Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Nobedarên Demokrasiyê: Şerê li dijî Rojava dewama komployê ye

Di Nobetên Demokrasiyê yên li dijî qeyûman de HDP’iyan bal kişandin ser derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyê. Parlamenterê HDP’ê Murat Sarisaç li Wanê got operasyona muhtemel a li dijî Rojava berdewama komploya li dijî Ocalan e.

Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê yên dijî tayînkirina qeyûman ên HDP’ê ku li Amed, Mêrdîn û Wanê birêve dibe di roja 52’yemîn de dewam kir. Di çalakiyên li her sê bajaran de jî komploya navdewletî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji Sûriyê derxistin hat şermezarkirin.

MÊRDÎN 

Çalakiya li Mêrdînê li ber avahiya HDP’ê pêk û parlamenter û rêveberên HDP’ê û welatî beşdar bûn û pankarta “Hûn nikarin vîna gel desteser bikin” vekirin. Di çalakiyê de bi armanca balê bikişînin ser destpêka komploya navdewletî ya li dijî Ocalan cilên reş li xwe kirin.

‘Ocalan komployê vala derxist’ 

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê Salîh Kuday di çalakiyê de axivî û got: “Komploya li dijî Ocalan armankirina şerê navbera kurd û tirkan e. Komplo ji aliyê Ocalan ve vala hat derxistin. Divê desthilatdarî guh bide daxuyanî û peyamên Ocalan yên ji bo aştiyê. Şer kesî bi ser naxîne û aştî her kesî digihîne serkeftinê. Em bang dikin ku ji bo dawîanîna şer û destpêkirina muzakere û proseya aştiyê divê bi mîmarê aştiyê birêz Ocalan re hevdîtin bên destpêkirin.”

‘Li dijî şer aştî’ 

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari jî bal kişand ser operaysonek muhtemel a li dijî Rojava û got: “Polîtîkayên şer dewam dikin. Dewlet û serokên dewletan ên şer li dar dixistin hemû têkçûn û tune bûn. Gel wê li dijî şer bêje aştî.”

WAN

Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê jî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê pêk hat. Rêveber û parlamenterên HDP’ê, hevşaredarên HDP’yî, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdar bûn. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç ê di nobetê de axivî wiha got: “Bi kompoloya li dijî birêz Ocalan gelê kurd û gelên Tirkiyeyê kaş dikin nav şer. Bi vê yekê re Rojhilata Navîn dixin nava şer û aloziyan. Dixwazin ji nûve dîzayn bikin.  Birêz Ocalan li gel pêkanîna tecrîdê ya giran jî komployê vala derxist. Plana şerê li dijî Rojava dewama kompoloyê ye. Tekane tiştek heye ku şer bi dawî bike ew jî destpêkirina muzakereyên li gel birêz Ocalan e.”

Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê li dar xistin.

AMED 

Li Amedê jî çalakiya nobetê li Kolana Lîseyê dewam kir. Parlamenter, rêveber û hevşaredarên HDP’ê, nûnerên partiyên Kurdistanî, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê ciwanên HDP’yî, rêveberiya Rêxistina HDP’ê ya Xarpêtê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Girseyê stran gotin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û destpêkirina komploya li dijî Ocalan û operasyonek muhtemel a li dijî Rojava hatin şermezarkirin.

‘Komplo bi tecrîda girankirî didome’ 

Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Ocalan komploya navdewletî vala derxistiye û wiha got: “Komplo bi bi tecrîda girankirî ya li Girava Îmrali dewam dike. Komplo bi pêşbênî û projeyên aştî û demokrasiyê yên birêz Ocalan li pêş xist vala hat derxistin. Kes di şer de bi ser nakeve lê aştî ji bo her kesî serkeftin e. Ji bo dawî li polîtîkayên şer were em bang dikin ku divê li gel mîmarê aştiyê birêz Ocalan muzekere werin destpêkirin.”

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar