Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Nobeda Azadiyê

Li bakurê Kurdistanê çalakiyên Nobeta Edaletê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirine berdewam dikin. Di serî de girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiye û Kurdistanê di 27’ê mijdarê de dest bi nobetê kirin. Armanca vê nobetê ne tenê edalet e. Di heman demê de azadiya kurd û kurdistaniyan û Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Dîsa azadiya hemû gelên cihanê ye. Ji ber ku girtiyên siyasî di peyam û daxuyaniyên xwe de diyar dikin ku azadiya gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û gelên cihanê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Gelê kurd û dostên kurdan jî ji vê yekê bawer dikin.

Dostên kurdan ku li çaraseriyê digerin, ji bo pirsgirêkên cihanê çareser bibin, ewil bawer dikin ku beriya her tiştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Ji ber vê yekê dostên kurdan di cotmehê de hamleyek destpê kirin. Kesên tev li vê hamleyê dibin hemû bawer dikin ku azadiya wan bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê tev li pêngavê dibin û di nava xebatên pêngavê de cih digirin.

Li bakur jî piştî çalakiya girtiyên siyasî malbatên girtiyan dest bi Nobeta Edaletê kirin. Bi piranî dayik tev li van çalakî û nobetê dibin. Dayik jî di daxuyanî û peyamên xwe de bawer dikin ku rêya aştî, aramî, şahî, edalet û azadiyê di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de veşartî ye. Piştî dayik û malbatên girtiyan li Mêrsîn, Edene, Amed, Wan û Stenbolê dest bi çalakiyan kir, her roj rêxistinên civakî û saziyên sivîl ên demokratîk diçin serdana malbatan û piştevaniya xwe tînin ziman.

Di van çalakî û serdanan de tê dîtin ku gel azadiya xwe di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibîne. Gel çareseriya pirsgirêka kurd û çaresereya pirsgirêkên li Tirkiyeyê di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de dibîne. Gel bawer dike ku Rêber Ocalan azad bibe dê hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bibin. Dayik û malbat ji ber vê bîr û baweriyê bang li hemû gelê kurd û dostên kurdan dikin ku çalakiyê mezin û geş bikin. Dîsa hemû nûnerên sazî û rêxistinên sivîl ku diçin serdana çalakgeran, bang li hemû gelê kurd û rêxistinên sivîl dikin ku tev li çalakiyê bibin û çalakgeran bi tenê nehêlin.

Li gorî wêne û tabloya derdikeve holê, em dibînin ku gel êdî li dijî şer, bêedaletî, neheqî, înkar, îmha, tunekirin û talankirinê dibêjin êdî bes e. Êdî naxwazin kuştin, talankirin, wêrankirin, şer û înkar pêş bikeve. Ji bo vê jî dixwazin beriya her tiştî Rêber Ocalan azad bibe.

Di van çalakiyan de fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên axaftin. Perspektifên Rêber Ocalan tên xwendin û nirxandin.  Li welatên Ewropayê xwendina pirtûkên Rêber Ocalan dest pê kiriye. Li 140 navendan pirtukên Rêber Ocalan tên xwendin. Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk şîrove dikin û fêm dikin. Dixwazin paradîgma û felsefeya Rêber Ocalan li hemû cihanê belav bikin û bidin xwendin. Dixwazin êdî her kes ji vê felsefe û paradîgmayê haydar bibin. Ji ber ku çareserî, edalet û demokrasiyê divê paradîgmayê de dibînin. Tevlêbûna van çalakiyan û xwendina pirtûkên Rêber Ocalan êdî li cihanê belav dibe. Hemû kesên tev li xwendina pirtûkan dibin bi pirtûkên Ocalan pir bi bandor dibin û biryar didin ku fikr û felsefeya Ocalan di nava partî, rêxistin û komeleyên xwe de belav bikin û mayînde bikin. Ev nîşanî me dide ku êdî gelê cihanê di nava lêgerîna çareseriyê de ye. Êdî baweriya xwe bi pergala heyî nînin. Êdî azadiya xwe di fikir û felsefeya Rêber Ocalan de dibînin. Ji ber vê yekê ev xelek û gloka li dora fikir û felsefeya Rêber Ocalan her ku diçe mezin dibe û li cihanê belav dibe. Êdî Azadiya Ocalan ji bo her kesî dibe hevî û hêz.

Nûçeyên Têkildar