Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Nokerekî ‘di ser xwe re ye’!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Di nav gel de ev bivêj, ji bo ew kesên pir jêhatî, kêrhatî û ne bi tenê di ser hevalên xwe re ye, belê xwe jî derbas dike, bê heval e, bê hempa ye, bê hemta ye û hwd. bi kurt kurmancî “di ser xwe re ye” jî.

Îcar ger ku em nokeriyê jî pêvekin, tê wateya di nokeriyê de jî kes xwe nagihînê, li vira jî di ser xwe re ye.

Bêguman van gotin gelek li bejin û bala R.T.Erdogan tê. Ev xelat li Tirkiyeyê wî heq kiriye, dibe ku li cîhanê jî ev xislet para wî dikeve, ez nizanim min lê nekolaye!

Em bala xwe didin hemû giregirên dewleta tirkan ên berî wî, hema hema hemû nokerên îniglîz û amerîkî bûn. Lê temenê kesî biqasî yê vî kesî dirêj nekişand, di vê xizmetê de. Dibe ku şert û mercên hundir û yên derve jî şens dida wî lê divê mafê wî neyê wendakirin û heqî wî neyê xwarin, mêrik di vî karê nokeriyê de, xwedî hunereke di ser xwe re bû û her kes derbas dikir.

Projeyên xwedanê wî dide dest, bê qusûr dide meşandin, biborin zêdetirî yê ku jê tê xwestin dike.

Hema hema ti der û welat nema ku tevneda, çû ku derê agir berda erdê, dûman jê hilda; şer û pevçûn û alozî gur kir. Ji welatê xwe dest pê kir (helbet di serî de êrîşî ser kurd û Kurdistanê kir û hîn jî zêdetir dike), derbasî Rojhilata Navîn bû, paşê Afrîka, Asya û niha gefa li Ewropayê jî dixwe û tehdît dike. Dibêje “hûn pere nedin min êz ê bermayên DAIŞ û El NUSRA û EL QAIDE û hwd. terorîstên xwe, ji we re bi rê bikim”!

Wexta nuh hat an jî danîn ser desthilatiyê, bi dengekî bilind digot, “Em bi hemû cîranan re û cîhanê re xwedî ‘sifir pirsgirêk’ in”. Belê niha, bûye xwedî hezar pirsgirêk, ji xwe cihê ku lingê xwe daniye wir, ew der bêyî pirsgirêk nemaye elhemdulîllah û înşallah ku xwedê emrê dirêj bidê ew ê hîn jî gelek deverên cîhanê xera bike!

Hema di van her du hefteyên dawî de, hinek dever, agirê ku berê pêketibûn hinekî tefya bû, lê niha çûn wan deveran û ew agir dîsa tevda. Mînak, piştî Libyayê çû Ûkranyayê pirsgirêka Qirimê tevda, çû Pakistanê pirsgirêka Keşmîrê tevda, her du rojên dawî jî çû Azerbeycanê pirsgirêka Qerebaxê tevda. Li vira jî bi dengekî bilind got, “Pirsgirêka Qerebaxê çiqas a Azerbeycanê be ewqas jî ya me ye.”

Bêguman bi van tevdanan re, bi van gurkirina agir re dilê xwedanê xwe Amerîka xweş dike û berovajî vêya, dilê “dostê” xwe Pûtîn jî reş dike!

Di encamê de noker diçe cem xwediyê xwe, ji ber ku yê ew anî ser desthilatiyê û proje daye destê wî Amerîka ye û hefsarê wî di destê xwediyê wî de ye. Lê wisa xuya dibe êdî dawî li hunera noker R. Erdogan tê. Barûda çeka wî ya Îslama Siyasî xelas dibe. Çeka wî ya duduyan nijadperestiya tirkîtî bû ew jî xelas dibe, jixwe Bahçelî fizikî jî li ber çûyînê ye.

Dibe ku Idlib, ji wan re bibe qonaxa koça wan a dawî.

Li hember hemû êrîşkariya wan a faşizan û qirker gelê me berxwedana xwe û tevgerên xwe xurtir dikin. Ev têkoşîna gelê me ya weke pola tûjtir dibe, ew ê kefenê wan zûtir bibire.

Her du kongreyên bi rûmet ên gelê me; ya HDP’ê û ya PYD’ê li gelê me pîroz be!

Meha adarê nêz dibe, bila were bi xêr û bêr!

Ez bawer dikim ev bihar dibe bihara gelê me!

Nûçeyên Têkildar