Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Normalîzebûna bi welatan re wê ne hêsan be’

Rojnameyên erebî yên vê sibê, têkildarî hewldanên Erdogan ku têkiliyan bi gelek dewletan re ev tişt nivisîn, Wê hewldanê Erdogan ewqas hêsan encam negire. Ji ber ku şertên dewletan hene û ev şert ji bo Tirkiyê gelek giran e.

Girêdayî rojeva Tirkiyeyê rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Dibe ku derfetek hebe ku Tirkiye têkiliya xwe bi Misirê re sererast bike piştî ku qut kiribûn. Encamên wê girêdayî van tiştan in; vebijêrkên siyasî yên Erdogan û heke dê wek serokê welêt bimîne. Li hember lîsteya daxwazên Qahîreyê, normalîzekirin gelekî dijwar xuya dike.

Ji bo ku pêşketin di vî warî de pêk were, wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşgolu vê dawiyê bi hempîşeyê xwe yê Misirê Samih Şukrî re civiya, lê civîn ne li gorî Çavuşoglu bû.

Şukrî, Çavuşoglu agahdar kir ku beriya normalîzekirinê divê 3 şert pêk werin; destpêkê tevgerên xwe yên leşkerî li Lîbyayê rawestîne, endamên Îxwan Muslimîn ên li Tirkiyeyê radestî Misirê bike, nakokiyên bi Qibris û Yewnanistanê re çareser bike. Tevî ku Misir ji bo Erdogan girîng e lê Enqere derfeta sererastkirina têkiliyan bi gelek dewletên ereban û Îsraîlê re ji 2021’an ve test dike.

Tevî ku di vê dawiyê de Îsraîl û Tirkiye li ser asta balyozan têkiliyên dîplomatîk ji nû ve vejandin, lê îhtîmala sedî sed tune ye ku ev têkilî dewam bike, heke Tirkiye hin daxwazên sereke yên Îsraîlê pêk neyne; mîna derxistina rayedarên Hemasê ji Tirkiyeyê û girtina nivîsgehên wê.

Erdogan dixwaze têkiliyan bi dewletên herêmê re normalîze bike, lê ji ber ku wî dijbertiya wan dewletan kir, wê berdêla vê yekê biha be. Ji ber ku li ba hemû dewletan lîsteyeke daxwazan heye. Pêkanîna wê jî ji bo Erdogan karekî zehmet e. Li cem Erdogan ew qas vebijêrk tune ne. Ew bi tenê ye, heke gavên cidî neavêje.”

‘Nakokiyên heyî dûrî êşên lubnaniyan e’

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Li gel alozbûna rewşa siyasî ya Lubnanê, serokê hikumeta demkî Necîb Mîqatî ragihand ku ew dev ji erka xwe bernade. Lê di heman demê de ragihand ku êdî sebra wî nemaye.

Şêwirmendê Mîqatî wezîrê berê Neqola Nehas helwesta Mîqatî bi hişyarî û qîrîna yekemîn wesifand da ku rê li pêşiya nakokiyan bigire ku êdî gihaştine pêvajoyeke gelekî xeternak. Her wiha Nehas destnîşan kir ku Mîqatî bi vê helwesta xwe xwest bibêje ku nakokiyên heyî dûrî êşên lubnaniyan e, berdewamkirina nakokiyên wisa dê rewşê aloztir bike.

Nehas aşkere kir ku Mîqatî dê banga lidarxistina civîna hikumetê di hefteya bê de bike, piştî ku civîna Meclisa Wezîran ji ber nakokiya li ser dema lidarxistina wê betal kir. Ji ber ku li gorî Mîqatî nakokiya li ser diyarkirina dema lidarxistina civînê, hewldaneke ji bo parçekirina welêt bû.

Nehas qebûl nake ku bêje fişarên siyasî karê Mîqatî asteng dikin, di heman demê de destnîşan dike ku serokê hikumetê erkên meclisa wezîran di pêvajoya demkî de baş nas dike ku nikarin pêşniyaran erê bikin û bikin plansazî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar