Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

NPG: Çiyayên Kurdistanê teqez wê ji mêtînkariya tirk re bibe goristan

NPG: Wê her gerîlayek bibe Leyla û çiyayên Kurdistanê teqez wê ji bo mêtîngriya tirk a qirker û dagirker bike goristan!.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) derbarê şehadeta Endama Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), Endama Konseya Fermandeya Hêzên Parastina Gel (HPG) û Fermandara Saha Botanê Leyla Sorxwîn de daxûyanî da.

Fermandariya Biryargeha NPG’ê; “Hevrêya me Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê, Endama Konseya Fermandeya HPG’ê û Fermandara Saha Botanê Leyla Sorxwîn di 22-23’yê çileyê de di encama pevçûneke li Bestayê qewimî de gihîşt şehadetê. Di temenê bihara ciwantiyê de beşdarî nav refên têkoşîna azadiyê bû. Her tim bi fedakariyeke mezin û bi eşqa azadiyê tijî bû û di jiyana têkoşîna xwe her tim bi wêrekî lehengî tev geriya. Em ji malbata fermandara me ya leheng û gelên Kurdistanê yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Serê hemû hêzên me yên gerîlayên li çiyayên Botanê bi fedakariyeke mezin û bi biryariyeke mezin têkoşîna azadiyê dimeşînin û hemû hevrêyên me yên li hemû qadan e sax be. Em soz didin ku ala ku hevrêya me Leyla li bakûrê Kurdistanê bilind kiriye li ezmanan liba bikin, bîranînên wê bidin jiyîn û xwîna wê li erdê nahêlin.”

Hevrê Leyla bi eşqeke mezin girêdayî azadiyê bû

NPG’ê di daxûyaniya xwe de ragihand ku hevrê Leyla biqasî ku rastiya Rêber Apo û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir, hîn di temenê ciwaniya xwe de bêyî têkeve dudiliyê beşdarî nav refên gerîla bû û wiha berdewam kir: “Hevrê Leyla bi eşqeke mezin girêdayî azadiyê bû. Hezkirina ji gel, hestên kur yên welatparêziyê, girêdana welat di bîrdoziya Apogerî de watedar bûye û di gerîlabûnê de şênber bûye. Li Amedê tev li nav refên gerîla bû, lê partîka gerîlatiyê her tim li Botanê derbas kiriye. Di navbera 1993 û 2000’an de bênavber li Botanê gerîlatî kiriye. Di van salên ku dewleta tirk a qirker û dagirker operasyonên mezin pêk aniye, bêhejmar seferên îmhakirinê li dar xistine û bi tundî êrîş biriye ser gerîlayan jî hevrê Leyla di nava hemû şert û mercên zehmet û bêderfetiyan de bi ser ketiye û bûye mîlîtana Apogerî ya ku di her şert û mercî de derb li dijmin xistiye. Hevrê Leyla di rewşa dijwar de li saha şerê dijwar lê dihat meşandin de pijiya û bi kesayetiya çalagerî û dînamîk li hemû qadên gerîla xebat meşandiye. Di 1995’an de li Cûdî, di 1999’an de li Elkê birîndar bû, lêbelê her carê bi bîr û baweriyeke mezintir meşa xwe ya şoreşê berdewam kir. Tev li çalakiyên Kirya Reş û Hekarî yên ku di dîroka têkoşîna me ya çekdarî de cihên girîng digirin bû û tev li bêhejmar çalakî û operasyonên şoreşgerî bû, bi cesarete mezin bêhjemar operasyonên dijmin pêşwazî kir û derbên giran li dijmin xist. Ji bo taktîkên gerîla bi ser bikevin bi daxwazeke mezin tev li bû û taktîk pêş xist.

Hevrê Leyla li Botanê tev li tabûrên gerok bû û fermandariya wê kir. Hevrê Leyla bi kesayeta xwe ya tu sînoran nas nake li her bihosta Botanê têkoşiyaye. Hevrê Leyla di sala 200’î de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li Akademiya Leşkerî ya Mahsum Korkmaz a ku di 2001’an de li çiyê hat damezrandin perwerdehî dît û dawiyê derbasî Qendîlê bû. Heta 2003’an li Qendîlê ma, bi eşq û daxwazeke mezin berê xwe da Botanê û çû Gabarê. Li Gabarê di nava Fermandariya Gabarê de cih girt. Di dema ku dijmin bi dorpêçên mezin êrîşî gerîlayan dikir, li qada Gabarê bi derfetên gelekî kêm bû şopdara bêeman a xeta Egîdan. Bi awayekî çalak û pêşeng tev li Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an bû û di çalakiyên ku deng daye de rol lîst. Di 2007’an de piştî ku li Gabarê fermandariyeke serkeftî pêk anî dîsa vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Pêşî çû Akademiya Şehîd Bêrîtan û piştre jî tev li pêvajoyên perwerdehiya ocaxên partiya me PKK’ê bû. Hevrê Leyla her tim li ser bigeha ji bo layiqî Rêbertiyê û Şehîdan bibe xwe digirt dest, sekn û pratîka xwe li ser vê bingehê di lêpirsînê de derbas dikir, rexne û xwerexnekirinê li gorî vê pêvanê destnîşan kiribû.

