Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Nobeta Demokrasiyê: Dê kes nekare AKP’ê ji hilweşînê rizgar bike

Li Amed û Wanê bi tevlêbûna gelek kesan çalakiya Nobeta Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyan de biryara dadgehê ya der barê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de weke ‘skandal’ hate pênasekirin. Ji bo AKP’ê jî ev nirxandin hate kirin: “Pêvajoya hilweşîna AKP’ê dest pê kiriye. Êdî dê tu kes nekare AKP’ê ji vê aqûbetê rizgar bike.”

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, di 17’ê îlonê de tayînî şaredariya Pasûr a Amedê û di 18’ê îlonê de jî tayînî şaredariya Qereyazi ya Erziromê kir. Ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman jî HDP, DBP û hemû derdorên demokrat ji 19’ê tebaxê ve li qadan li ber xwe didin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Nobeta Demokrasiyê di roja 35’emîn de jî li Amed û Wanê hate lidarxistin.

Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li Amedê bi tevlêbûna parlamenter, rêveber û endamên meclisa Şaredariyê yên HDP’î, nûnerên rêxistinên demokratîk û sivîl, li Kolana Lîse ya Amedê hate lidarxistin. Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrul axivî û destnîşan kir ku hikûmet dixwaze her tiştî aloz bike. Togrul bal kişand ser biryara darazê ya ji bo hevserokên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û wiha got: “Fîgen Yuksekdag, Selehattîn Demîrtaş, Îdrîs Balûken, Gultan Kişanak, Çaglar Demîrel, Sabahat Tuncel, Selma Irmak û hemû siyasetmedarên girtî rûmeta me ne. Ew vîna gel in.”

‘Hûn dê nekarin rojevê biguherînin’

Di çalakiyê de hevseroka Şaxa 1’emîn a Egîtîm Senê ya Amedê Abbas Şahîn jî axivî û diyar kir ku di tariyê de çirûska ronahiyê xuya dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hûn çiqas bixwazin rojevê aloz bikin jî hilweşîna we dest pê kiriye. Desthilata AKP’ê ji roja destpêkê ve hemû çavkaniyên dewletê xistin ber xizmeta xwe. Lê tevî vê jî di hilbijartina 31’ê adarê de winda kir. Di AKP’ê de pêvajoya hilweşînê dest pê kiriye. Ji bo vê têkçûnê binixûmîne, mijarên cuda dixe rojevê. Lê êdî tu tiştek dê nekare AKP’ê ji tunebûnê rizgar bike.”  Nobet, piştî rûniştina 10 deqeyan bi dawî bû.

Çalakiya li Wanê

Li Wanê jî çalakiya Nobeta Demokrasiyê bi tevlêbûna parlamenter, rêveber, hevşaredarên HDP’î, aktîvistên TJA, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên demokratîk li ber avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta ‘Ne îradeya qeyûman, vîna gel’ hate vekirin.

Skandala hiqûqê

Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul axivî. Bulbul anî ziman ku daraz li Tirkiyeyê bi fermana qesrê dixebite û ev nirxandin kir: “Fermanên ji qesrê, ji hêla darazê ve tên pratîzekirin. Der barê doza bûyerên Kobanê ya Yuksekdag û Demîrtaş jixwe bi encam bibû. Lê nezanîn bê ka dê bêhiqûqiyeke çawa bikin û ji heman dozê careke din biryara girtinê derxistin. Ev biryare skandaleke û di rûpelên dîrokê de cih girt. Ji bo rewakirina van bêhiqûqiyan jî çapemenî û siyasetmedarên xwe bi kar tînin.”

‘Tekane rê hevdîtinin’

Bulbul bi lêv kir ku li Sûriyeyê jî lîstikên qirêj tên lîstin û wiha bi dawî kir: “Kurd dibêjin; ‘Wer in em bi hev re pirsgirêkê çareser bikin.’ Lê mixabin ji bo ku kurd nebin xwedî statû, listîkên osmaniyan dilîzin. Lê tekane rêya çareseriyê, hevdîtinin. Em careke din bang dikin, dev ji tayînkirina qeyûman berdin. Em ji bo aştiyê amade ne. Em bihêzin û li vir in.”

Girse piştî çalakiya rûniştinê jî bi dirûşma ‘Bijî berxwedana Wanê’ belav bû. AMED-WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar