Gelê kurd kengî ji bo statuya xwe xwedî înîsiyatîf be, dagirker hema qertê xwe yê nokeriyê bi kar tînin. Niha jî kurd bi pêvajoyeke wisa re rûbirû ne. Lê niha pêvajo gelekî sotîner e.
Ger kurd statuya xwe diyar bikin ew ê di heman demê de ji bo gelê Rojhilata Navîn jî bibe bingeha jiyana demokratîk. Lewma hêza xwe gihandin asta herî jor û li gorî vê rastiyê şer dikin, siyasetê dikin, dîplomasiyê dikin û jiyaneke nû ava dikin. Ji ber ku dagirker vê rastiyê dibînin û êrişa xeleka herî qels a kurdan dikin. Çi ye ev xeleka qels; bêguman yekitiya kurdan e.
Di sala 2011’an de El Qaîde û El Nusra li seranserê Sûriyeyê şerekî bêeman dan destpêkirin. Herî zêde êrişî kurdan kirin. Ji ber ku li gorî dewleta tirk bi destê kî dibe bila bibe divê kurd bên qetilkirin. Li aliyê din jî kurdan bi kurdan dide kuştin. Li Heleb, Kobanê, Reqqa û Efrînê hinek komên kurd bi rêxistin kir û van koman êrişî kurdan kirin.
Her çiqas li Heleb, Kobanê û Reqqayê ev kom têk biçin jî lê li Efrînê ev komên qaşo kurd in di bin baskê dewleta tirk de êrişî kurdan kirin. Bi alîkariya van koman Efrîn ji aliyê dewleta tirk ve hat dagirkirin.
Niha nûnerên ENKS’ê Abdulhekîm Beşar û Nûrî Brîmo dibêjin; “PYD ne kurd e û ne jî sûriyeyî ye.” Dibêjin ku piştî DAIŞ’ê xeteriyên herî mezin PKK û YPG ne. Mirov dibêje ger ev kurd bin kurdên ku li çar parçayên Kurdistanê beramberê dagirkeriyê têdikoşin kî ne, ger berxwedêr kurd bin Abdulhekîm Beşar û Nûrî Brîmo çi ne?
Heman tişt ji bo Nêçîrvan Barzanî jî derbas dibe. Dewleta tirk li çar parçeyên Kurdistanê kurdan hedef digire û qetil dike. Dewleta tirk li ber çavê hemû kurdan êrişî başûrê Kurdistanê dike û kurdan dikuje. Ji 24’ê tîrmeha 2015’an vir ve hema bêje her roj li herêma Behdînanê êrişên hewayî pêk tên. Di êrişan de sivîl hedef tên girtin û her êrişek sûcekî şer e. Lê Hikûmeta Herêmê Federal a Kurdistanê têkildarî êrişan gotinekê jî nabêje. Berevajiyê vê yekê piştî her êrişê PKK’ê sûcdar dike û di her daxuyaniya xwe de dibêjin bila PKK tavilê axa Kurdistanê biterîkine û PKK êrişî dewleta tirk neke.
Dewleta tirk di 23’yê çileya 2019’an de dîsa êrişê Şêladizê kir û 4 sivîl qetil kirin. Lê Barzanî ruxmî evqas kuştin û qetlîman bertekê nîşanî dewleta tirk nade. Di daxuyaniya 26’ê çileya 2019’an de PKK sûcdar kir û wisa got; “Weke herêma Kurdistanê siyaseta me ev e; divê tu hêz axa me ji bo ewlekariya cîranê me bixe xeteriyê, bi kar neyne.” Dîsa Neçîrvan Barzanî got; “Ev rêxistinên heyî axa herêmê Kurdistanê bi kar tinîn û ji bo cîranên me pirsgirek derdixin. Em weke Hikûmeta Herema Kurdistanê tu carî vê yekê qebûl nakin. Ev kes (pênaseya ev kes jî şehîdên Şêladîzê ne) jî çûne qada PKK’ê ji bo wê şehîd bûne, dewleta tirk ne gund qada PKK’ê bombebaran kir.” Bi wateyeke dîtir dibêje ku êrişa li ser PKK’ê rewa ye.
Ev cîranê ku Neçîrvan Barzanî behs dike, dewleta tirk a dagirker e. Bi dehan navendên MÎT’ê û baregehên leşkerî li ser axa Herêma Kurdistanê vekirine. Bîlançoya salane ya ku HPG’ê diyar kir mirov fêm dike ku her roj cîranê Neçîrvan Barzanî êrişên hewayî li ser axa başûrê Kurdistanê pêk tîne.
Cîranên Neçîrvan Barzanî di erîşên hewayî de herî kêm sed sivîl û bi dehan têkoşerên kurd qetil kirine. Divê ferqê nexe navbera sivîl û çekdaran. Dewleta tirk li ser axa Kurdistanê çi cure êrişan pêk tîne bila bîne sûcdar e. Tu kes nikare li hemberî kurdan parastina dewleta tirk bike. Kî gotinên dewleta tirk ên der barê kurdan de ji kurdan re dubare bike nokeriyê dike.
Çiqas Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê bi dagirkeriya dewleta tirk şa bibe jî gelê Şêladizê û Duhokê bi dagirkeriya tirk şad nabin. Piştî qirkirina Şêladizê gel serî rakir. Gel bi dirûşma; “êdî bês e”, berê ketin baregehên dewleta tirk, tanqên dewleta tirk şewitandin.
Dema gelê Şêladizê berê xwe da baregeha dewleta tirk, di nav wan de çalakvanekî hebû digot; ‘Bihêlin em dilê xwe rehet bikin, vana cergê me sotin.’ Rast e van cergê me şewitandin, her roj bi destê dewleta tirk keç û xortên kurdan tên kuştin, malên kurdan tê kavilkirin, navçeyên kurdan tên wêrankirin. Ger kurd rastiya kurdên ku nokeriya dewleta tirk dikin nas nekin dê cergên kurdan bêhtir were şewitandin.
Divê tu kes ji bîr neke helwesta Nêçîrvan Barzanî jî helwesta Abdulhekîm Beşar û Nûrî Brîmo jî ji heman kaniyê derketiye. Axir nokerî her nokerî ye.