Her ku dibû xwedî pratîkeke serkeftî her tim xwe deyndarê Şehîdan û Rêbertiyê didît. Ji 2008 heta 2018’an li Zap, Zagros Qendîl û qadên cuda ma.

Di berdewamiya daxuyaniya Fermandariya Biryargeha NPG’ê de ev tişt hatin gotin:

“Hevrê Leyla bi cesareta xwe ya bilind û tevlêbûna xwe ya çalak di her qedemeya artêşa me ya gerîla de cih girtiye, ji şervanî heta fermandariya manga, ji fermandariya timê heta fermandariya yekîneyê, heta fermandariya herêm, eyalet, qad û sewq-rêvebiriyê kiriye. Hevrê Leyla ku di her peywirê de ji bo serkeftinê bi dest bixe gelek xebitiye, di sala 2018’an de ji bo pêşengiya gerîlaya modernîteya demokratîk bike, perspektîfa ji nû ve avakirinê di gerîlatiya bakurê Kurdistanê de veguherîne xetek, alaya hevrê Delal Amed werbigire û bilind bike û gerîlatiya serkeftinê bike heqîqet derbasî Qada Botanê bû. Bi hevrê Egîd Civyan re mil bi mil, bi erka fermandariya Qada Botanê derbasî Botanê bûn. Dewleta Tirk hemû hêz û derfetê xwe seferber kir û êrîş bir ser gerîlayên bakurê Kurdistanê. Lê hevrê Egîd Civyan û Leyla Sorxwîn bi fermandariya xwe ya gihaştî, bi lêhûrbûnên gerîlatiya serketinê, fedakarî û kedên mezin planên dijmin têk birin. Piştî şehadeta hevrê Egîd, hevrê Leyla ji bo bibe layikê şehîdan bêhtir tevlê bû, bêhtir ked da, hê zêdetir xebitî û hewl da cihê hevrê Egîd tijî bike.

Hevrê Leyla hevrêyeke ku bi kesayeta xwe ya sade, tevlêbûna xwe ya dilnizm, fedakarî û biryardariya xwe ya mezin tê naskirin. Meşa xwe ya şoreşgerî ku di temenekî ciwan de dest pê kir, bi dehan salan û li qadên herî zehmet bê dudilî domand, bû yek ji fermandarên me yên pêşeng ku di pêvajoyên herî zehmet de berpirsiyarî girt ser xwe û ser xist. Hevrê Leyla, şoreşger û fermandareke ku cihê wê nayê dagirtin e, bûye îspata şênber ku dikare jina Kurd çiqasî pêş bixe. Hevrê Leyla her çiqas heta dibîstana seretayî xwendiye jî, lê li dibîstana îdeolojiya Apoyî û felsefeyê bûye hostaya jiyanê, rêwşenbîrek jîr, fermandarek leheng û xwe gihandiye heqîqeta jina azad. Ji fermandariya tîmê bigire heta bi hezaran şervanan rêvebiriye, xwe gihandiye qabiliyeta bilind û asta fermandariyê.

Malbata wê ya hêja û xelkê Amedê yê welatparêz bi hevrê Leyla re çiqasî şanaz bibin kêm e. Em bi şans in ku mîna hevrê Leyla ku hemû emrê xwe di xeta lehengiyê de derbas kiriye, mil bi mil têkoşîn kir, di bin fermandariya wê de şer kir û xwedî fermandarek wiha bûn. Em weke şopdarên fermandara leheng Leyla, soz didin ku em ê di doza xwe ya pîroz a azadiyê bibiryardarî li ser rêya Leylayan bimeşin, bîranîna wê zindî bihêlin û xeyalên wan pêk bînin, li ser vê esasê em ê bibin şopdarên herî baş û bi serkevin ku bibin hevrê. Hevrê Leyla wê her tim di meşa me ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad de bijî, ruhê wê yê fedaî û cesareta wê ya mezin wê bibe çavkaniya sereke ya hêza gerîlatiya serketinê û wê têkoşîna me bigihîne serketinên mezintir. Têkoşîna Leylayan wê li hemû çiyayên Kurdistanê bi taybetî li çiyayên Botanê bilind bibe, her gerîlayekî Kurdistanê wê bibe Leylayek, çiyayên Kurdistanê teqez wê ji bo mêtînkariya tirk a qirker bibe goristan!“

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar