Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Çarşamba - 2 Ekim 2024

Noam Chomsky ji bo Abdullah Ocalan bang kir

Yek ji entellektuelên herî girîng ê cîhanê zimanzan Noam Chomsky xwest, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan "Ji vê dîlgirtina derveyî mirovahiyê tavilê bê berdan."

Zimanzanê amerîkî yek ji kesayetên sereke yên Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Noam Chomsky ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û nerazîbûn nîşanî zilma dewleta tirk a li ser gelê kurd da.

Chomsky got ku “Tirkiye timî bi rengekî bêrehm zilm li kurdan kiriye. Mîna salên destpêkê yên vê sedsalê, ji bo kêliyeke kurt welê bû mîna rewş hinekî diguhere. Lê belê demeke dirêj dewam nekir. Û ji bo kurdan bieciqîne, her firsendê bi kar tîne.”

Chomsky diyar kir ku “Erdogan di nava sîstema cîhanê de hewl dide ji bo Tirkiyeyê roleke mezin bi dest bixe. Li ber çavên wî dixwaze bibe Xelîfeyekî nû. Eger ev nebe jî dixwaze xwedî roleke welê be ku qet nebe ji aliyê Rûsya yan jî Rojava ve nayê kontrolkirin, lê bi herduyan re jî dixebite, di heman demê de li Asyayê bi Çînê re jî hevkariyê dike û bi vî rengî qada ji bandora Tirkiyeyê fireh bike. Lewma ji aliyekî ve Tirkiye weke endamekî NATO’yê dimîne, li aliyê din jî Erdogan pêşniyara Pûtîn a ji bo avakirina navendeke nû ji bo gaza Rûsya li Ewropayê belav bike, bi reva ji bin kontrola NATO’yê û binpêkirina daxwazên DYA’yê bi dilxwazî qebûl dike. Hem ji bo Rûsyayê hem jî ji bo DYA’yê azadiya kurdan nayê tu wateyê. Bala xwe bidin tenê çend salên derbasbûyî. Salên 1990’î demeke welê bû ku êrîşên giran ên Tirkiyeyê yên li ser kurdan zêde bû, yek ji demên herî xera bû, êrîş û zext giran bû. Di demeke wiha de çekên DYA’yê ji aliyê Clinton ve jê re dihate şandin. Di vê mijarê de DYA’yê bi temamî xwe lêdengiyê danî bû. Û îro jî rola DYA’yê ya wê demê qet nayê nîqaşkirin.”

Chomsky têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û got, “Divê Ocalan ji vê dîlgirtina ku bi gotina derveyî mirovahiyê dikare bê pênasekirin, tavilê bê berdan. Fikrên wî bûn çavkanî ji pêşketin û destketiyên girîng ên li Rojava re. Di heman demê de ji aliyê rejîmên otorîter ên li ser herêmê serwer in, ji aliyê hêzên nerewa ve weke gefekê tên dîtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar