Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Nobeda Demokrasiyê: Berxwedana kurdan pergala AKP-MHP’ê parçe kir

Çalakiya Nobeda Demokrasiyê di roja 38’emîn de jî li Amedê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku berxwedana li hemberî tayînkirina qeyûman pergala bloka AKP-MHP’ê parçe kiriye. Parlamenter Feleknas Uca jî got ku gelê kurd li ber zîhniyeta Evren, Agar û Çîller serî netewand û dê li ber Erdogan jî netewîne

Li Amedê di roja 38’emîn de jî li Kolana Lîse ya Yenîşehîr a Amedê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê, hevşaredar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, endam û rêveberên HDP’ê û gelek welatî amade bûn. Qada çalakiyê careke din ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin.

Di çalakiyê de Meclisa Ciwanan a HDP’ê jî pankarta ‘Ji bilî me tu kes dê nekare biserkeve’ vekirin û dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Jinên ciwan dimeşin erd û esman diheje’ berz kirin. Girseyê jî ciwan bi dirûşm, tililî û çepikan pêşwazî kir. Girseyê piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan daxuyanî dan.

‘Berxwedan belav dibe’

Di çalakiyê de ji ewil hevserokê HDP’a Amedê Zeyyad Ceylan axivî û got ku berxwedana li derdora HDP’ê didome, roj bi roj mezintir dibe. Ceylan destnîşan kir ku yên ku dixwazin wan tasfiye bikin, ew bi xwe tasfiye dibin û wiha dom kir: “Hişmendiya ku qeyûman red dike û li dora HDP’ê li ber xwe dide, li bajarên Tirkiye û Kurdistanê belav dibe. Heta ku qeyûm diçin dê ev berxwedan bidome.

Êrîşa li dijî HDP’ê

Ceylan her wiha êrîşa li dijî endam û rêveberên wan a li Pasûrê jî şermezar kir û wiha pê de çû: “Komeke çeteyan li pêş çavên polîs û leşkeran êrîşî rêxistina me ya navçeyê kir. Hevalên me derb kirin. Dîsa wan çeteyan peşiya erebeya hevalên me girtin. Ger ku tiştek bi serê hevalên me bê, ji vê yekê ew derdorên me hedef  nîşan didin berpirsyarin.”

‘Berxwedana kurdan di rojeva cîhanê de ye’

Piştre jî parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca axivî û wiha got: “Pergala ku biryara tayînkirina qeyûman da, pergalekê faşîst û otorîter e. Dibêjin qey heke qeyûman tayîn bikin dê dawî li têkoşîna me bînin. Lê bi saya sekna gelê kurd, êdî dewletên ewropî jî li dijî qeyûman dengê xwe derdixînin. Berxwedana me îro di rojeva siyaseta navdewletî de ye. Vê berxwedanê pergala wan parçe kiriye.”

‘Gelê kurd dê li hemberî Erdogan serî netewîne’

Uca anî ziman ku berxwedana gelê kurd hişt ku tifaqa AKP-MHP’ê parçe bibe û wiha bi dawî kir: “Ji ber vê sedemê jî êrîş dikin. Gelê kurd ev sedsale serî netewandî ye. Ne li hemberî zîhniyeta Kenan Evren û ne jî ya Mehmet Agar û Tansu Çîller serî netewand û dê li ber Erdogan jî netewîne. Yên ku vî welatî parçe dikin û zilmê dikin, desthilatdarî bi xwe ye. Ger tiştek bi serê hilbijêrên me bê, berpirsyar hikûmet bi xwe ye.”

Çalakî piştî rûniştina 5 deqeyan bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar