PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan: Em bibin dengê girtiyan

Malbatên girtiyên nexweş ji bo zarokên wan ên nexweş bêne berdan û daxwazên wan pêk bê, çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ di roj 2’yemîn de li Baroya Amedê berdewam dikin. Malbatan bang li malbatên din ên girtiyan kir ku tev li çalakiya wan bibin

Malbatên girtiyên nexweş ji bo zarokên wan ên nexweş bêne berdan û daxwazên wan pêk bê, çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ di roj 2’yemîn de li Baroya Amedê berdewam dikin.  Îro dîsa hevjîna Siddik Guler ê li Girtîgeha Îskenderûnê Hasine Guler, Dayika Ahmet Kalakolan ê li Girtigeha Hejmar 2 a Bandirmayê Fevziye Kolakan, bavê Ciwan Boltan ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê Hakki Botan, xwişka Abdulselam Guler ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî Încî Guler amade bûn. Di çalakiyê de hevjîna Siddik Guler ê 83 salî yê li Girtîgeha Îskenderûnê girtî, Hasine Guler a 73 salî axivî.

Guler anî ziman ku malbat ji bo zarokên wan ên nexweş serbest bêne berdan vê çalakiyê li dar dixin û wiha got: “Em dixwazin bibin dengê zarokên xwe û girtiyên nexweş û înfaza wan şewitine bên berdan. Hevjînê min 26 sal in girtî ye û girtiyê nexweş e.”

‘Em naxwazin cenazeyê girtiyan derkevin’

Dayika Ahmet Kolakan Fevziye Kolakan (71) jî anî ziman ku kurê wê 28 sal in girtî ye û wiha got: “Ji bo mafên girtiyan me ‘Nobeta Edaletê’ daye destpêkirin. Em 4 malbat hewl didin dengê girtiyan bînin ziman. Em bang li malbatên din dikin ku bên tev li çalakiyê bibin. Em bi hevre têbikoşin. Binêrin ez bi vî temenê xwe hatime ji bo kurê xwe yê nexweş li vir im. Berê ez dikaribûm biçim her derê. Lê niha nikarim biçim tu deveran. Ez bimirim jî ez ê ji bo kurê xwe her tiştî bikim. Em dixwazin malbatên me jî bên cem me û em bi hevre dengê xwe bilind bikin.”

Xwişka Abdulselam Guler Încî Guler jî da zanîn ku ji bo balê bikişînin ser bêedaletiyê vê çalakiyê li dar dixin û ev tişt anî ziman: “Birayê min nexweşê dil û tansiyonê ye. Jiyana birayê min girêdayî nefesekê ye. Em ê her tim ji bo girtiyên nexweş bibin deng. Em dixwazin malbatên me yên din jî tev li vî dengî û vê têkoşînê bibin.”

Malbatan îro jî bi rêveberiya baroyê re hevdîtin kir û xwest baro ji bo daxwazên wan têbikoşe. Rêveberên baroyê jî piştî li malbatan guhdar kirin, anîn ziman ku ji bo bibin bersiva daxwazên wan dê di demek nêzîk de têkevin nava têkoşînê.

Li gorî daneyên ÎHD’ê li girtîgehan 605 jê girtiyên nexweşên giran in. Bi giştî hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Di sala 2020’an de 50, di sala 2021’an de jî 13 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar