hewcehî bi gelek delîlan nîne. Jixwe mirovekî dirûst û jirêzê divê bertek nîşan bide. Lê rêya herî bibandor, bertekên rêxistinên navneteweyî yan jî dewletan e. Lewma jî li gorî min Swêd dikare serî li NY’ê bide û banga lêkolînkirina van tawanbariyên cidî bike.”
‘Divê Tirkiyeyê kiryarên xwe yên qirêj qebûl bike’
Zimanzan Chomsky destnîşan kir ku heke Tirkiye van tawanbariyan qebûl neke, divê rê bide lêkolînkirinê û wiha derbirî: “Lê dê wisa neke. Divê ji ewil sûcên xwe yên qirêjî yên di salên 90’î de kirin, sûcên xwe yên li herêmên kurdan ên li Sûriyeyê ku dagir kirine aşkera bike. Lê divê tu li hêviyê nesekinî ku dewlet sûcên xwe vekole. Civaka navneteweyî, ji bo ku hêza dewletê neçar bike ku li dijî van binpêkirinên giran ên li dijî mirovahiyê bikeve nava tevgerê, xwedî berpirsyariyan e. Hinek zor jî be carnan bi ser dikevin. Em dizanin bê ka ev berpirsyarî çi ne. Wê demê divê em bi cih bînin. Weke mînak; di salên 90’î de otorîterên tirk xedariyên mezin li kurdan kirin û gelemperiya wan bi piştgiriya mezin a DYA’yê hatin kirin.”
Têkildarî girtina Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci û 9 rojnamegerên kurd jî Chomsky ev peyam da: “Em piştgiriyê didin wan. Ji bo ku bikarin xwe li ber şert û mercên giran ragirin, bo wan cisaretê hêvî dikim. Ji bo ku sepanên hovane yên li wan tên ferzkirin û bidawîkirina van sepanan, em ê tişta ji dest me tê bikin. Hinek bihêz bin. Divê hûn bizanin ku kesên ji bo karê we pir rêz digirin û bi qasî ji dest tê hewl didin bo we bibin alîkar hene.”