Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dikeve sala 3’yemîn

Malbata Şenyaşar da zanîn ku Nobeta Edaletê di sala 3’yemîn de bi piştevaniyê mezin dibe û wiha got: “Ev doz, doza mirovahiyê ye. Divê tu kesê ji xwe re dibêje mirov li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne.”

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin kuştin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê dikeve sala 3’yan.

Di dema têkoşîna edaletê de derheqê Emîne Şenyaşar de 28 lêpirsîn hatin vekirin û Şenyaşar di sala 3’yemîn a Nobeta Edaletê de banga mezinkirina piştevaniyê dike. Şenyaşar, got ku ev du sal in li pêşiya Edliyeya Rihayê doza edaletê dikin û ev tişt anî ziman: “Bêyî ku guh bidin berf, baran, serma û germê, me Nobeta Edaletê berdewam kir. Me rojiya xwe li vê derê vekir. Heta ku kurê min tê berdan jî ez ê ji vi ranebim. Kesên hevjîn û du kurên min kuştin, niha li Pirsûsê bi rehetî digerin. Bila ev kes êdî bên girtin. Zilmeke zor li me kirin. Çima hêj wiha serbest digerin? Kesek li nexweşxaneyê nayê kuştin, nayê parçekirin. Ez û Hacî Esvet bi hev re çûn nexweşxaneyê. Hacî li nexweşxaneyê parçe kirin. Ev çi dewlet û hikûmete ku mirov li pêş çavên polîsan wiha tên kuştin.”

‘Di dilê wan de rehm tune’

Bi domdarî Şenyaşar anî ziman ku heta niha edalet pêk nehatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji malbata me 3 kes kuştin û 3 kes jî birîndar kirin. Ew jî ji mirinê filitîn. Tu sûcekî zarokên min tune ye. Ev yek pirsiyan lê tu sûc ji bo wan nedîtin. Kurê min Fadil girtin û ev 5 sal in di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. Ev çi wijdane di vê hikûmetê de? Di dilê van de qet rehm tune ye. Bes e êdî bila kurê min berdin. Ez jî êdî westiyam. Çavên min nabînin, çokên min xwe nadin ber min. Dixwazim êdî biçim mala xwe. Ez vê zilma dewletê qebûl nakim. Daxwaza min edalet e. Ez dixwazim gel bê cem min û piştevaniyê bikin. Dema milet tê vê derê mirûzê me xweş dibe. Em xwe bi wan bihêztir hîs dikin. Tu carî em bi tenê nehiştin. Xwedî li me derketin.”

Rastî tê zanîn

Ferît Şenyaşar ku ji êrîşê xwe xelas kiribû û tevî dayika xwe Emîne Şenyaşar ev 2 sal in bênavber li pêşiya Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire jî diyar kir ku li holê bêhiqûqî û bêedaletiyeke mezin heye. Şenyaşar, destnîşan kir ku dewlet baş bi vê bêhiqûqî û bêedaletiyê dizane û wiha pê de çû: “Doz, 4 salan li vê derê ma. Di van 4 salan de 10 dozger hatin guherandin lê tu tiştekî hiqûqî nehat kirin. Herî dawî doza me şandin Meletiyê û me bi serdozger re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de ji me re got ku ji hêla hiqûqî ve tiştekî ku bikarin bikin tune ye. Gelo çima ji bo tu kesên komkujiya nexweşxaneyê kirin biryara nedan? Hemû dinya dizane ku em heq in.”

‘Polîs helaliyê ji me dixwazin’

Bi domdarî Şenyaşar bi lêv kir ku dema nobeta xwe li pêşiya edliyeyê didomandin, gelek caran polîsan bi darê zorê ew û dayika wî ji wir dûr xistine. Şenyaşar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her tim hewl dan me ji pêşiya edliyeyê dûr bixin. Di van du salan de polîs gelek caran hatin cem me û ji ber zilm û neheqiya li me kirine dixwazin em heqê xwe lê helal bikin. Beriya niha hêzên ewlekariyê cezayê pereyan dan me û dest danîn ser pankartên me. Niha jî lêborîn xwestin û pankart li me vegerandin. Polîs jî vê têkoşîna me ya rewa mafdar dibînin.”

‘Bila piştgiriya daxwaza me bê kirin’

Şenyaşar bang li her kesî kir ku xwedî li têkoşîna edaletê derkevin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev doz, doza mirovahiyê ye. Divê her kesê ji xwe re dibêje mirov li hemberî vê zilm û neheqiyê bêdeng nemîne. Me du salan bênavber nobeta xwe domand. Çavên xwe ji çêkirina avahiyên nekarin xwe li ber erdhejê bigirin girtin û rê li ber karesateke mezin vekirin. Me ji ber erdhejê 2 hefteyan navber da çalakiyê. Di erdhejê de xizmên me jî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo piştevaniya bi wan re em çûn herêmên erdhejê. Di vê pêvajoyê de em nexweş bûn, me rojên zehmet derbas kirin lê me dev ji nobetê berneda. Heta edalet pêk tê jî dê nobeta me bidome.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar