Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan didome

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 17’emîn de berdewam dike û malbatan banga bidawîkirina zilma li ser zarokên xwe kirin

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediya ne û nayên berdan li avahiya Baroya Amedê çalakiya xwe Nobeda Edaletê, di roja 17’emîn de berdewam dikin. Şaxa Genel-Îşê ya Hejmara 2’yan a Amedê û Hevseroka TUAY-DER’ê Emîn Guzel serdana malbatan kirin.

Serokê Genel-Îşê Hasan Hayrî Eroglû diyar kir ku teraziya edaletê ji bo hemû welatiyan divê wekhev be û edalet ji bo her kesî pêwîst e.

Xwezî zimanê zindanan hebûye…

Reşahat Ada ya ku xwişka Hamdusena Ada ya li Girtîgeha Amedê girtî ye, anî ziman ku wan bi daxwaza edalet, maf û hiqûqê nobedê dane destpêkirin û wiha got: “Xwezî zimanê zindanan hebûya û biaxiviya ku çi zilm li zarokên me hatine kirin. Heta edalet pêk were em ê çalakiya xwe bidomînin û li ber xwe bidin.”

Încî Guler a xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler jî destnîşan kir ku dê qet û qet vê zilma li ser girtiyan qebûl nekin.

Fevziye Kolakan a ku lawê wê Ahmet Kolakan ê li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê girtî ye jî wiha got: “Em ê van neheqî û vê zilmê qebûl nekin. Heta daxwaza me ya edaletê pêk were, em ê ji vir ranebin.”

Hevseroka TUAY-DER’ê Emîne Guzel jî anî ziman ku zextên li ser girtiyan zêde bûne û xwest girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane demildest werin berdan. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar