Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel / Kurdistan (NPG) têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta tirk ve daxuyanî da û ev agahiyan parve kir:
“Di şerê dewleta tirk a mêtinger de ku bi serkêşiya rejîma AKP-MHP’ê li Kurdistanê dimeşîne, qanûnên şer ên navneteweyî têne binpêkirin, mafên mirovan tune têne hesibandin û sûc tê kirin. Hêzên Azadiyê yên Kurdistanê ku ji bilî mafên herî xwezayî û rewa yên gelbûyînê tiştekî naxwazin, bi tewambariya ‘terorîst’ têne mohrkirin, li dijî gelê me û hêzên me yên têkoşînê bi her rê û rêbazê terora dewletê dimeşîne. Dewleta tirk ku li Kurdistanê siyaseteke qirker dimeşîne, bi îşkenceya psîkolojîk û tecrîda mutleq a li Îmraliyê, qanûnên neteweyî û navneteweyî û nirxên exlaqî hemûyan binpê dike.
Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze encamê bigire
Bi heman rengî, tevî ku li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çekên ji teknolojiya serdemê bi kar tîne jî li hemberî îradeya berxwedanê ya gerîla xitimî ye, asê maye. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst, çekên kîmyewî yên bi qanûnên navneteweyî hatine qedexekirin bi kar tîne û bi vî rengî dixwaze encamê bi dest bixe.
Di operasyona 10-14’ê sibata 2021’ê de ya li herêma Garê ya başûrê Kurdistanê de aşkera ye ku çeka kîmyewî bi kar aniye. Operasyona dagirkeriyê û êrîşa ku bi navê Pençe Şîmşek û Pençe Yildirim li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên başûrê Kurdistanê da destpêkirin, îro 159 roj li pey xwe hiştiye. Li van herêman 159 roj in bênavber şer diqewime. Dewlet û çapemeniya tirk vê yekê bi israr ji raya giştî vedişêre. Di vî şerî de hêzên artêşa tirk a dagirker gelek caran gaza kîmyewî bi kar anî. Di serî de qada Zendûra ya Metîna û Girê Sor a Avaşînê, li gelek herêman çeka kîmyewî bi kar anî. Ev yek rastiyeke aşkera û misoger e. Niha jî ji bo şikandina berxwedana li xeta Werxelê her roj bi rengekî giran bombeyên kîmyewî yên cuda bi kar tîne.
Dewleta tirk van 15 rojên dawî bombeyên nû yên kîmyewî bi kar tîne
Bê şik û bê guman ev yek binpêkriina qanûnên şer ên navneteweyî ye, kiryarên li derveyî mirovahiyê ne û dikevin çarçoveya sûcê şer. Lê belê DYE û Yekitiya Ewropayê ku partiya me PKK a ku ji bo mafên rewa û demokratîk ên gelê Kurdistanê têdikoşe xistine lîsteya terorê, hevpariyê ji vî sûcî re dikin. Welatên NATO’yê yên ku piştgiriyê didin dewleta tirk a nijadperest û bi her awayî desteka teknîkê pêşkêş dikin, hevparê vî sûcî ne. Artêşa tirk bi taybetî van 15 rojên dawî cûreyên nû yên bombeyên kîmyewî bi kar tîne. Aşkera ye ku ev cûreyê nû yê bombeya kîmyewî ji aliyê yek ji van dewletan ve hatiye dayîn. Yên ku van hemûyan dikin û hêzên ku bêdeng dimînin û hêzê didin rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst a ku siyaseta qirkirinê li Kurdistanê dimeşîne, şirîkê vî sûcê li dijî mirovahiyê ne ku îro li Kurdistanê tê kirin.
Banga me li hêzan hemûyan e!
Gelê kurd yek ji gelên herî qedîm ê vê cografyayê ye. Li vê xakê ji parastina mafê jiyanê ya bi çanda xwe û bi rengekî azad tiştekî rewatir nîne. Bes piştgiriyê bidin van polîtîkayên qirker û nijadperest ên dewleta tirk ku li dijî gelê me û hêzên wê yên azadiyê dimeşîne. Nebin hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê! Nirxên berz ên vê serdemê binpê nekin, li pişt van sûcan nesekinin ku bi fermana rejîma Erdogan-Bahçelî ya faşîst komkujî tê kirin û çeka kîmyewî tê bikaranîn. Hebin hevparê binpêkirina nirxên mirovahiyê.
Banga li hêzên demokratîk ên alîgirê mafên mirovan!
Di serî de Neteweyên Yekbûyî ku her carê guhê xwe li hawara gelê kurd girtiye, em bang li saziyên navneteweyî, hêzên demokrasiyê yên navneteweyî, saziyên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan hemûyan dikin ku li ber dewleta tirk rabin, ji binpêkirina qanûnên şer û hiqûqa navneteweyî re bêjin ‘êdî bes e’ ku dixwaze li Kurdistanê mirovahiyê tune bikin, nirxên mirovahiyê binpê dike.
Banga li gelê Kurdistanê yê welatparêz û hêzên demokrasiyê yên herêmê!
Ji bo paşeroja demokratîk, biratî û azadiyê ya gelê kurd û gelên herêmê, Gerîlayên Apoyî bi fedakariyeke mezin canê xwe feda dikin, li dijî faşîzmê, berxwedana herî şoreşger a serdemê nîşan didin û rejîma AKP-MHP’ê ya qirker faşîst têk dibin. Li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê divê kes bêdeng nemîne. Di nava vê têkoşîna berxwedana pîroz de em ê bi biryardariyeke mezin, berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê bi rengekî fedayî li ber xwe bidin û serketinê ji xwe re bikin esas. Di berxwedana heta niha de berdêlên gelekî hêja hatin dayîn, şehadet çêbûn, ziyan çêbûn. Di vê berxwedana dîrokî de ku berz dibe, ger nayê xwestin ku ji ber bombardûmana kîmyewî windahiyên giran rû bide, divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Li tevahiya Kurdistanê divê gelê me hêza xwe ya civakî nîşan bide, li dijî van rêbazên şer ên li derveyî mirovahiyê refleksa demokratîk destnîşan bikin. Di serî de saziyên demokratîk, ciwan, jin û welatparêzên me yên kedkar, hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û herêmê di vê mijarê de divê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.
Banga li xelkê me, ciwan, jin, gel û dostên enternasyonal ên li derveyê welat!
Wezîfeya herî demokratîk û piştevaniya şoreşgerî ye ku li pêşiya saziyên navneteweyî yên ku ji ber berjewendiyên qirêj van sûcên rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ji nedîtî ve tên û dibin hevparê vî sûcî, ev sûc bêne deşîfrekirin û raya giştî pê bê hesandin.
Di vê qonaxa girîng a dîrokê de, di oxira doza xwe ya azadiyê ya pîroz de em bi rengekî fedayî û merdane şer dikin, rêya azadî û demokrasiyê vedikin. Rejîma faşîst a nijadperest li dijî me bi rengekî nemerdane û tirsonekî bombeyên kîmyewî bi kar tîne û hewl dide pêşî li têkçûna xwe bigire. Rejîma faşîst bi vê pratîka xwe li hemberî nirxên mirovahiyê sûc dike. Çawa ku di dema komkujiya Dêrsimê ya 1938’an de rayedarekî vê dewletê got, ‘Me jehra mişkan avêt nava şikeftan û hemû kuşt’, bi vî rengî li xwe mikur hat, îro jî bi heman şêweyê hovane tevdigerin û dikin.
Di sedsala 21’ê de rejîma tirk a mêtinger bi binpêkirina qanûnên neteweyî û navneteweyî sûc dike. Li hemberî vê yekê em bang li saziyên demokratîk ên neteweyî û navneteweyî, her wiha parêzvanên mafên mirovan dikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Li dijî van kiryarên li dijî mirovahiyê ku qaşo ji bo tepisandina têkoşîna gelê me ya ji bo mafên rewa û mafên xwezayî tê meşandin, her kes û hêzên xwedî hestên mirovane, em bang li wan dikin ku xwedî li qanûnên navneteweyî derkevin, wezîfeyên xwe yên mirovî, exlaqî û wijdanî pêk bînin.” BEHDÎNAN